Êrîşa zayendî ya li qereqola polîsan bû sedema şermezarkirinê

Bûyera êrîşa zayendî ya li dijî jinek a li qereqola polîsan a bajarê Dîwaniyayê yê Iraqê, bû sedema bangên hesabdayîna berpirsyaran û xurtkirina çavdêriya li ser navendên binçavkirinê.

TEMENNÎ EL-SEREWÎ

Bexda – Bûyera êrîşa zayendî ya li dijî jinek a li Qereqola Polîsan a Nehdayê ya li parêzgeha Dîwaniyayê, bû sedema hêrs û şermezarkirinên mezin. Piştî ku Fermandariya Polîsan a Dîwaniyayê, îro ragihand ku efser û hinek personelên ku bi êrîşa li dijî jina di bin çavdêriyê de hatin tawanbarkirin, di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin û binçavkirin, bertek zêde bûn.

Bûyera ku tê ragihandin ku di 28’ê Tîrmehê de qewimî, mijara parastina jinan a di navendên binçavkirinê de ji nû ve anî rojevê. Bangên meşandina lêpirsîneke dadwerî ya serbixwe, hesabdayîna hemû berpirsiyar û ji bo pêşîgirtina dubarebûna binpêkirinên bi vî awayî ji nû ve nirxandina mekanîzmayên çavdêriyê yên di nava saziyên ewlehiyê de, hate kirin.

‘Ev sûc binpêkirinek giran e û berpirsyar dewlet e’

Parêzera Iraqî Ezher El-Duleymî, bûyer wekî binpêkirinek cidî ya mafên mirovan û parastina girtiyan nirxand û diyar kir ku pêkanîna sûcek bi vî awayî ya di nava dezgehên ewlehiyê de, hewceyê nêzîkatiyek qanûnî ya hişk û pêvajoyek hesabdayînê ya berfireh e.

Ezher El-Duleymî, destnîşan kir ku her çend hinek binpêkirinên li dijî jinan ên di navendên binçavkirinê de hatine eşkerekirin jî, gelek bûyer hêj veşartî dimînin û banga xurtkirina çavdêriyê û pêşxistina mekanîzmayên hesabpirsînê kir. Ezher El-Duleymî, diyar kir ku prensîba “polîs di xizmeta gel de ne” berpirsiyariya parastina welatiyan û parastina rûmeta mirovan dide saziyên ewlehiyê û tekez kir ku parastina girtiyên ku der barê wan de biryara girtinê nehatiye dayîn, bi tevahî berpirsiyariya saziya ku wan di bin çavan de digre ye.

Ezher El-Duleymî, da zanîn pêkhatina bûyerekî ya ji aliyê karmendek dewletê ve tê wateya binpêkirina erk û hişyarî da ku bêcezatî dikare bibe sedema dubarebûna sûcên bivî awayî. Ezher El-Duleymî, banga lêpirsînek serbixwe û zelal a li ser êrîşa zayendî kir û xwest ku kesên berpirsiyar bi tundî werin cezakirin.

‘Ev sûc baweriya bi saziyên ewlehiyê re qels dike’

Rojnamevana Iraqî Nur El-Nueyîmî, êrîşa zayendî ya li dijî jina di bin çavan de wekî “felaketek” bi nav kir û diyar kir ku bûyer ne tenê zirar da jinê, di heman demê de zirar da baweriya bi saziyên dewletê û hêzên ewlehiyê jî. Nur al-Nueyîmî, diyar kir ku tecawiz yek ji sûcên herî giran e û got: “Rastiya ku sûc li qereqolek pêk hatiye, bûyerê hêj girantir dike. Ji ber ku divê saziyên bi vî awayî ne cihê binpêkirinê, cihên parastin û sepandina qanûnê bin. Kesên ku di bin çavan de ne, sûcdarî çi dibe bila bibe, xwedî mafên makezagonî û qanûnî ne.”

Nur al-Nueyîmî, da zanîn divê hemû kesên bûyer pêkanîne an jî veşartine hesab bidin û tekez kir ku binpêkirinên li dijî jinan tenê bi şermezarkirinê nayên pêşîgirtin.

Nur al-Nueyîmî, di dawiya axaftina xwe de banga sepandina qanûnê, zêdekirina çavdêriya ya li navendên binçavkirinê û parastina jinan kir.

Banga lêpirsînên zelal û hesabdayîna berpirsiyaran

Hate diyar kirin ku girîngiya bûyerê ne tenê bi sûcê li dijî jinekî di bin çavan de sînordar e, di heman demê de berpirsiyariya saziyên dewletê ji bo parastina kesan û pêşîgirtina li bêcezatiyê jî eşkere dike.

Hate tekez kirin ku kesên di bin çavan de ne, sûcdariya der barê wan de çi dibe bila bibe, li gorî makezagon, qanûn û peymanên navneteweyî xwedî maf in. Ji bo ji nû ve qezençkirina baweriyê, banga lêpirsînên zelal, hesabdayîna berpirsiyaran û zêdekirina çavdêriya ya li navendên binçavkirinê hate kirin.