'Newekhevî bandorek mezin li ser jiyana jinên Mexrîbê dike'

Çalakvanê siyasî Îman Xanimî ya li ser rewşa jinan a li Mexrîbê axivî da zanîn ku li Mexrîbê jin herî zêde ji şert û mercên newekhev bandor dibin.

 RECAA XEYRAT

Mexrîb – Tevî ku 14 sal di ser qanûna sala 2011’an re derbas bûye, lê hemû biryarên di derbarê maf û destkeftiyên demokratîk û saziyan de nehatine bicihanîn û wekheviya jin û mêr pêk nehatiye.

Çalakvana siyasî û seroka rêxistina jinên kedkar Îman Xanimî diyar dike ku modela nû ya geşepêdanê cihekî girîng ji jinan re çêkiriye û rêyên berfireh ji bo beşdarbûna jinan di geşepêdana civakî ya berdewam de vekiriye.

*Hûn, nebûna siyaseteke giştî ya rasteqîn ku bingehên wê ji bo cîbicîkirina prensîba wekheviyê, bûdçeyek veqetandî û plana karekî zelal ji bo hemû beşên pêwendîdar ên hikûmetê heye, çawa dinirxînin?

‘Yên ku herî zêde tengasiyê dikişînin jin in’

Îman Xanimî wiha got: “Rewşa jinên Mexribê bi giştî beşeke ji rewşa nebaş a aborî û civakî ne, ji ber bihabûna jiyanê. Xwarin nayê kirîn, sotemenî û xizmet biha bûne û rêjeya bêkariyê di nav derçûyên zanîngehan de zêde bûye, girîng e ku hikûmet di heyameke wiha de ji pirsgirêkên civakî re çareseriyan bibîne. Bê guman, yên ku herî zêde ji vê rewşê tengasiyê dikişînin jin in. Her wiha ji ber belavbûna vîrusa korona jî bûne sedema gelek aloziyan. Tişta ku pirsgirêkan kûrtir dike, nebûna polîtîkayên taybet ên giştî yên di derbarê beşdarbûna jinan di pêvajoyên biryargirtinê de û berpirsyariyên jiyana gelemperiyê û di dema hilberînê de ye.”

‘Yek ji pirsgirêkên herî girîng ew e ku jin kêm tê dîtin’

Îman Xanimî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Zagona ku di sala 2011’an de hat derxistin, bi taybetî di mijarên têkildarî wekheviya zayendî de neket pratîkê. Hin xal hebûn ku di çarçoveya nivîskî de man û nehatin bicihanîn. Sîstemên desthilatdariya giştî û hikûmet bi xwe ne xwediyê siyaseteke rasteqîne ne ku bikaribe rewşa heyî wekî ku tê çaverêkirin çareser bike. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên îroyîn ewe ku jin kêm tê dîtin, ji ber vê yekê divê rayedarên giştî, çalakvanên qanûnî û rêxistinên sivîl hişyariyê bidin û civakê pêş bixin.”

‘Destkeftiyên jinan tên paşguhkirin û qanûn tên binpêkirin’

Îman Xanimî bal kişand ser wê yekê ku di cihên kar de keda jinê tê paşguhkirin û wiha got: “Jinên Mexrîbê di pêşketina aborî û bilindbûna rêjeya bêkariyê de, her wiha di derbasbûna bazara kar de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku karê jinan bi piranî di navbera karên demkî û demsalî de dimîne. Carnan jî jin bê pere dixebitin. Her wiha ji ber îstîsmara zayendî û ziman a li derdorên giştî û kar de, di çûn û hatina cihê kar de jî pirsgirêk hene. Her wiha bexçeyên zarokan jî nîn in. Em dibînin ku ferqeke mezin di navbera heqdestê mêr û jinan de heye. Bi giştî jinên kedkar ji zîhniyeta xizmetguzariyê tên. Her kes xizmên xwe digire û kesên xwedî rol û pispor dihewîne. Em dibînin ku destkeftiyên jinan li ser refikan hatine rêzkirin, cihên rêveberî û berpirsyariyan ji heval û xizmên wan re ne. Di encamê de giştî destkeftiyên jinan tên paşguhkirin û qanûn tên binpêkirin.”

*Em vegerin ser projeya modela pêşkeftina nû. Bê guman rê li ber beşdarbûna jinan di pêşketina aborî û civakî de û xurtkirina derfetên kar vedike, lê di asta rastî de em ji van dûr in. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Îman Xanimî got: “Dema ku em naveroka projeya modela nû ya pêşveçûnê dixwînin, em dibînin ku ji ber têkiliya di navbera pêkanîna geşepêdanê û pêşvebirina zayendê de, cihekî girîng dide jinan, rê li ber wan vedike ku di pêşveçûna civakê de berdewam bin. Rêjeya mezinbûnê û şaristaniya civakî û destkeftiyên jinan di warê mafên xwe yên aborî, civakî, siyasî, çandî û jîngehê de bi giştî di heman perspektîfa xala 19’an a qanûnê de ye. Em bang dikin ku li gorî xala 19’an a Destûra Bingehîn a Mexrîbê û li gorî hiqûqa navneteweyî qanûn û makezagonên heyî bên çêkirin.”

*Jinên li gundan bi taybetî ji perwerde, kar, xizmetên tenduristiyê û hwd mehrûmin. Her wiha tu bernameyek ji bo peydakirina pêdiviyên jinan ên di komên gundan de tune ye. Hûn vê mijarê çawa dibînin?

‘Jin di gihandina dibistan û nexweşxaneyan de rastî zehmetiyan tên’

Îman Xanimî wiha bersiv da: “Axaftina li ser rewşa jinên gundî bi taybetî axaftineke bi êş e, ji ber ku jinên gundî heta niha veşartî ne û ne xwediyê binesaziya bihêz in û di gihandina dibistan, nexweşxane, cihên kar û xizmetguzariyên bingehîn de rastî zehmetiyan tên. Pirsgirêkên xizanî û bihabûna bilind heye, her wiha pirsgirêka aborî û lewazbûna hêza karker a jinan bi giştî heye. Her wiha li hin gundan keç zû dizewicin, di encamê de asta xwendina wan kêm dimîne û rêjeya jinên nexwenda jî zêde dibe.” Îman Xanimî yek ji sedemên berdewambûna van rewşan wiha nirxand: “Yek ji sedemên berdewambûna van rewşan jî lewazbûna beşdariya siyasî ye, her wiha jin di meclîsên hilbijartî de cih nagirin û bi giştî lewazbûna çûna wan a navendên biryardanê. Ji ber vê sedemê dengê jinan nayê bihîstin û tevlîbûna wan a di pêvajoyên biryardanê de lewaz dimîne.”