‘Banga Civaka Demokratîk ji bo parastina xwezayê girîng e’

Ekolojîst Melîs Tantan got ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” derfetek ku pêşî li texrîbara li ser ekolojiyê were girtin çêkiriye û diyar kir ku tevgerên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê dikarin bi xebata bi hev re vê derfetê binirxînin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Bi derketina kapîtalîzma senayî û xirabûna di têkiliya “xweza û civakê” de, pêvajoya felaketên weke; germahiya kûrewî, şewat, lehî, windabûna cureyên biyolojîk, qirêjbûna axê û helandina qeşeman dest pê kir. Vê pêvajoyê hat merheleyek wisa ku civakan bi gotinên; “Xweza ji me tola xwe digre” rewşê pênase kirin.

HES û GES’ên ku bi gewdebûna kapîtalîzmê ya li ser xwezayê ne, veguherînên bajariyî, bazirganiya li ser avê, xebatên madenkariyê, biçekbûn, bermahiyên endustriyel, îxrackirina zibaleyên ji welatên sêyemên ên cîhanê re, belavbûna karbondîoksît/mijarên weke bazirganiya karbon, hem di rojeva civakê de hem jî rêxistinên ekolojîk de ye.

Pirsgirêka ekolojiyê ji sînoran derbas bûye, bêyî cudahiya sînor û herêman, her diçe pêdiviya têkoşîna bi hev re derdixe holê.

Çiyayên Îda (Kaz) û Daristanên Akbelenê

Salên derbasbûyî, ruxseta madenê ya ku ji bo Çiyayên Îda (Kaz) ên di nava sînorên Çanakkale û Balikesîrê de ne ket rojeva Tirkiyeyê û bû sedema tunebûna herêmê. Di wê pêvajoyê de tevgerên ekolojiyê bi rojan li wê derê li ber xwe dan xwestin pêşî li xebatên madenkariyê bigrin.

Berxwedaneke bi heman rengî jî li herêma Akbelen a girêdayî Taxa Îkîzkoy a Muglayê çêbû. Berxwedana şêniyên Îkîzkoyê ya ji bo parastina axa xwe, di demek kurt de li tevahiya Tirkiyeyê belav bû, li 4 aliyên welat gel dest bi çalakiyan kir. Têkildarî texrîbata li ser xwezayê, di heman salan de li herêmên Marmara û Derya Reş jî berxwedanên bi heman rengî çêbûn.

Dema ku li rojavayê welat bûyerên wiha diqewimîn, xwezaya Kurdistanê jî ji aliyekî ve ji aliyê şîrketên madenê, ji aliyekî ve bi hinceta “ewlekariyê” ya dewletê ket derpêça polîtîkayan. Texrîbatên li ser xwezayê, tevî ku di her pêvajoyê de mijara herî girîng û lezgîn bûye jî li dijî vê pirsgirêkê li cihê xeta têkoşîna bi rêxistinkirî, sekna ji hev belavbûyî, bûye sedem ku têkoşîn bi serkeftinê bi encam nabe.

Li Kurdistanê pirsgirêka bendav û ‘ewlekariyê’

Xwestin li Çavkaniyên Munzûrê yên ji îmarê re hatibûn vekirin otêlê çêbikin. Di sala 2020’an de piştî ku bendava Ilisûyê ket faliyetê, Heskîf a ku dîroka wê digihîje 10.000 sal beriya Mîladê di bin avê de ma. 8’ê Cotmeha 2020’an li herêmên Cûdî û Besta yên Şirnexê bi hinceta “ewlekariyê” dest bi birandina daran kirin. Di nava 2 salan de ji sedî 8’ê qadên kesk hatin tunekirin.

Di sala 2023’yan Şirketa Anonîm Bazirganiya Derve û Madenkariyê ya Pasûrê “ruxseta karkirin û lêgerîna madenê koma 4’emîn” a ku mafê lêgerîna hesin, paxir, krom, zêr û gelek madenan di nava xwe de dihewîne, li zozanê Hasandin ê li Pasûra Amedê xwest dest bi xebatên madenkariyê bike. Projeya madenê ya ku xwestin li Zozanê Hasandinê were kirin, ji ber ku nêzî çiyayên Andok û Dorşînê bû, bû sedem ku gel bifikire ku projeya madenê ji bo çêkirina riyên qereqol û kalekolên ku li herêmê çêbikin hincet nîşan didin.

Siyaseta şer a ku ji ber neçareseriya meseleya Kurd didome, bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, derî ji pêvajoyeke nû re vekir.

Li ser vê pêvajoya ku hêviyên civakê nû bûne de ji bo em bizanibin ka rêxistinên akolojîk çawa lê dinêrin û di pêvajoyeke ku dibe aştî çêbibe de dê bandorên çawa li ser ekolojiyê bike, em bi ekolojîst Melîs Tantan re axivîn.

‘Tişta ku herî zêde ekolojiyê tune dike şer e’

Melîs Tantan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand, diyar kir ku ew bangê girîng dibînin, şerê bi dehan salan e li vê erdnîgariyê didome, texrîbatên mezin çêkiriye û got: “Tişta ku herî zêde ekolojiyê tune dike şer e.”

Melîs Tantan diyar kirk u şer ne tenê civakan, xwezayê jî tune dike, polîtîkayên şerê li Kurdistanê didome mînak da û wiha domand: “Bi dehan salan e Kurdistan di bin bomberanê de ye, tê talankirin, mirov ji gundên xwe hatin derxistin. Zozan neman, daristan hatin birîn, av hat desteserkirin. Nifşek di nava xwezayeke wiha de hat cîhanê. Li vê derê di encama polîtîkayên “ewlekariyê” de, polîtîkaya tunebûna jiyanê derket holê. Ji ber wê ev bang ji bo rizgarkirina xwezayê ya ji texrîbatên ku bi dehan salan e didomin girîng e lewle li cihekî ku çek bêdeng bibin û aştî hebe; mirov dikare bibêje ku dê pêvajoyeke nû ya xweza hêşîntir be, av bê bendên ku hatine danîn bikerike dest pê bike. Em dibêjin pêvajoya ku av bi azadî û bêsînor biherike lewre ji bo çemên Dîcle û Firatê pirsgirêk di navbera welatan de heye. Hûn dizanin xweza sînoran nas nake, kortalên ekolojîk, pergalên ekolojîk sînoran nas nakin. Av, dar û xweza di nava yekbûnê de ne, ji hev nayên veqetandin. Dema ku hûn ji cihekî wê veqetînin, bandora wê li ser hemû erdnîgariyê belav dibe. Ji ber wê dema ku vê polîtîkaya şer a bi bi dehan salan didome bi dawî bibe dê ji bo xwezayê jî aştî çêbibe.”

‘Texrîbatên ekolojîk bêsînor in’

Melîs Tantan got ku polîtîkaya qirkirina ekolojiyê, dibin sedema texrîbata xwezayê ya ku veger jê tune ye û bal kişand ku ji bo texrîbat zêdetir nebe divê bersivek erênî ji banga “Aştî û Civaka Demokratîk” re were dayîn.

Melîs Tantan bi gotinên; “Texrîbatên ekolojîk ne sînor ne jî herêman nas nakin” bal kişand ku modernîteya kapîtalîst bi destên şirket û dewletê, polîtîkaya talan û dagirkirinê li her derê belav dike. Melîs Tantan da zanîn ku ev polîtîka li Kurdistanê, bi gelek alî û armancan tê meşandin û got: “Li ser Kurdistanê di her warî de polîtîkayên şerê taybet tên ferzkirin. Polîtîkaya valakirina ji mirovan û tunekirina xwezayê. Li Kurdistanê rûxandina xwezayê weke laboratuara gelek tiştan hat meşandin. Destpêkê ji Kurdistanê dest bi texrîbkirina xwezayê kirin. Cara pêşîn şewitandina daristanan, maden û bendav li vê derê hatin çêkirin.”

‘Proje bûn sedema bêkarî û xizaniyê’

Melîs Tantan, axaftina xwe wiha domand: “Di salên 1990’an de pêvajoya ku bi polîtîkayên Neolîberal dest pê kir, bû sedem ku sermayeya herêmî û biyanî zêdetir xwezayê talan bikin. Hem ji ber zêdebûna sermayeya navneteweyî ya li Tirkiyeyê, hem jî bi berfirehkirina bazara şirketên alîgir, berê xwe dan talankirina xwezayê. Maden, polîtîkayên enerjiyê, pir zirarê dan van qadan. Bi gotinên, ‘em ê ji we re derfeta kar çêbikin’ gel neçarî polîtîkayên xwe kirin. Piştî salan hat dîtin ku hem li rojava hem jî li Kurdistanê, polîtîkayên wiha bêkarî û xizaniyê zêdetir kirin. Dibe ku van projeyan ji bo 3-5 kesan bûbin riya xebatê lê li cihê ku projeyên maden û enerjiyê hene, koçberiyên mezin û bi zorê çêbûn. Bendavên li Kurdistanê tên çêkirin yek ji mînakên herî mezin ên vê yekê ne.”

‘Pirsgirêka Kurd ji bo pratîzekirina polîtîkayên dewletê û şirketan bû derfet’

Melîs Tantan bal kişand ku pirsgirêka Kurd, ji bo pêkanîna projeyên dewlet û şirketan li Kurdistanê  bûye derfet û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ev proje li vê derê bi hinceta ‘ewlekariyê’ dihatin kirin, bi hêsantir rê vebû. Ji civaka rojava jî destekê dît. Pirsgirêka Kurd a ku 40 in çareser nabe, dijberkirina civakan (Kurd û Tirk) bingeha vê yekê çêkirin. Di salên 90’î de bi darê zorê valakirina gundên Kurdistanê, di salên 2000’î de li bajarên Tirkiyekê ocaxên kevir, santralên termîk û bi projeyên madenan gundiyên li bajarên Tirkiyeyê jî heman rewşê jiyan lewre li wan deran jî hinek gund bi temamî hatin tunekirin. Ji ber wê gelek tiştên ku li her du aliyan weke hev in hene.”

‘Hestên hevpar dibe ku rê li têkoşîna hevpar veke’

Melîs Tantan bal kişand ser têkoşîna hevpar a ekolojîstan diyar kir ku dem bi dem vê hevkariyê çêbûye lê ji ber siyaseta şer a desthilatdariyê nedomiyaye. Melîs Tantan axaftina xwe wiha domand: “Meşa me ya sala 2022’yan li dijî talana li ser xwezaya Cûdiyê mînakeke pir girîng bû. Ji Ege û Marmarayê gelek rêxistinên ekolojîk cihê xwe girtin. Dîmenên darên ku dihatin birîn û bi kamyonan dibirin, ekolojîstên li bajarên Tirkiyeyê talana li ser xwezaya Kurdistanê dîtin. Bêguman ev talan li bajarên Tirkiyeyê jî heye. Bajarên ku ji bo ji sedî 70 erdên wan ruxseta madenê hatiye dayîn hene lê meşa ber bi Cûdiyê ve nîşan da ku li bajarên Kurdistanê pirsgirêk mezintir e. Ji sala 2022’yan heta sala den 2024’an ve talan û tunekirinê hinek jî domiya. Mixabin me yekitiya xwe nedomand. Bêguman siyaseta dijminahiyê ya ku bi salan e didome heye lê mirov vê dibînin û dibêjin ku dema ku gundê min tê tunekirin, gundên kesên din jî tên tunekirin. Vê hesta hevpar dikare rê li têkoşîneke hevpar veke gelene kadar bu yağma ve talan biraz daha devam etti ama biz o birlikteliği devam ettiremedik.”

‘Bi berdana hev a gelan polîtîkayên şer ên qezenc dikin dibin sermaye’

Melîs Tantan, li ser têkoşîna hevpar a ekolojîstan wiha got: “Li Xetayê dema ku qadên rezerv hatin çêkirin, cihê ku Elewiyên Ereb li diman bi taybetî weke qadên rezervê hatibûn îlankirin û dest danîbûn ser bexçeyên zeytûnan. Li wê derê dirûşmên bi Erebî dihatin avêtin. Me li Muglayê dirûşmên Erebî bihîst. Me li Akbelenê, dengê Cûdî û Îkîzdereyê bilind kir, got dar û daristan yek in. Divê were zanîn ku ev têkoşîneke hevpar e lewre heta ku têkoşîn bi hev re nebe serkeftin çênabe. Bi berdana hev a gelan polîtîkayên şer qezenc dikin û dibin sermaye. Tunebûna xwezayê jî bi xwe re pêvajoyeke şînê tîne, koçberiyên bi zorê jî. Ji ber wê gelek tiştên weke hev hene, li ser vê hevkariyê ya girîng ew e ku xeta têkoşîna hevgirtî were avakirin. Dibe ku ev bang ji bo hevkariyê bibe destpêka pêvajoyeke nû.”

‘Di têkoşîna hevpar de rola jinan’

Melîst Tantan bal kişand ser rola jinan a ji bo têkoşîna hevpar axaftina xwe wiha domand: “Di vê têkoşîna hevpar de, cih û rola jinan girîng e. Di têkoşîna ekolojîk de li her derê jin di refên pêş de ne. Jin pir başti dizanin jyana bi aştiyane ya di nava xwezayê de çawa ye. Di vê têkoşîna hevpar de ji bo avakirina jiyana di nava aştiya bi xwezayê re, rola pêşeng a jinan e. Di vê pêvajoya aştiyê de divê jin zêdetir werin ba hev.”

Berteka ji bo Zagona Îklîmê ya ku 4 bendên wê ji meclisê derbas bûne bertek

Melîs Tantan li ser Zagîna Îklîmê ya meha Nîsanê AKP’ê anî rojeva meclisê û çar bendên wê ji meclisê derbas bûn û ji bo cotkarên ku bi awayê kevneşopî çandiniyê dikin dê bibe pirsgirêk jî sekinî û got: “Zagona Îklîmê ji sala 2017’an ve weke meseleya bazirganiya emisyonê tê nirxandin. Texrîbateke ekolojîk heye û weke berdewamiya krîza avhewayê didome lê dema ku avhewa diguhere jî pergala xwe li groî vê diguherîne. Gelo çawa diguherîne?Bi perspektîfa parastina avhewayê xwe nû nake. Plansaziyeke sermayeyê ya ji bo razemeniyên bazirganî yên navneteweyî heye. Ev ne tenê ji aliyê sermayeya Tirkiyeyê ve, ji aliyê hemû sermayeya navneteweyî ve wiha ye. Zagona ku te xwestin li Tirkiyeyê ji meclisê were derbaskirin, tam jî xwe dispêre vê yekê. Dibe ku Tirkiyeyê îmze avêtibe bin Peymana Avhewayê ya Parîsê, dibe ku navê wezaretê kiribe ‘wezareta avhewayê’ lê ev hemû ji bo xapandinê ne û hewl dide krîzê veguherîne derfetê. Tiştên ku di Zagîna Îklîmê de hatine plankirin li ser ‘kirîna mafê qirêjkirinê’ hatine xeyalkirin.

Belê ji bo parastina avhewayê pêdivî bi zagonek heye, pêdivî heye dest ji şewateyên fosîl, polîtîkayên şer were berdan. Pêdivî heye ku çekên kîmyewî û biyolojîk neyên bikaranîn. Pêwist e binê erdê ewqas neyê kolandin, bajarên bi avhewayê re lihevhatî werin avakirin. Van hemûyan bi redkirina polîtîkayên sermayeyêi bi veguherîneke radîkal a ku ji nû ve civakîbûyînê biafirîne pêkan e. Bêguman em vê yekê ji desthilatdariyên heyî hêvî nakin, em berê xwe didin xwe. Ev yek bi têkoşîna hevpar a civakan pêkan e. Berdewamiya vê rewşê nabe, pergal jixwe gora xwe dikole. Em dikarin bi xistina wê gorê ya pergalê, bi xwezayê re, jiyana aştiyane ava bikin. Ji ber wê yekê peywirên mezin dikevin ser gelan û jinan.”

‘Divê ku zanîn û tecrubeya li Rojava û Kurdistanê ji bo îro werin bikaranîn’

Melîs Tantan diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêdiviya siyasetek baştir û ekolojîk derxistiye holê û got ku bi zêdekirina têkoşîna ew dikarin rojên ku hem ji ekolojiyê hem ji xwezayê re hem jî ji mirovan re azadiyê bîne ava bikin.

Melîs Tantan bi gotinên; “Pêvajoya aştiyê dikare bibe wesîle ku rêxistinên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê hev bibînin û pêşî li projeyên talan û rûxandinê bigrin” bal kişand ser xeterên heyî û ev hişyarî kir: “Pêvajoya li pêş me, nîşan dide ku dê polîtîkayên talan û rûxandinê zêdetir bibin. Wezareta Bajarvanî û Guherîna Îklîmê her roj bi dehan caran bang dike. Dibêje ku pêdivî bi raporên ÇED’ê tune ye. Dibe ku polîtîkayeke ji bo aştiyê li vê erdnîgariyê zindîbûnê çêbike lê di heman demê de de sermaye jî hewl bide ji vê yekê para xwe bigre lewre dê van deran ji bo xwe weke qada razemeniyê bibînin. Di pêvajoya li pêşiya me de dê erdnîgariya Kurdistanê zêdetir bi talan û texrîbatan re rûbirû bimîne. Ji ber wê mirov ji niha ve dibîne ku dê pêvajoyeke ku têkoşîn jî zêdetir bibe bi xwe re bîne. Ji ber wê yekê zanîn û tecrubeya li Tirkiye û Kurdistanê divê ji bo werin werin bikaranîn û ji bo sibê amadekarî hebe.”