Îsraîlê li Şerîaya Rojava bi hezaran Filistîniyan ji cih û warên wan kir
Operasyona leşkerî ya belavî kampên Cenîn, Nur Şems û Tulkerem bû, bû sedema hilweşandina binesazî û malan û zêdetirê 12 hezar zarok bi darê zorê ji cih û warên bûn. UNRWA’ê, ragihand ku zarok hêj di şert û mercên zehmet de dijîn.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê, ji 21’ê Çileya 2025’an û vir ve li bakurê Şerîaya Rojava operasyonek leşkerî bi navê "Operasyona Dîwarê Hesin" dimeşîne. Operasyon, li Kampa Penaberan a Cenîn dest pê kir û piştre belavî kampên Nur Şems û Tulkerem bû.
Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînê (UNRWA), di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber operasyonên Îsraîlê yên li herêmên bakur, zêdetirê 12 hezar zarokên Filistînî li Şerîaya Rojava bi darê zorê ji cih û warên xwe bûn. Hêzên Îsraîlê, li kampên Cenîn, Nur Şems û Tulkerem dorpêçan ferz dike; binesazî, mal û dikanan bi awayekî berfireh tên tehrîb kirin. Li gorî daneyên fermî, ev rewş bû sedema ji cih û warbûna nêzî 50 hezar Filistîniyan.
Zarok di şert û mercên zehmet de dijîn
UNRWA’yê, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal de destnîşan kir ku zarokên bandorbûnê, ji ber dorpêç û hilweşandinên li kampan, hêj di şert û mercên zehmet de dijîn. Ajansê, diyar kir di şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Xezayê dest pê kir û du salan domkir de, hêzên Îsraîlê û niştecihan li Şerîaya Rojava sûcên xwe zêde dikin û di nav de qetilkirina sivîlan, hilweşandina malan û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên jî cihdigre.