Îranê 5 sal cezayê girtîgehê da mamosteya zimanê Kurdî

Hate diyarkirin ku Sirwe Mihemedî bi tometa ‘avakirina komên ji bo têkdana asayîa giştî’ ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine û Dadgeha Temyîzê ve, 5 sal ceza bi ser de hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên Herana belavkirî, mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin. Sirwe ji aliyê dadgeha Sineyê ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku mamostaya zimanê Kurdî û çalakvana sivîl Sirwe Pûr Mihemedî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Hate diyarkirin ku Sirwe Mihemedî bi tometa ‘avakirina komên ji bo têkdana asayîa giştî’ ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine û Dadgeha Temyîzê ve, 5 sal ceza bi ser de hatiye birîn.

Herana da zanîn ku, mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.

Hêjayî gotinêye ku di 29’ê Çileya 2023’yan de mamostaya zimanê Kurdî, çalakvana sivîl û endama Komeleya Rewşenbîrên Nujîn Sirwe Pûr Mihemedî, ji aliyê hêzên îdarî yên Îtlaatê ya bajarê Sine ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin. Piştî 16 rojan bi şêweyê demkî hate berdan. Di Mijdara 2024’an de di runiştina dozê de, bi 5 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku, dadgeha rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Pûr mihemedî birî.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa ‘avakirina komê û têkdana ewlehiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Pûr Mihemedî birî.

Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.