Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd: Nazim û Cîhan şehîdên ragihandina azad in

Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan bîlgîn daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em ê xeyal û armancên wan bibin serî. Em ê li keda wan li mîrasa wan xwedî derkevin."

Navenda Nûçeyan- Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hatin qetilkirin. Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd têkildarî rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştaş daxuyanî da. ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên raginandinê dikin, û li civaka navnetewî hat kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk qirker û dagirker e ji heqîqetê, ji rastiyan ditirse. Derewan dike û dixwaze her kes ji derewên wê bawer bike. Her kî rabe û derewa wê li rûyê wê bixe, dike hedef, dixwaze wan tine bike. Ev dewleta hov û barbar bi balafirên xwe yên biçek û bêmirov herî dawî li Rojava du hevalên me, du rêwiyên heqîqetê qetil kirin. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan. 19’ê Kanûnê dema ji bo şopandina êrişên li ser gelê mezlûm ê Rojava ji Tişrînê berê xwe dabûn navçeya Kobanê Sirînê wesayîta wan hat bombekirin. Nazim û Cîhan şehîd bûn. Hevalê wan, ajokarê wesaîtê Ezîz hec Bozan jî birîndar bû.

Bi kamera û pênûsa xwe rastiyê ragihandin

Nazim û Cîhan li bakurê Kurdistanê dest bi karê rojnamevaniyê kiribûn. Cîhan bûbû belavkarê rojnameya Azadiya Welat û dixwest heqîqet bi rêya vê rojnameyê bikeve her malekê. Nazim jî li ajansa nûçeyan a Dîcleyê dest bi rêwîtiya ragihandina heqetê kiribû. Dema ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişî Kobanê kirin, hingê derbasî Kobanê bûn. Bi kamera û pênûsa xwe rastiyê ragihandin, li cem gelê xwe bûn. Li temamê Rojava, ji Kobanê heta bi Reqayê ew bûn neynika nîşandana heqîqetê. Kedeke mezin dan.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji siya heqîqetê jî ditirse, xwest bi qetilkirina wan ser rastiyan bigre. Ji qetilkirina Cengîz Altin heta bi Apê Musa û Gurbetelli Ersoz, ji Denîz Firat heta bi Gulistan û Hêro bi qetilkirinan nekarî ser hovîtiyên xwe bigre. Em bi hêrs in, lê em xemgîn nînin. Nazim û Cîhan bûn şehîdên heqîqetê. Ew şehîdên ragihandina azad in. Em ê xeyal û armancên wan bibin serî. Em ê li keda wan li mîrasa wan xwedî derkevin.

Li dijî sûcên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê

Ji bo ku ev hovîtî, ev êriş bên rawestandin, ji bo Nazim û Cîhan em bang li sazî û dezgehên raginandinê dikin, em bang li civaka navnetewî dikin. Bila li dijî sûcên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê. Dewleta Tirk şertekî din ê hiqûqa şer binpê kir. Rojnamevan hedef girt û ew qetil kirin. Em weke hevalên Nazim û Cîhan, em kedkarên ragihandina azad dava dikin ku dewleta Tirk were mehkemekirin û cezakirin."