Êrîşên li Helebê didomin: 8 kuştî, 55 birîndar
Hejmara kesên di êrîşên çeteyên HTŞ’ê û komên milîs ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin de hatine qetilkirin, gihîştiye 8 kesan. Di êrîşan de 55 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Êrîşên komên milîs ên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên destekkirin û bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve girêdayî ne, li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê zêde dibin.
Êrîşên komên milîs ên Emşat, Hemzat, Nûreddîn Zenkî û Sultan Murad li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê ji 6’ê Çileyê ve berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de, du sivîlên li taxa Benî Zeyd, ji aliyê dronên bombebarkirî ve hatin hedefgirtin.
Her du welatiyên birîndar nekarîn bibin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku xaniyek sivîl ji ber topên ku li taxa Eşrefiyê hatine kirin, bûye hedefa êrîşa çeteyan.
Hejmara qurbaniyan li Helebê zêde bû
Hejmara sivîlên ku di êrîşên qirkirinê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêyd de hatine kuştin gihîştiye 8 kesan. Di êrîşan de 55 kes jî birîndar bûne.