Îsraîlê cara duyemîn êrîşê Îranê kir

Çapemeniya DYA’yê, ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê êrîşa bi fuzeyan daye destpêkirin. Hate diyarkirin ku Îranê qada xwe ya hewayî girtiye.

Navenda Nûçeyan- Îsraîla ku gefên xwe yên bersivdayîna ji bo êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê didomîne, êrîşa bi fuzeyan daye destpêkirin. Bi êrîşê re Îranê qada xwe ya hewayî girt. Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di saetên serê sibehê de li nêzî Îsfehanê dengê teqînên mezin hatiye.

Firînên ku di beşekî qada hewayî de hatibûn rawestandin, di saetên borî de ji nû ve hatin vekirin. Televîzyona Îranê, ragihand ku mîkro dronên ji aliyê Îsraîlê ve hatine şandin, bêyî ku xisarek çêbibe ji aliyê parastina hewayê ve hatin xistin.

DYE: Îsraîlê agahî da lê me nepejirand

Rayedarê ku ji televîzyona CBS’ê re axivî, diyar kir ku Îsraîlê beriya êrişa ragihandibû ku dê li dijî Îranê êrişeke sînorkirî li dar bixin lê DYE’yê “piştgirî” neda vê êrîşê. Wezareta Karên Derve ya DYE’yê û Pentagonê jî der barê êrîşa mijara gotinê de daxuyaniyek fermî nedan.

Îran: Ne fuze dron e

Çapemeniya Îranê jî ragihand ku li bakurê rojhilatê eyaleta Îsfehsnê ku Baregeha Hêzên Hewayî ya Îranê lê ye, dengê teqînan hatiye bihîstin lê sedema deng nehatiye ragihandin. Li gorî agahiyên ku rayedarên Îranê bi ajansa nûçeyan a Al Jazeerayê re parve kirin; gelek dron hatine xistin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê jî ragihand ku li tesîsên leşkerî yên li Sûriyeyê hinek teqîn çêbûne. Rayedarê îranî got ku êrişeke bi fuzeyan çênebûye û çend dron hatine xistin.

Îsfehan ji hêla stratejîk ve girîng e û li gel baregehan her wiha qadên leşkerî yên AR-GE û tesîsên girîng hene.

Bajarê Natanzê ku li kêleka Îsfehanê ye jî yek ji deverên dewlemendkirina nukleerê ye. Televîzyona fermî ya Îranê got ku di êrişê de bandor li tu tesîsên nukleerê çênebûye û qadên nukleerê hedef nehatine girtin. Radyoya fermî ya Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîlê hê jî berpirsyariya êrişa li dijî Îranê negirtiye ser xwe.