Îlham Ehmed: Destûra ku hat ragihandin temsîla civaka Sûriyeyê nake

Îlham Ehmed di rûniştina dîyalogê ya têkildarî lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de axivî û got: “Komîteya destûrê û madeyên wê nûnertiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê nakin.

Hesekê – Platforma Defacto komxebatek diyalogî derbarê lihevkirinên Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li Havîngeha Şeto ya bajarê Hesekê li dar xistin. Di komxebatê de rêxistinên civaka sivîl, şande ji rêvbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û eşîreyên Ereb amade bûn.

Di rûniştineke diyalogê ya bi navê "Lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê de" ya li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin de, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed hin xalên diyalogê şîrove kirin. Di rûniştinê de rewşenbîrên û kesên girîngiyê didin rewşa siyasî amade bûn.

‘Pêdivî bi nîqaşên berfireh heye’

Îlham Ehmed got: "Peyman gelek aliyên ji bo civakê bi giştî çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li erdnîgariya Sûriyeyê de vedihewîne. Ji lew re ev peyman xwedî gelek xalên şaxî ne û pêdiviya wê bi nîqaşên berfireh heye ku lihevkriinên berfireh di çarçoveya Sûriyeyê bi giştî de werin pêkanîn."

Îlham destnîşan kir ku hin têbînî li ser performansa desthilata Şamê hene, bi taybet ji bo pêvajoya "Danezana destûrî", avakirina hikumetê, divê ew werin çareserkirin. Îlham wiha got: "Rêveberiya li Şamê bepirs e ku bersiva pirsên civaka Sûriyeyê û pêkhateyên Sûriyeyê li ser madeyên destûrî bide."

Îlham wiha domand: "Piştî peymanê yekser, "Danezana destûrî" ya demkî hat derxistin. Têbîniyên me ji bo danezanê hene û ji bo van xalan têkiliyên me didomin. Danezana destûrî beriya peymanê hatibû amadekirin, piştî peyman hat ragihandin danezana destûrî jî hat derxistin. Dikarî derxistina danezanê bihata paşxistin, ji bo ku komîte û madeyên wê bihatana nîqaşkirin. Ji ber ku komîteya destûrê nûnertiya piranî civaka Sûriyeyê nake.

‘Nûnertiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê nakin’

Îlham Ehmed wiha li gotina xwe zêde kir: "Hemû dizanin ku komîteya destûrê û madeyên wê nûnertiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê nakin." Têkildarî rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îlham wiha pê de çû: "Tiştê di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye ragihandin peymaneke giştî bû. Dema komîte bên avakirin wê nûnerên van pêkhateyan hebin. Ew ê komîteyên sivîl û siyasî bin."

Der barê komîte û demên wan de jî Îlham wiha axivî: "Ji bo avakirina komîteyan hîna me ev pêvajo heta niha derbas nekiriye. Di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de tenê hevdîtinek çêbûye û li ser xalên giştî ên têkildarî dîroka destpêkirina dan û standinan hatin nîqaşkirin." Îlham wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi awayekî cidî girîngiyê didin ser xurtkirina bendên peymanê tevî girîngîdayîna şaxên van bendan, da ku şênî bi giştî ewle bin û bigihînin Sûriyeyeke nû."

Der barê xebatên QSD’ê û Rêveberiya Xweser ên salên borî de Îlham diyar kir ku di dirêjahiya salên borî de her du aliyan di mijarên rêveberiyê yan jî pirrengî û parastina pransîbên mirovan û mafên siyasî de mîraseke dewlemend pêk anîn û got: "Bandora QSD’ê û Rêveberiya Xweser li ser rewşa Sûriyeyê xurt e û destkeftiyên wê jî dewlemend in."

Her wiha Îlham wiha berdewam kir: "Dema em li ser pêvajoya veguhêz diaxivin, em li ser mafên tevahî Sûriyeyê diaxivin ne tenê li ser mafên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

‘Pêdivî bi pergaleke dûrî desthilat, nijadperestî û mezhebperestiyê heye’

Der heqê vê mijarê de Îlham Ehmed wiha got: "Pêdiviya me bi pergaleke dûrî desthilat, nijadperestî û mezhebperestiyê heye, ji wê zêdetirî pêdiviya me bi pergaleke mafên tevahî gelên Sûriyeyê biparêze, heye." Îlham Ehmed diyar kir ku gavên desthilata şamê lez bûn û piranî jî nelêkolînkirî bûn, rêjeyeke mezin ji gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wî di serî de jin, hatin paşguhkirin û bidûrxistin. Îlham Ehmed anî ziman ku pêdiviya Sûriyeyiyan bi awayekî lezgîn bi guhertina destûra berê û guhertina "Danezana destûrî" ya niha, heye da ku Sûriye tûşî krîzên dîtir nebe.

Îlham Ehmed teqez kir ku QSD’ê ji bo dabînkirina pêvajoya veguhêz a rast û adilane li Sûriyeyê QSD’ê garantor e û wiha anî ziman: "Hin hewlên pêkanîna xalên peymanê ji bo gihandina ber bi rewşa saxlim li Sûriyeyê hene, lê dibe ku demê bixwin, her wiha asoyên nû li pêş pêvajoya guhertinê vekin. Rojên bê wê şahidê pêkanîna pêvajoya guhertin an nepêkanînê bin."

Der barê saziyên desthilata Şamê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê de û rawestandina wan bi hilweşîna rejîma Baas’ê re Îlham wiha axivî: "Sazî ji hêla desthilata Şamê ya berê ve dihatin birêvebirin, piştî hilweşîna rejîmê ev sazî ji kar rawestiyan, ji ber rêveberiya nû girîngî neda van saziyan. Ev mijar hemû jî mijarên dan û standinê ne û wê di pêşerojê de li ser çareserkirin û lihevkirina şêweyên van saziyan nîqaş bên kirin."

Xetên sor ên Rêveberiya Xweser

Têkildarî xetên sor ên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tawîzdana wan red dike de Îlham wiha got: "Ne pêkan e dev ji mafên çandî û neteweyî yên pêkhateyan û azadiya olî, mafên fêrbûna bi zimanê dayik, mafên siyasî, pergala rêveberî ya nenavendî, berdvin. Ev mijar bazarî li ser nabin û tawîz jî nayên dayîn û dê xalên bingehîn bimînin û li ser lihevkirin çêbin, her wiha dev ji mijarên ewlehiya hundirîn û aborî jî bernadin." Îlham da zanîn ku pergala rêveberî pergala rêvebirina hevbeşî ye, anku nenavendî li ser esasê etnîkî nabe, lê belê dê di çarçoveya pergala rêveberî ku tê de hemû pêkhate hevbeş bin, weke modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Îlham Ehmed diyar kir ku pêwîst e îsrar û xwestekên berdewam ên ji bo guhertinên destûrê de hebin ku destûreke adilane li gorî civaka Sûriyeyê bê sazkirin û got: "Pêdivî bi xebateke di çarçoveya çalakiyên siyasî de, çi ji aliyê rêxistinên siyasî yan jî rêxistina civaka sivil dibe, heye." Îlham Ehmed diyar kir ku hevkarên sereke yên avakirina Rêveberiya Xweser xwedî maf in û çi pêvajoyên siyasî hebin pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin nava xwe û ew xwedî rol in ku mafên xwe tesbît bikin.

Têkildarî vê mijarê de Îlham Ehmed wiha domand: "Metirsî hîn jî hene, nexasim ku aramî bi awayê ku tê xwestin nehatiye pêkanîn. Nakokî û destwerdanên ji derve jî hene, gef jî hene. Em hewl didin bi aliyên navneteweyî re têkiliyê bikin da ku lihevkirin û tifaqên wan dûrî gelê Sûriyeyê yan jî her pêkhateyeke wê bin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew ê bi rêya dan û standinên dîplomasî û li gorî rewşê, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê bixebitin. Der barê xala agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û TirkiyeYê de Îlham Ehmed got: "Em hewl didin têkiliyên xwe bi dewletên cîran re baş bikin û baş bibin. Tirkiye jî yek ji dewletên sereke ye ku em naxwazin şer di navbera me de hebe. Em hewl didin têkiliyên xwe di gelek aliyan de baş bikin û ji bo misogerkirina ewlehiya Tirkiye û Sûriyeyê lihevkirinê bikin.

‘Însiyatîfa ku Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye pir girîng e’

Îlham Ehmed diyar kir ku Amerîka di pêvajoya agirbestê de xwedî rola girîng e, lê heta niha aramî û agirbest di navbera Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk de heye. Îlham Ehmed hêvî kir ku ev rewşa aram bidome û hemû êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê rawestin.

Der barê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de Îlham Ehmed got: "Însiyatîfa ku Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye pir girîng e û em hêvîdar in dewleta Tirk bi erênî nêzîkî mijarê bibe. Hinek sarbûn ji aliyê Tirkiyeyê ve heye. Hikumeta Tirkiyeyê berpirsa pêşxistina vê pêvajoyê ye. Xwedîderketina li wê însiyatîfê pir girîng e û dê bandorên erênî li Sûriye û dewletên derdorê bike."

Vegera Koçberan

Der barê mijara koçberan de Îlham Ehmed got: "Em ji bo vegerandina şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dixebitin. Lê belê em li bendê ne ewlehî li wir were pêkanîn da ku rastî girtin û binpêkirinan neyên.” Îlham Ehmed da zanîn ku ew ji bo misogerkirina vegera ewle ya koçberan bi aliyên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û aliyên fermî yên desthilat Şamê re di têkiliyan de ne.

Îlham Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina koçberan di bin garantiyên navneteweyî de, bi hemû rêbazan dixebitin û axivî: "Misogerkirina vegera ewle berpirsiyariya desthilata Şamê ye jî.” Di dawiya axaftina xwe de Îlham Ehmed got: "Divê tevahî mal û milkên koçberên vedigerin warê xwe bên dayîn û li gel hin komîteyan tevahî îsbatên mal û milkên koçberan hene û wê ev rewş bi rêveberiya Şamê re bê şopandin."