Êrîşên dijî dibistanan di rojeva meclîsê deye
Piştî êrîşên bi çek ên li Riha û Mereşê, biryar hate girtin ku li Meclîsê komîsyon were avakirin. Kedkarên perwerdeyê çalakiya devberadana ji kar didomînin, partiyên siyasî û sazî banga lêkolînên berfireh kirin.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên li pey hev li dijî dibistanên li Sêwerega Riha û Mereşê, bandorek kûr hem li bertekên civakî û hem jî li rojeva siyasî kir. Piştî êrîşan Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê, biryar girt ku komîsyona lêpirsînê ava bike, kedkarên perwerdeyê çalakiyên xwe berfireh kirin û partiyên siyasî li qadê dest bi lêkolînan kirin.
Lijneya Giştî ya Meclîsê, ji bo hevdîtina pêşnûmeqanûna ku sererastkirina tora dijîtal û destûra zarokanînê digre nava xwe, bi serokatiya Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan re civiya. Lê belê dema ku êrîşên li dijî dibistanan hate rojevê, navber da hevdîtinan. Piştî hevdîtina Pervîn Buldan bi serokwekîlên koman re Lijneya Giştî dîsa civiya û partî di mijara avakirina komîsyonê ji bo êrîş bi hemû aliyan ve were lêkolînkirin lihevkirin.
Pervîn Buldan di daxuyaniya têkildarî biryara hatî girtin de wiha got: “Di encama vê civînê de mutabaqat pêkhat. Em di fikirin ku komîsyona ku di Sêşema li pêşiya mede were avakirin gelek girînge. Di van cûrên pirsgirêkan de hevparbûn û bi hevre biryargirtin girîngiyek mezin dihilgire.”
Di nirxandinên ku bi serokwekîlên koman re hatin kirin de, bal kişand ser girîngiya êrîşan, diyar kirin ku divê bûyer ne tenê di asta ewlehiyê de, di aliyê civakî, psîkolojîk û pergalî ve were destgirtin.
Kedkarên perwerdeyê dev ji kar berdidin
Piştî êrîşa li Riha, kedkarên perwerdeyê ku rojekê dev ji kar berdayîn, piştî êrîşa li Mereşê hatî jiyîn çalakiyên xwe berfireh kirin. Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm Sen), biryar girt ku li hemû bajaran wê di 16-17’ê Nîsanê de dev ji kar berdin. Piştî biryara devjêberdana kar Egîtîm Sen li ber Wezareta Perwerdeyê (MEB) dest bi ‘nobeta jiyanê’ kirin, banga beşdariya nobetê kirin. Piştî bangên hatine kirin, li gelek bajaran endamên Egîtîm Senê, beşdarî nobetê bûn.
Egîtîm Seniyê ku li Cadeya Salanîk li ber Şaxa 1’an Egîtîm Sen hatin ba hev, banga îstifayê li Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn kir. Girse piştre, berbi MEB ve meş li dar xist. Girseya ku bi diruşmeyên ‘Wezaret ne raze, xwedî li mamosteyan derbikeve’, ‘Dijminê mamosteyan Yusuf Tekîn îstifa’, meşiyan, beşdarî çalakiya ‘Nobeta jiyanê’ ya li ber MEB’ê bûn.
DEM Partî heyet şand
DEM Partî, têkildarî komkujiyên li Sêwreg û Mereşê yên li dibistanan çêbûn, heyetek a lêkolînê şand herêmê.
Şandeyek ji Cîgirê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezai Temellî, Endama Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknur Birol û 5 parlamenteran pêk tê, ji bo lêkolîna êrişên li du dibistanên li navçeya Sêwereg a Rihayê û navenda Mereşê di 14 û 15'ê Nîsanê de çêbûn, dê biçe herêmê.
Li Mereşê cenaze tên definkirin
Di êrîşa ku li Mereşê pêkhatî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 9 kesên birîndar bûne, tedawiya 6 ji wan di beşa awarte de didome. Cenazeyên ku li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Îmam Sutçû ji morgan hatin derxistin û ji bo definkirinê birin Goristana Şeyh Adil. 5 cenaze piştî nimêjê li wêderê sipartin xakê.