Ugandayê dawî li Ebolayê anî li Kongoyê metirsî mezin dibe
Ugandayê ragihand ku şewba vîrusa Ebolayê xistiye bin kontrolê û rewşa awarte ya tenduristiyê bi dawî bûye. Lê belê, li Komara Demokratîk a Kongoyê belavbûna şewbê berfirehtir dibe û hejmara bûyer û mirinan zêde dibe.
Navenda Nûçeyan – Ugandayê ragihand ku piştî destwerdanên tenduristiyê yên dijwar, bi awayekî serkeftî şewba Ebolayê xistiye bin kontrolê. Lê belê, belavbûna berdewam a vîrusê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê nîşan dide ku li herêmê xetereyên tenduristiyê didomin.
Rayedarên Ugandayê ragihandin ku li gorî pîvanên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), piştî dema çavdêriyê ya 42 rojan bêyî tespîtkirina bûyerên nû, şewba Ebolayê ya li welat bi dawî bûye.
Li hemberî vê yekê, hikûmet li ser sînorê Komara Demokratîk a Kongoyê tedbîrên hişk didomîne. Şewb li welatê cîran bi lez belav dibe û hejmara bûyer û mirinan jî zêde dibe.
Wezareta Tenduristiyê ya Ugandayê ragihand ku bidawîbûna şewbê piştî 42 rojan ji tabûrcîkirina nexweşê dawî hatiye ragihandin. Ev pêvajo, li gorî pîvanên WHO'yê tê bikar anîn da ku diyar bibe şewb di bin kontrolê de ye.
Wezaretê diyar kir ku şewba 2026'an li herêma Ituri ya rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê derketiye holê û bûyerên ewil di kesên ku ji bo dermankirinê ji sînor derbas bûne û agahiya wan ji vîrusê nebûye de hatiye dîtin.
Li Ugandayê kontrolên sînor û çavdêriya tenduristiyê didomin
Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê di 1’ê Gulanê de ragihand. Di heman rojê de yek ji du bûyerên li Ugandayê hatibûn piştrastkirin jiyana xwe ji dest da. Li welat bi giştî 20 bûyer hatin tomarkirin. Tevî ku li Ugandayê şewb bi dawî bûye jî, kontrolên sînor û çavdêriya tenduristiyê didomin.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê berdewam dike. Li gorî daneyên herî dawî, hejmara bûyerên hatine piştrastkirin gihîşt 3 hezar û 360’î û hejmara miriyan jî gihîşt hezar û 487'an. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê beriya niha hişyarî dabû ku ji ber fikarên ewlehiyê, hejmara rast a bûyeran dikare du heta çar qat ji hejmarên fermî zêdetir be.
Şewba Ebolayê ya li Kongoyê, ji sala 1976'an û vir ve 17'emîn şewba welat e. Heta niha ji bo vê şewba ku ji cureya Bundibugyo pêk tê, tu aşî an jî dermankirineke ku hatiye pejirandin nîne.