Îsraîl êrîşî nexweşxaneya Al-Ahli Baptist kir

Artêşa Îsraîlê êrîşî nexweşxaneya Al-Ahli Baptist a li navenda Xezayê kir. Der barê kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, tu agahî nehat parvekirin.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê li dijî nexweşxaneya Al-Ahli Baptist a li navenda Xezayê êrîş pêk anî. Der barê hejmara Filistîniyên di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne tu agahî nehat parvekirin.

Erkdarên tenduristiyê li nexweşxaneyê, diyar kirin ku du fuzeyên Îsraîl ziyan dane beşa lezgîn a nexweşxaneyê, beşa resepsiyonê û avahiyên derdorê. Xebatkaran, destnîşan kirin ku kesekî digot ji ewlehiya Îsraîlê ye demek beriya êrişê agahî daye û wan jî welatiyên nexweş ji avahiya nexweşxaneyê derxistine.

Di dîmenên li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin de, tê dîtin ku malbatên ji cihên xwe bûne ji cihên bûyerê derketine û hinek jê xizmên xwe yên nexweş bi ranzeyên nexweşxaneyê birine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Nexweşxaneyê Baptist di êrîşên ji Cotmeha 2023’an heta niha de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane.