Êzidiyan Cejna Cimaya Şerfedîn pîroz kirin
Cejna Cimaya Şerfedîn ku yek ji cejnên girîng ên civaka Êzidî ye, bi beşdariya bi hezaran kesan hat pîrozkirin.

Şengal – Cima tê wateya ‘Kombûnê.’ Dema gelek kes li hev kom dibin jê re dibêjin Cima. Peyv bi xwe erebî ye û bi Kurdî jî dibe kombûn. Cejna Cima du rojan berdewam dike. Roja yekem roja amadekariyê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye.
Li gorî daneyên oldar, dîroknas û kesayetên Êzidiyan, di dîrokê de Êzidiyan li hemberî dagirkeran şer dikir, di nava şer de bûn. Hemû hewldanên serdestan ew bû ku van cihên pîroz ên Êzidiyan tune bikin. Lê bi berxwedan û berdêlên giran Êzidiyan cihên xwe yên pîroz parastin. Wê demê weke niha bi hêsanî gel nikaribû li hev kom bibe. Lewre her goristanek roja wê hatibû diyarkirin. Di wê rojê de her kesê berê xwe dide cihê Cimayê û cejna xwe pîroz dikin.
Di Cejna Cimayê de goristan û cihên pîroz tên nûkirin. Di roja duyemîn a cimayê de deriyên di nava qubê de tên nûkirin. Perî ji qumaşên ji rengên kesk, sor û zer pêk tên û di nava Qubê de tê danîn. Kesên ku diçin ziyareta goristanê girêkan li wan periyan didin û daxwazên xwe ji Xwedê dikin.
Cejna Cimaya Şerfedîn ku yek ji cejnên girîng ên civaka Êzidî ye, bi beşdariya bi hezaran kesan hat pîrozkirin. Di cimaya ku rastî eleqeyeke mezin hat de, jin bi cilên spî yên ku sembola Êzidayetiyê ne tevlî cejnê bûn.
Cimaya Şerfedîn ku du rojan berdewam kir îro bi siwarkirina periyan û bi tilîlî û govendê bi dawî bû.
Jinên ku tevlî Cimaya Şerfedîn bûn hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
Jina ciwan Bêrîvan Şengalî diyar kir ku ji ber hatina cejna Cimaya Şerfedîn gelek kêfxweş e û wiha got: “Hatina Êzidiyan a Cimaya Şerfedîn cihê serbilindiyê ye û ez vê cejnê li hemû Êzidiyan û şehîdên Êzidxanê pîroz dikim. Lazim e her sal Êzidî werin vê derê û cimayên xwe pîroz bikin û bibin yek. Ji hêla din ve bi cilên Êzidiyan, pîrozkirina cimayê cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Dubare ez cejna Cimaya Şerfedîn li hemû Êzidiyan pîroz dikim û dibêjim ku divê hemû Êzidî bibin yek.”
Madlîn Qasim jî cejna Cimaya Şerfedîn li hemû Êzidiyan, ên ku hê jî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne û şehîdên Tilizêr pîroz kir.