Îsraîl ragihand ku qonaxa ewil a êrişan temam bûye
Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê temam bûye.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê ku di saetên serê sibehê de dest pê kiribû, temam bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrişê de bi dehan balafirên şer hatine bikaranîn û wiha hate gotin: “Çendek tesîsên nukleerê yên li herêmên cuda jî di nav de, gelek deverên leşkerî hatin hedefgirtin. Qonaxa ewil a êrişan temam bû.”