Însyatîfên ciwanan li Îskenderiyeyê xebatên xwe didomînin

Di demên dawî de însiyatîfên ciwanan roleke mezin di zanakirina jinan û jinên ciwan de dilîzin û mafên wan bi wan didin naskirin. Bi taybetî jinên ku li taxên dûrî navenda bajar dimînin gelek sûdê ji xebatên însyatîfan digrin.

ESMA FETHÎ

Qahîre- Weke gelek deran, li Misirê jî jin bi giştî rûbirûbûyî binpêkirinên li dijî mafên mirovî tên. Tevî ku di çanda giştî de li welat ji bo jinan cudahî tune ye jî lê belê jin û jinên ciwan, ên li derveyî bajarên mezin dijîn, piştgiriya yekser nagirin. Her wiha derfetên zanabûnê û xizmetê jî bi dest wan nakeve. Rewş li Qahîreyê jî wiha ye. Tevî ku saziyên femînîst lê hene her wiha saziyên hikumetê yên ji bo giliyê hene jî nebes dimînin.

Der barê rastiya jinên li derveyî Qahîre dijîn û xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin de me hevpeyvîn bi nûnera destpêşxeriya bi nave "Mafê min" Nardîn Xalid re kir.

Piştgiriya zagonî ya ji bo zarokên keç û jinan rûbereke tevlihev e bi taybetî gelek jin ji tirsa civakê paşve gavan davêjin. Hun dikarî hinekî behsa karê we yê di vî warê de bikin?

Jinên ku rûbirûbûyî tundiyê û şantaja dîjîtal hatine berê xwe didin me. Em bi van mijaran re yekser mijûl dibin. Hinek ji wan, em bi riya dadgehê alîkariya wan dikin, hinek ji wan jî em piştgiriya derûnî didin wan. Piştre em dinêrin ka em dikarin çi bikin.

Ya girîngtir karê me di mijara hişyariya qanûnî de ye ji bo hişyarkriina jinan û zanîna mafên  alîkariya wan dike. Em şiyar dikin ji bo ku xwe ji binpêkirinan biparêzin. Her wiha dikarin biryaran bi riya qanûnî bigrin bêyî ku metirsiyên belavbûyî hesab bikin.

Gelek serkeftinên me di vê der barê de hene. Em di gelek dozên jin û jinên ciwan de bi ser ketin çi binpêkirinên şênber çi jî yên li ser dîjîtalê.

Ji bo jin û zarokên keç riya zagonî heye lê li dijî vê jî ji bo bidestxistina mafên xwe nerazîbûnek heye, di nêrîna we de sedema vê yekê çi ye?

Gelek sedem hene ku jin û zarokên keç ji riya zagonî hez nekin. Di destpêkê de bawerî tune ye ji ber gelek xal hene kesê tundî kiriye jê direve.

Her wiha gelek jin ditirsin serî li beşên polîsan bidin ji ber gelek gotegot hene dibêjin danûstandina wan bi jinan re nebaş e bi taybetî hinek karker li wê derê hene li ser danûstandina bi jinên rûbirûbûyî tundiyê hatine re ne perwerdekirî ne.

Her wiha civak bi xwe yek ji sedemên girîng ên reva zarokên keç û jinan ji rûbirûbûyînê ye. Ji ber gotinên li ser wan derdikevin û biryarên der heqê wan de tên standin.

Tundî gelekî belav e û divê li hemberî wê bê sekinandin. Gelo bajarê Îskenderiyeyê ji Qahîreyê di aliyê binpêkirinan de cuda ye?

Rastiya azaran yek e. Tundî beşek ji çand û mezinbûna ku mêjiyê mêran kontrol dike ye. Hinek jin fikrên mêran dipejirînin. Çand ew çand e lê li Îskenderiyeyê hinekî tevlihevtir e.

Li Qahîreyê hişyarkirineke di aliyê qanûnî de heye, di civakê de jî heta astekê jinên binpêkirinan qebûl nakin tên qebûlkirin. Lê belê li herêmên Îskenderiye jin ji mafên xwe yên herî biçûk mehrûm in.

Danûstandina bi çanda heyî re ya herî zehmet e, bi riya vê destpêşxeriyê we çawa dikaribû zanabûna civakê li hemberî jinan biguherînin?

Teqez karê li ser hişyarkirina civakê der barê dozên jinan û mafên wan de gelekî zehmet in û dem û kedeke mezin dixwaze.

Her wiha em kar li ser bilindkirina asta zanabûnê der barê mijarên têkildarî jinan dikin çi bi riya hevdîtinên yekser çi jî bi riya pêngavan.

Herî dawî me pêngavek dest pê kir ku gotinên pêşiyan ên şaş û tundiya li dijî jinan disepînin.

Me dît ku kar li ser çanda civakê karekî girîng e. Ji ber xwe dispêre gelek fikrên şaş li dijî jinan û ji bo nifşên din jî tên veguhestin.

Heta çi astê civak karê we li ser dozên jinan qebûl dike?

Ev mijar li gelek deveran cuda ye, li ser cihê em berê xwe didinê dimîne. Hinek kes dibînin ku jinan mafên mezin bi dest dixin û difikirin ku tişta em dikin vala ye. Hinek kesên din jî piştgiriya pêngavên me dikin û dibînin ku rastiya jinan pêwîst e were guhertin.

Tevî ku em ciwan in jî gelek destkeftiyên me hene û ji bo ku mafên xwe bi dest bixin me alîkariya gelek jinan kiriye.