Îsraîlê jin û zarokan hedef girt: 45 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê êrişê Beyt Lahiya li bakurê Xezayê kir. Di êrişê de piraniya wan jin û zarok herî kêm 45 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bê navber berdewam dike. Di êrişan de jin û zarok tên hedefgirtin. Li gorî nûçeya ajansa Filistînê ya WAFA’yê artêşa Îsraîlê êrişî 5 malên nêzîkî Xaçerêya Rojavayê Beyt Lahiya kir. Di êrişan de jin û zarok jî di nav de herî kêm 45 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji ber Îsraîlê ekîbên tendirûstiyê hedef girt û nexweşxane ji xizmetê derket, Filistînî neçar man cenaze û birîndaran bibin malên derdor.

Îsraîlê sivîlan dike hedef

Her wiha agahî hat parvekirin ku li bajarê Meşrû Beyt Lahyayê maleke ku malbateke penaber lê dima hat topbarankirin. Hat diyarkirin k di êrişê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, û gelek kes  jî birîndar û winda bûne.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê bi topan êrişî herêmên bakurê rojavayê Kampa Nusayrat a li navenda Xezayê kir. Şahidan ragihandin ku Îsraîlê bi tangan êrişê hinek xalên Rojavayê Refah yê li başûrê welat kiriye.