Îsraîlê li Xan Yûnis êrîşê konê di baxçeyê dibistanê de kir

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî konê li baxêçyê dibistanekê ku sivîlên ji bajarê Xan Yûnis ji cihên xwe bûne lê diman de, 18 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Li Xezayê hema bibêje, hemû avahî rûxiyane, Îsraîlê vê carê jî êrîşî konê ku sivîl lê diman kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Filistîn WAFA’yê, balafirên bê mirov ên Îsraîlê, konek li dibistana Hannavî ya li başûrê Xan Yûnisê ku sivîlên ji cihên xwe bûne lê dimînin kir hedef. Di êrîşê de 18 kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne. Çavkaniyên tenduristiyê li herêmê, ragihandin ku piştî êrîşî hejmarek zêde birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Li aliyê din, tangên Îsraîlê li herêma Kizan en-Neccar ya li başûrê Xan Yûnis, gule li avahiyên sivîlan barandin. Hat diyarkirin ku li herêmên bakurê rojhilat ê bajarê Xezayê bi topan kiriye hedef.