Îran cezayê li 7 mamosteyên Kurd birî

Cezayên teqawidbûna bi darê zorê, ji kar derxistin, dawîanîna kar û sirgûnkirinê yên 7 mamosteyan ji aliyê Şaxa Temyîzê ya 31’emîn a Dadgeha Îdarî ya Edaletê ve hate êrê kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê ve hate weşandin, cezayên teqawidbûna bi darê zorê, ji kar derxistin, dûrxistina ji xizmeta giştî û sirgûnkirinê yên der barê 7 endamên rêveberiya Sendîkaya Mamosteyên Sine de hatibû dayîn, ji aliyê Şaxa Temyîzê ya 31’emîn a Dadgeha Îdarî ya Edaletê ve hate êrê kirin.

Nesrîn Kerîmî ya 26 sal in mamostetî dike, beriya niha ji aliyê Lijneya Temyîzê ya Sûcên Îdarî ya Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê ve bi darê zorê mehkûmê teqawidbûna bi darê zorê hatibû kirin, ev biryar ji aliyê 31’emîn a Dadgeha Îdarî ya Edaletê ve hat êrê kirin.

Herwiha, Mecîd Kerîmî ya 21 sal in kar dike, bi awayekî daîmî ji xizmeta giştî hat dûrxistin, Seyyîd Giyas Ne'metî yê 17 sal in kar dike, ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hat avêtin, Feysel Nûrî yê 19 sal in kar dike, ji bo pênc salan sirgûnî bajarê Ravansarê hate kirin û Şehrem Kerîmî jî ji bo şeş mehan ji kar hate dûrxistin.

Cezayê dûrxistina salekê ya Salah Hacîmîrzaî jî hate betalkirin û ji bo ji nû ve lêkolînê ji Lijneya Sûcên Îdarî ya Wezareta Perwerdehiya Kurdistanê re hate şandin. Hinek mamosteyên din ji ber ku cezayên xwe derengtir girtin, hêj dema temyîzê bikar neanîn. Îtîrazê Leyla Zareî ya li dijî teqawidbûna bi darê zorê, ji ber derengmayînê heta niha encam nebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di Gulana 2024’an de Lijneya Sûcên Îdarî ya Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê der barê wan mamosteyan de doza dîsîplînî vekiribû, karê wan rawestand û ketina wan a saziyên perwerdehiyê qedexe kir. Her wiha nêzî ji sedÎ 70’ê mûçeyên wan jî qût kiribû.

Her wiha mamosteyan ji ber beşdarbûna xwepêşandanên Hezîrana 2022’an, ji bo Şaxa 2’emîn a Dadgeha Cezayê ya Sine ya  bi Hejmar 109’an hatibûn gazîkirin. Di heman dozê de, 1o aktîvîstên sendîkayî yên Kurd jî bi sûcdariya "Xirakirina avahî û aramiya giştî" tên darizandin. Dozgerî di Adara 2025’an de, li dijî van mamosteyan îdianame amade kir û daxwaza cezayêkirinê wan kiribû.