Nêrgiz Mihemedî ji nexweşxaneyê derket

Nêrgiz Mihemedî piştî 16 rojan li nexweşxaneyê derket. Di heman demê de, çalakvanên mafên mirovan li ser rewşa tenduristiyê û astengiya pêşiya dermankirina girtiyên wekî Zeyneb Celaliyan, Warîşe Muradî, û Pexşan Ezîzî hişyarî dan.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Nêrgîz Mihemedî ragihand û got ku piştî 16 rojan îro Nêrgîz Mihemedî ji nexweşxaneyê derketiye. Li gorî daxuyaniya weqfê, Mihemedî ji 11 heta 20’ê Nîsanê li Nexweşxaneya Zencanê û ji 10 heta 18’ê Gulanê li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Pars a Tehranê hatiye dermankirin, li wir emeliyata anjîoplastî bûye û ji bo tansiyona bilind jî hatiye derman kirin.  

Nêrgîz Mihemedî, çalakvana siyasî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, di Kanûna pêşîn a borî de di merasîma cenazeyê parêzer Xosrew Alîkardî de li Meşhedê hate girtin û paşê cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Weqfa Nêrgiz Mihemedî ragihand ku, li gorî nerînên pisporên dil û mejî, ew hîn jî hewceyê lênêrîna bijîşkî ya pispor e û divê herî kêm mehekê di bin çavdêriya bijîşkî de bimîne û fîzyoterapî ya rojane bike.

Li gorî encamên testên bijîşkî yên ku berê hatine weşandin, malbata wê diyar kir ku ji ber salên girtîgehê û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş, laşê Nêgiz nikare li hember stresa zêde bisekine û ew hewceyê pêvajoyek dermankirinê ya demdirêj û bê stres bi lênêrîna domdar de heye.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, girtiyên siyasî li Îranê hîn jî ji gihandina lênêrîna tenduristiyê ya têrker bêpar in û tenduristiya hin ji wan dibe sedema fikarên cidî. Dozên Zeyneb Celaliyan, ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatiye birîn û Warîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, pir caran têne rojevê. Raport nîşan didin ku di gelek rewşan de, rayedarên girtîgehê rê li ber şandina van girtiyan ji bo navendên bijîşkî yên pispor û muayenekirina wan ji aliyê bijîşkên li derveyî girtîgehê ve digirin; li gorî parêzvanên mafên mirovan, ev yek bûye sedema xirabûna tenduristiya wan.

Her wiha, Fatîme Sepehrî, tevî nexweşiya dil û şekir, hîn jî li Girtîgeha Vekilabadê ya Meşhedê ye û malbata wê li ser rewşa tenduristiya wê hişyariyê dide. Li gorî kesên nêzîkî wê, ev girtiya siyasî bi lezgînî hewceyê lênêrîna bijîşkî û dermankirina taybetî ye.