Îlham Ehmed: Bi mudaxeleyên derve biryara beşdarbûna bi 3 tumenan hat betalkirin
Îlham Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de hatibû qebûlkirin ku HSD weke 3 tumenan tevlî bibe lê bi mudaxeleyên derve ev biryar hat betalkirin.
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî naveroka hevdîtinên bi Şamê re axivî. Îlham Ehmedê diyar kir ku Şamê ewil qebûl kir ku HSD bi 3 tumenan tevlî artêşê bibe lê piştre bi “mudaxeleyên derve” ev biryar hat betalkirin û “tevlîbûna ferdî” hat ferzkirin.
Îlham Ehmedê bal kişand ser rola DYA’yê ya di hevdîtinan de û got: “Weke navbeynkar û garantor, hebûna DYA’yê ya di hevdîtinan de bi taybetî jî ji bo cîbicîkirina peymanan ji bo me girîng e. Ji bo nêrînên me hîn bibin û van bigihîjînin Şamê, xwestin hevdîtinê bikin. Di navberek de Şamê qebûl kir ku HSD weke sê tumenan tevlî bibe. Dema em bi Ahmed El Şara re rûniştin, Amerîkayî jî amade bûn û mijara sê tumenan qebûl kir. Piştre ev mijar hat sekinandin. Em wisa bawer in ku ji derve mudaxele hat kirin û dîsa vegeriyan ser mijara tevlîbûna ferdî.”
Îlham Ehmed anî ziman ku divê Cizîr, Hesekê û Kobanê di bin rêveberiya gel de bin û got: “Hewce ye çarçoveyeke ku rê dide gelê herêmê xwe birêve dibe esas were girtin. Ne şert e ku ev tenê ji Kurdan pêk were. Suryan û Ereb jî hene. Divê kesên bi salan e di saziyên xizmetê de dixebitin û ewlehiya hundirîn diparêzin, rêveberiyê bidomînin.”