Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye: Bedana jinan ne qada şer e

Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, der barê êrişên HTŞ'ê yên li ser jinên Elewî û Durzî yên li Sûriyeyê de daxuyaniyek da û wiha got: "Bedana jinan ne qada şer e."

Navenda Nûçeyan- Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, der barê êrişên HTŞ'ê yên li ser jinên Elewî û Durzî yên li Sûriyeyê de li gelek bajarên Bakure Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de balkişandin li ser rêxistinbûna jinan û peyama hevgirtinê hate dayîn.

Wan

Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, li Wanê derbarê êrişên HTŞ'ê yên li ser jinên elewî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. Jinan li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê a Wanê kom bûn û pankarta "HTŞ li Sûriyeyê jinên Elewî qir dike" vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Neslîhan Şedal, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr Gonul Uzunay, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji hêla endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Star a Wanê Meryema Aslan xwend.

‘Bedana jinan ne qada şer e’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê li dijî kirîn û firotina jinan, koletiya jinê û sûcên ku li dijî elewiyan pêk tê têbikoşin. Ji ber ku ji bo me aştî tê wateya avakirina jiyaneke wekhev û azad li vê herêmê. Em ê bi hemû jinan re Xeza, Rojava, Îranî, Suryanî, Elewî, Durzî, Ermenî, Asûrî û Kurd ku li hember şerê herêmî, desdirêjî û qirkirina ku ji hêla emperyalîst û siyonîstan ve ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û bazirganî tê kirin, ji bo jiyana xwe li ber xwe didin, piştgiriyê bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi hev re li dijî qirkirina li dijî elewiyan û di vê çarçoveyê de li dijî sûcên li dijî jinan têkoşînê mezin bikin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Riha

Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, li ber Parka Nova ya navçeya Xelîliye ya Rihayê bi şîara "Em li gel jinên elewî yên li Sûriyeyê ne, em li dijî komkujî û bavkaliyê serhildidin" li ser komkujiya jinên Elewî yên li Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Platforma Jinan a Rihayê, Komeleya Jinan a Mala Jinê û û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.

Metna hevpar daxuyaniyê ji hêla berdevka demê ya Platforma Jinan a Rihayê û di heman demê de koodînatora Jinan a OHD'ê ya Rihayê Mîzgîn Kurtoglu ve hat xwendin.