Êrişên li Zîvala Xezayê di roja 360’an de ye

Hate ragihandin ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 615.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê li dijî Zîvala Xezayê bê navber berdewam dike. Wezareta Tendirûstiya Xezayê di roja 360’an ya êrîşê de daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişên Îsrailê di nava 24 saetan de li dijî herêmên cûda yên Zîvala Xezayê pêkanî de 20 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 108 Filistînî jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 41 hezar û 615’an, hejmara birîndaran jî giha 96 hezar û 359 kesan.

Êriş berdewam dike

Di encama êrişa hewayî ya balafirên şer ên Îsrailê li dijî malbata ‘El-Adini’ ya Zîvaal Xezayê pêkanî de dayik, bav û du zarok, ji malbata 4 kesî hemû kesan jiyana xwe ji dest dane. Di êrişê de gelek kes birîndar bûne. 

Di êrişa balefirên bê mirov ya artêşa Îsrailê li bakurê rojavayê bajarê Xan Yûnisê li dijî erebeyekê pêkanî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa Îsrailê li dijî herêma El- Mevasî ya ku sivîlên rojavayê bajarê Refah ji cihê xwe bûnê xwe spartinê pêkanî de 1 kesê jiyana xwe ji dest da, cardin gelek kes birîndar bûn. Di êrişa balafirên şer ên Îsrailê li dijî dibîstana bi navê ‘Ebu Cafer’ ya li Beyt Lahiye ya li bakûrê Zîvala Xezayê de 1 kesê jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndar bûne. Di encama hedef girtina komek Filistînî li dora parka şaredariya Xezayê ya li navenda bajarê Xezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din agahiyên ku artêşa Îsrailê li taxên Tel el-Heva, Es-Sabra û Ez-Zeytun ya başûrê bajarê Xeza topbaran zêde kiriye tên.