Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
Salvegera yekemîn a Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmanî hate qetîlkirin, Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da û nameyek derbarê mijarê de dan Neteweyên Yekbûyî.
Qamişlo – Di 4’ê Cotmeha 2022’an de Endama Akademiya Jineolojî û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî Nagîhan Akarsel, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrîşek çekdarî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera yekemîn a qetilkirina Nahîgan Akarsel de Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel ku divê însiyatîfê de Akademiya Jineolojî, Rêxistina Kongra Star, Rêxistinên Jinan ên Hiqûqî yê jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclîsa Jinan cihê xwe digirin bi riya daxuyaniyekê nameyek vekirî radestî civaka navneteweyî ya neteweyên yekbûyî ya bajarê Qamişlo kirin. Beşdarên daxuyaniyê wêneyê Nagîhan Akarsel, alên Jineolojî û Rêxistina Sara ya li dijî tundiya Jinê hatibû hildan.
Lêgerîna edaletê dewam e
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Akademiya Jineolojî Nofa Elî ve hatiye xwendin wiha bû: “Beriya salekê di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevana Kurd, akademîsyen û parêzvana mafên jinan Nagihan Akarsel dema ku ji mala xwe li taxa Baxtiyarî ya li navenda bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê-Iraqê derdiket hate qetilkirin. Ji wê demê û vir ve, xemgîniya me û lêgerîna me ya edaletê berdewam dike. Heta niha ne ji bo darizandina qetîlên Nagihan Akarsel û ne jî ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî, ti tedbîrên hiqûqî û siyasî nehatine girtin. Li gel parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, hunermend û rêxistinên jinan ên ji çar aliyên Kurdistanê û hemû cîhanê em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo ronîkirina mijar tu hewildan nekirine
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha ji bo darizandina sûcdarê Nagîhan Akarsel gavên qanûnî nehatiye avêtin û wiha hate gotin: “Hîna rojek piştî kuştina Nagihan Akarsel, polîsê Silêmaniyê bi eşkere ragihandibû, ku di encama lêkolînên berfireh û hevkariya hêzên asayişa Hewlêr û Koyeyê de, tenê di nava çend demjimêran de piştî wê tawanê, ew kesên ku ber bi Hewlêrê ve direviyan, girtin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin belavkirin, kujerê Nagihan Akarsel ê bi navê Îsmaîl Peker ê ji bajarê Mamak yê herêma Enqere ya Tirkiyeyê ye. Xuya ye ew ji aliyê îstîxbarata Tirkiye Mît'ê ve ji bo pêkanîna cînayetê hatiye kirê kirin. Texmînên ku ew ji aliyê îstîxbarata Mît'ê ve hatiye wezîfedarkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya Balyozê Tirkiye ê li Iraqê Alî Riza Guney jî zêde bûn. Lê belê heta niha ji bo darizandina sûcdar û zelalkirina paşxaneya siyasî ya vê kuştinê, ti gavên qanûnî nehatine avêtin. Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî rayedarên Iraqî ti hewldanek ji bo ronîkirina vê kuştina derveyî hiqûqî û mehkûmkirina kujer û xwediyên wan nîşan nedane.”
Nagîhan Akarsel jiyana xwe fedayê eşkerekirina heqîqetê kir
Nagihan Akarsel li ser rêya Pirtûkxane, Arşîv û Lêkolîna Jinên Kurd a li Silêmaniyê ku saziyeke fermî ya tomarê ye ku wê tevî jinên din ava kiriye, rastî êrîşê hat. Nagihan Akarsel ji ber dilê xwe yê bi wêrekî û mêjiyê wê yê zelal bû hedef. Haya wê ji koka zilmê hebû ku heta îro hebûna azad a jin û gelê Kurd înkar dikir. Weke rojnameger û akademîsyen, weke Kovara Jineolojiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, weke pêşenga gelek projeyên lêkolînê yên Akademiya Jineolojiyê, wê jiyana xwe pêşkeşî lêkolîn û eşkerekirina heqîqetê kir. Nagihan Akarsel li hemberî zilm, dagirkerî û neheqiyê tucarî bêdeng nemaye. Lê wê jin û gelên ji hemû beşên civakê anî cem hev da ku ji bo jiyaneke hevpar a bi rûmet û azad bibin yek. Ji ber vê yekê jî Nagihan Akarsel bû stirî di serê dewleta Tirkiye de û bû hedef. Wê di kesayet û helwestên xwe de sê hêmanên dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kir yek. Ev dirûşma ji aliyê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve yên li dijî kuştina Jîna Emînî bi destê hêzên dewleta Îranê ve serî hildabûn, hatiye hildan û belav kirin. Ev sûc tenê 18 roj beriya ku Nagihan Akarsel bi destê qatilên taşeronî yên dewleta Tirkiye ve bê qetilkirin pêk hat.”
235.727 kes bi îmzeyên xwe piştgirî dan darizandina Erdogan
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo Erdogan bê darizandin tu gav nehatiye avêtin û wiha hat domandin: “Kuştina Nagihan Akarsel jî tevlî rêza kuştinên bêhiqûqî yên sîstematîk li dijî jinên Kurd bû yên ku di van çil salên dawî de ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin. Bi taybetî ji destpêka desthilatdariya AKP-Erdogan û vir ve, kuştinên derveyî hiqûqî yên li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurd li hundir û derveyî sînorên Tirkiyeyê zêde bûne. Ji xwe di Mijdara 2020’an de Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo ku Tayyip Erdogan û AKP’ê ji ber polîtîkayên qirkirina jinê bên darizandin, 100 sedem, yanî 100 bûyerên kuştinên derveyî hiqûqî yên jinan, raxist ber çawan. Bi îmzeyên xwe ve 235.727 kes piştgirî dan daxwaza darizandina Erdogan li gorî hiqûqa navneteweyî. Komîta NY ya li dijî Cudakariyên Li ser Jinan û Raportora Taybet Derbarê Tundiya li ser jin û keçan jî fikarên xwe dubare kirin ku hêjmareke zêde ji welatiyên sivîl ku piraniya wan Kurd in û di nav wan de gelek jin hene, bi hinceta 'operasyonên dij-terorê' ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewleta tirk ve hatine kuştin. Di heman demê de rayedarên NY bang li dewleta tirk kirin ku lêpirsîn, darizandin û cezakirina têrker a sûcdaran bike û daxwaz kirin ku ‘ji bo vê yekê bi alîkariya navneteweyî mekanîzmayeke lêpirsînê ya serbixwe û bêalî bê avakirin’. Lê belê ti ji van pêşniyaran pêk nehat.”
Sûc bêceza dimînin
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcdar bêceza dimînin û wiha hate gotin: “Êrîşên berevajî vê, rewş her ku diçe xirabtir dibe. Ji sala 2022'an û vir ve bûyerên kuştina jinên Kurd ên dervayî hiqûqê pir zêde bûne, ji ber ku sûcdar bi wê bawerê tevdigerin ku sûcên wan wê bêceza bimînin. Ev kuştinên qanûnên navneteweyî binpê dikin, di heman demê de bi êrîşên sîstematîk ên balafirên bêmirov li ser xaka Kurdan li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Tenê di navbera Çile û Hezîrana 2023’an de 53 kes bi êrîşên balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qetilkirin. Di nav wan de jinên siyasetmedar û pêşengên civakê jî hebûn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku delîlên zelal nîşan didin ku dewleta Tirk di salên 2013 û 2022’an de li Fransa/Parîsê qetilkirina pêşengên Tevgera Jinên Kurd sêwirand û wiha hate gotin: “Lê dîsa ev sûc heta îro bê ceza mane. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî di serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî de bi dehan jin ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin înfazkirin an jî bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Ji wan sûcdaran jî tu kes nehatine darizandin. Van mînakan hemû sûcê sîstematîk ên kuştinên derveyî hiqûqî ji aliyê hêzên dewletê ve li hemberî parazvanên mafê jinên Kurd, eşkere dikin. Em di wê baweriyê de ne ku tenê bi hesabpirsîna sûcdar û kirrûbirên wan ve, wê ji bo mexdûrên din ên kuştinên derqanûnî jî ber bi dadperweriyê ve gavekî girîng were avêtin. Bidawîkirina kirina kuştinên siyasî yên bêceza, derxistina sûcdar û kirêdarên wan ber dadê tê wateya pêşîgirtina li sûcên li dijî mirovahiyê yên pêşerojê.
Di daxuyaniyê de hat daxwaz kirin ku ji bo mafên jinan tedbîrên lezgîn û bandor bê girtin û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên pêwendîdar dikin ku bi lez tevbigerin. Bi daxwaza edaletê ji bo Nagihan Akarsel, em ji bo hemû jinên ku rastî kuştinên derveyî hiqûqî û cureyên din ên kuştina jinan hatine, edaletê dixwazin. Bi gotina Ni una menos! em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku ji bo parastina jiyan û mafên jinan tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.
Di daxuyaniyê de daxwaza rêxistinên jinan wiha hat rêzkirin:
“*Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbar û hemû berpirsên kuştina Nagihan Akarsel û hemû kuştinên siyasî.
*Girtina qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê ji bo Hêzên hewayî yên Tirkiyeyê, tevî balafirên bêmirov ên biçek û bêçek.
*Dewisandina Tirkiyê da ku êrîşên neqanûnî, siyaseta dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî parêzvanên mafên jinan û gelên li her deverên ku gele Kurd dijîn weke Iraq, Iran, Surî, Tirkiye rawestîne.
*Darizandina Erdogan û hikûmeta AKP’ê li gorî hiqûqa navneteweyî ji ber sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê, qirkirinên gel û jinan.
*Pêkanîna edaletê ji bo Jîna Emînî û hemû jinên din ên Îranê yên ku ji ber têkoşîna maf û azadiya jinan hatine kuştin, îşkencekirin an jî girtin.
Em wek îmzekerên vê nameya vekirî daxwaz dikin ku hûn daxwazên me wek daxwazên xwe bihesibînin û ji bo bidestxistina edaletê û pêşîgirtina li kuştinên nû gavên lezgîn bavêjin.”