Êrîşên îsraîl û Îranê di roja 11’an de didomin
Pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 11’an de didomin. Îsraîlê ragihand ku wan li Tehran û rojavayê Îranê êrîşên hewayî kirine, Îsraîlê ji sivîlan xwest li qadên bi ewle bimînin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên berfireh ên Îsraîlê ku 13’ê Hezîranê li dijî saziyên nukleerê û li bajarên cuda yên Îranê, bi hedefgirtina fermandarên patebilind dest pê kir didomin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya dawî de îdia kir ku balafirên şer Tehran û binesaziyên leşkerî li rojavayê welat kirine hedef.
Teqîn çêdibin
Li gorî ajansa Farsan a fermî ku nêzî artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ye, ji hinek bajarên Îranê dengê gelek teqînan hatiye. Hat diyarkirin ku li bajarên Tebrîz, Kirmanşan û Sabocbolagê teqîn çêbûne. Televîzyona dewletê jî ragihand ku di êrîşa li dijî ambulansên li bajarê Necefabad û Îsfehanê çêbûye de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Zext zêde bûne
Hat diyarkirin ku piştî êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê, li Rojhilat zexta li dijî gel zêde bûye. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, di serî de Urmiye, li gelek bajaran hejmarek zêde welatiyên Kurd hatine binçavkirin. Nehat zanîn ka kesên hatine binçavkirin birine ku derê û ji ber çi tên sûcdarkirin.
Li aliyê din li gelemperiya Îranê qedexeya xwegihandina îternetê anîne, kesên ku hat tesbîtkirin înternet bi kar anîne bi sîxuriyê hatine û sûcdarkirin.
Hejmara windayan zêde dibe
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, hejmara sivîlên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 430, hejmara birîndaran jî zêdeyî 3 hezar û 500 kes e. Ofîsa Serokatiya Îsraîlê, ragihand ku di bersivdayîna artêşa Îranê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 272 kes birîndar bûne.
Ji Îranê êrîş
Li aliyê din di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de, hat gotin ku ji Îranê êrîşên nû yên fuzeyan pêk çêbûne. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku kes ji stargehan dernekeve, heta agahdariya duyem divê hemû kes li cihên bi ewle bimînin. Piştî di daxuyaniyê hat diyarkirin ku pergala parastina esmanî hewl dide fuzeyan asteng bike, di serî de Tel Avîv, di beşa navendî ya Îsraîlê de sîren ketine dewrê.