Êzidî ferman û berxwedan

Êzidî dibêjin: "Avabûn û rastiya cîhanê pir li dûr negere cîhan pir nêzî te ye. Ji bo famkirina vê rastiyê famkirina hêkê bes e." Jinên Êzidî 11 salan bi sekna xwe, li Şengalê pêşî li ronasensê vekirin, li qadên berxwedanê di refên pêş de cihê xwe girtin.

Navenda Nûçeyan – Her bawerî xwedî felsefeyek e. Her baweriya ku wateya xwe dîtiye, di nava awayê civakbûnê de dijî û bi pêş dikeve. Bîrdozî yan jî felsefeya jiyanê ya ku civak weke baweriyê xwedî lê derdikeve, bi herikîna demê re, bi riya rîtuelan, zindî tê dimîne. Baweriya Êzidayetiyê jî ji bo civakîbûna xwe biparêze, hewl dide bi rîtuelên xwe yên baweriyê yên ku bi avabûna gerdûnê dest pê dikin û behsa çerxa demê dikin, hewl didin hebûna xwe bidomînin. Aliyê herî çalak ê baweriya Êzidayetiyê, her avabûna di gerdûnê de bi coşa cejnê pêşwazî dike.

Ev bawerî hemû merheleyên çêbûna gerdûnê û cîhanê weke cejn pîroz dike û pîrozî dibîne. Ji ber vê sedemê di Êzidayetiyê de gelek cejn hene.

Li gorî Êzidiyan çerxa demê di meha Nîsanê de dest pê dike, cîhan di vê mehê de hatiye afirandin. Ev yek jî Nîsanê dike destpêka salê. Li gorî baweriya Êzidayetiyê, merheleya çêbûna cîhanê heft roj domiyaye. Destpêkê xweza zindî bûye, dûre şaneyên ajalan zindî bûne û herî dawî mirovan rûyê erdê dîtine. Veguherîna enerjiya gerdûnê ya madeyê, piştî ku made bûye xwedî form, cîhan ava bûye û dûre zindîbûna jiyanê li gorî baweriya Êzidayetiyê pîroz û mûcîzewî ye.

Her aheng û hevsengiya di dema avabûna cîhanê de derasayî tê dîtin û ev yek bi cejnan tê pîrozkirin.

Êzidî, bawer dikin ku gerdûn bi teqîneke mezin ava bûye. Zereya herî biçûk a atomê jî bi baweriyê xwedî dibe. Gelek Êzidiyên zana û extiyar perçeya herî biçûk a atomê weke “Zir” bin ava dikin; ango zere. Her tiştê ku bi qasî zereyê biçûk e zir e. Di Şarşema Serê Salê de hêkên ku li hev dixin û dişkînin tên vê wateyê: Cîhan jî bi teqînek çêbûye û erd wisa derketiiye holê. Dema ku qalikê hêkê yê hişk û qalind dişkê, zareke zirav derdikeve holê. Êzidî ji vê zarê re dibêjin; “Azon.” Ev yek jî tê wateya tebeqeya ozonê. Bi vê şibandinê, avabûna cîhanê bi hêkê tê sembolîzekirin. Ji aliyê felsefî ve jî wateyek wiha heye.

Êzidî dibêjin:
"Avabûn û rastiya cîhanê pir li dûr negere; cîhan pir nêzî te ye. Ji bo famkirina vê rastiyê, famkirina hêkê bes e."

Yekbûna dijberiyan û bingeha rastiyê

Li gorî baweriya Êzidayetiyê, cîhan bi yekitiya dijberiyan derketiye holê. Başî-xirabî, tarîtî-ronahî, dirêj-kurt, sar-germ. Heta di avabûna vê baweriyê de jî ahega van dijberiyan heye. Xwîna sor û spî bi hev re dibin jiyan. Ev yekitî bi benên sor û spî yên navê “basimbar” li wan hatiye kirin tê sembolîzekirin. Ev baweriya ku bi yekitiya dijberiyan heye, baweriya Êzidayetiyê kuantumîk dike lewre xwezaya gerdûnê, bi awayê bihevrebûna dijberiyan teşe digre. Ji ber vî aliyê xwe, Êzidayetî, avabûna gerdûn û cîhanê weke çavkaniya bingehîn a rastiyê dibîne. Ev yek jî nîşan dide ku kokên vê baweriyê çendî kevn û kûr in. Di gotinên pîroz ên Êzidiyan di qewlan de, avabûna gerdûnê; helîna qeşayan, bi pêvajoyên cudabûna av û axê, merhele bi merhele tê vegotin. Mînak di qewlek de wiha tê gotin:

“Ey rok! Dema ku tu li Laleşê derketî hemû zindî şîn bûn; her tiştê li ser rûyê erdê, bû xwedî reng.”

Civaka Êzidî û pêvajoya dîrokî ya di bin siya fermanan de

Civaka Êzidî di tevahiya dîrokê de, bi gelek pêlên qirkirin, sirgûn û komkujiyan re rûbirû maye. Tenê li çiya û deştên Şengalê, 36 ferman çêbûne. Li dijî Êzidiyan ji bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê heta xeta Mereş-Dêrsim heta çiyayên Colemêrgê li erdnîgariyeke berfireh gelek komkujî çêbûne; di encama van êrîşan de bi milyonan Êzidî ji baweriya xwe dûr ketine, bi hezaran hatine kuştin û gelek ji wan jî neçar mane xwe bispêrin çiyayên Şengalê. Lê piştî li Şengalê bi cih bûne jî dorpêç û qirkirin li ser wan domiyaye. Li Şengalê heta roja me ya îro 36 ferman çêbûne. Herî dawî di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve fermana 74’an a herî hovane û xwînmij bû.

Êzidayetî û birînên kûr ên 74 fermanan

Di baweriya Êzidayetiyê de Xwedawenda Rojê Şê Şems, bereketê dide axê, jiyanê didomîne û hebûneke pîroz e. Her mirov dema diwelide di rastiyê de perçeyek ji Êzdayetiyê ye. Lewre Êzidayetî, felsefeya jiyanê ya bi cewherê hebûnê û rîtma xwezayê re di nava ahenge de ye. Xwezayê nas dike, bi ruhê wê dizane û ji xwezayê çavkaniya zanebûna jiyanê hîn dibe. Di serdemên dîrokî de, ferman her dem li ser vê axê dubare bûne, herî zêde zirarê daye Êzidayetiyê û cewherê wê. Civaka Êzidî vê felsefeya jiyanê li demê belav kiriye, bi her fermanek re perçeyek xwe winda kiriye û ev perçebûn, heta fermana 74’an domiyaye.

Gelekî bifikirin, bi fermanên ku bi sedsalan dubare bûne, sedema jiyanê ji dest hatiye girtin, bi ser de jî di sala 2014’an de bi êrîşa hovane ya DAIŞ’ê re bi fermana 74’an re birînên ku hê qalik negirtibûn, bi birînên mezintir vebûn. Gelê Êzidî vê carê ne tenê canê xwe, bi xetera windabûna nasname, bawerî, bîra xwe ya dîrokî û pêşeroja xwe re rûbirû ma.

Êzidayetî bi vê îxaneta kûr û bandora vederkirinê, ji feslefeya xwe ya jiyanê, ji cehwerê xwe hinek din hat dûrxistin. Piştî fermanê, li hembêza çiyayên Şengalê de bi zorê bêhnê girt; hat merheleyek wisa ku got qey êdî her tişt bi dawî bûye. Tam di wê demê de yên ku hatin hawara Êzidiyan gerîlayên PKK’ê bûn. Civaka Êzidî ya di kelegerma havînê de li çol û çiyayan belav, li erde mabû, bi saya gerîlayan rizgar bûn, xwe li jiyanê girtin. Gelê Êzidî wê rojê ji nû ve bêhnê girt, hem bêhna berxwedanê hem jî ya hêviyê.

Ferman îxanet û birînên ku nayên jibîrkirin

Beriya fermanê nifûsa şengalê nêzî 360 hezar bû. Gelê Êzidî berê xwe da çiyayên Şengalê, bi saya gerîlayên tevgera azadiyê rizgar bûbû. Kesên gihîştibûn çiyayan rizgar bûbûn ên mabûn jî yan hatibûn kuştin, an jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin. Beriya fermanê 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê yên ji bo parastina Şengalê peywirdar bûn û nêzî 7 hezar hêzên parastina Iraqê, bêyî ku guleyek bavêjin, Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Vê yekê bû sedem ku gelê Êzidî bê parastin û bêçare bimîne.

Heta îro ji 90’î zêdetir gor hatine tesbîtkirin. Bi sedan gor hene, 10 hezar Êzidiyên ku zêdetirî wan jin û zarok in ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Her çend daneyên Neteweyên Yekbûyî bêjin 7 hezar e jî ji ber gorên komî yên nehatine vekirin û negihîştina belgeyên rast, hejmara rastîn diyar nebûye.

Vê helwesta pêşmergeyên PDK’ê, ji aliyê civaka Êzidî ve weke îxanet hat nirxandin. Vê îxaneta ku bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re bû yek, li ser civaka Êzidî travmayeke kûr hişt. Ev êş tenê ne bi sala 2014’re bi sînor ma heta niha weke birîneke heta îro nekewiyaye maye.

Li çiyayên Şengalê agirê berxwedanê: Xeta parastinê ya gerîlayan

Gerîlayên ku ji bo azadiyê têdikoşin weke 12 siwariyên Derwêşê Evdî li çiyayên Şengalê xeteke parastinê ava kirin, ji bo gel bûn sîper. Gerîlayên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêeman raber kirin, tenê şer nekirin; ji bo civaka Êzidî koridora hêvî û jiyanê vekirin. Bi saya vê yekê senaryoya ku ji bo qirkirina tevahî civaka Êzidî hatibû amadekirin û plana li ser Şengalê vala hatin derxistin. Bi vekirina koridora mirovî re, bi hezaran Êzidî hatin rizgarkirin, civaka Êzidî tevî êşên mezin jî hebûna xwe parast. Serkeftina vê serdema dîrokî bi saya fedakarî û biryardariya gerîlayan bû.

Bi van hemû êrîşan re, çiyayên Şengalê ji bo civaka Êzidî ne tenê bû stargeh, di heman demê de bû cihê parastina mezin û ewlehiyê. Ciwanên Êzidî, di warê parastinê de xwe bi rêxistin kirin, di bin banê YBŞ’ê de bûn yek. Di vê xeta berxwedanê de rola jinan jî bû werçerxa dîrokî. Di êrîşên DAIŞ’ê de yên birînên mezin li jiyana wan vebûn jin bûn. Her ku êşên wan jan dan, ber bi refên pêş ên şer ve beziyan. Bi cesaret, biryardarî û berxwedêriyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Her ku şer kirin bi hêz bûn; bûn xwedî îrade û bixwebariya wan zêdetir bû.

Jinên Êzidî di bin banê YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) de xwe bi rêxistin kirin, bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ji gerîlayên jin girtin, ne tenê bûn şervan, di heman demê de bûn pêşengên civaka xwe. Bûn yekem hêza parastinê ya jinan a Iraqê. Îro jî bi berxwedan û sekna xwe ya li Şengalê, ne tenê ji bo civaka Êzidî, ji bo hemû jinên cîhanê, di riya berxwedanê de dibin îlham. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinên Êzidî wiha pênase dike: “Jinên Êzidî pêşengên sereke yên vê têkoşînê ne. Tevî êrîşên herî giran jî, tu carî serî netewandin. Bi berxwedana li Şengalê hem ji bo xwe hem jî gelên din, hêviya jiyana bi rûmet ji nû ve geş kirin.”

Jinên Êzidî 11 salan bi sekna ku raber kirin, li Şengalê pêşî li ronasensê vekirin. Jinan li qadên berxwedanê di refên pêş de cihê xwe girtin, di rêxistibûna her warê jiyanê de, fedakariyên mezin kirin. Bi sekna li dijî zayendperestiya civakê têkoşiyan, zanînê esas girtin û di avakirina civaka demokratîk a Şeganlê de pêşketinên mezin bi dest xistin.

Di têkoşîna 11 salan de heta niha ji aliyê QSD, YPG û YPJ’ê ve bi hezaran jinên Êzidî, mêr û zarok hatine rizgarkirin.

Nasnekirina qirkirinê û têkoşîna gelê Êzidî

Welatên cîhanê hê jî di warê nasnekirina qirkirina li ser civaka Êzidî de bi îsrar in. Gelek welat, ji bo ku hevkariya wan a bi DAIŞ’ê re eşkere nebe, polîtîkaya jinedîtin nebihîstin û bêdengmayînê didomînin. Vê înkar û bêdengiyê, lêgerîna edaletê ya civaka Êzidî giran û asteng dike. Têkoşîna bênavber a Êzidî û Kurd dimeşînin, di encama zexta raya giştî û hewldanên rêxistinên mafên mirovan de heta niha 18 welatan bi awayê fermî qirkirinê pejirandin lê Iraqa ku li axa wê vî sûcê hat kirin, hê jî qirkirina li ser Êzidiyan nas nekiriye; heta li dijî rêxistinbûna demokratîk a cewherî û xweser derketiye, siyaseta înkarê tercîh kiriye.

Li aliyê dem di rojên ku DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kiribû de polîtîkaya PDK’ê ya xwevekişandin û terikandina wê dere, bûye sedema hêrs û berteka mezin a civaka Êzidî. Vê berteka civakî, li ser PDK’ê zexteke mezin çêkiriye. Di encama vê zextê de Parlamentoya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, neçar ma roja 3’yê Tebaxê “Roja Qirkirina Êzidiyan” îlan bike.

Azadbûna Şengalê û vejîna civaka Êzidî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Êzidayetî ji bawerî û kevneşpiyek zêdetir e. Bi xwezayê re jiyana di nava aştiyê de esas digre. Ji ber vê yekê ku pergalên zordar, her dem Êzidiyan ji bo xwe bi xeter dibînin lewre Êzidiyan şopên jiyana wekhev û azad heta roja îro anîn. Dema ku rastî zilm û zordariyên mezin hatin, paşve gav navêtin, xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi baweriya dîrok û azadiyê pêçan. Hewl dan ziman û baweriya wan qedexe bikin lê ew li çanda xwe xwedî derketin, parastin û hiştin. Dema ku tunekirin li ser wan hat ferzkirin, careke din xwe ji xweliya xwe afirandin.”

Civaka Êzidî, di sala 2015’an de bi saya gerîlayên têkoşîna azadiyê, şervanên YPG-YPJ’ê yekîneyên ciwanên Êzidî û piştgiriya dayikên Êzidî, li navenda Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî demdirêj meşandin. Piştî vê berxwedana bi biryar, Şengal bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Azadiya Şengalê, bû sedem ku civaka Êzidî din ava pergaleke demokratîk û xweser de xwe ji nû ve bi rêxistin bike û dawî li dîroka ku bi êşên fermanan hatibû dagirtin bîne. Gelê Êzidî êdî tenê bi parastina hebûna xwe bi sînor nema di heman demê de li ser bingehek civakî û parastinê xwe ava kir, ji bo gelên Rojhilata Navîn modeleke li ser esasê çareseriyê peşkeş kir. Pergala Şengala xweser a bi pêşengiya jinan bi pêş dikeve, bi jinan teşe girt. Îro civaka Êzidî fermanên ku di dîrokê de dîtine mehkûm dike; dikare ji mîmarên fermanan hesab bipirse; bi sekna xwe ya xwedî bawerî, nasname û neteweyî gihîştiye xeta hebûnê.

Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan bi gotinên; “Gelê Êzidî bi tenê nîn e. Bi 73 fermanan re êşên mezin kişand lê bi berxwedanê gihîşt van rojan. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a em bi pêş dixin re dê ferman êdî çênebin. Dawî li fermanan hat. Hebûna wan a li vê erdnîgariyê ji bo hemû kesên ku aştî û xwişkîtî-biratiyê dixwazin rûmet e” nîşan dide ku gelê Ezidî bi paradigmaya neteweye demokratîk jiyana nû ava kiriye.”

Civaka Êzidî, îro bûye parçeyek paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya  jinan, li dijî tarîtiya fermanan ronahiya xwe afirandiye.

Êzidî, zêdetir ji aliyê erdnîgarî ve li çiyayên Şengalê; li herêmên Şêxan û Laleş ên Başûrê Kurdistanê û gelek bajar û gundên Bakurê Kurdistanê dijîn. Li Rojavayê Kurdistanê jî Êzidî, di bin banê Rêveberiya Xweser de bi bawerî û nasnameya xwe hebûna civakî ya cewherî ava kirine.