‘Êrîş berdewamiya komploya 15’ê Sîbatê ye’
Zehra El-Elî, ji pêkhateyên Ereb e, piştî naskirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarê nava şoreşê bûye. Zehra El-Elî dîbêje: “Ev êrîşên ku li ser herêmên me çêdibin berdewamkirina komploya 15’ê Sibatê ye û pêwist e em bi hevgirtina xwe bibin
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinên Kurd, gav bi gav bi pêş ket û bi piştgiriya jinên ji her pêkhateyî bû xwedî gelek destkeftiyan. Di vê şoreşê de, jin, bi hevgirtina xwe, li dijî hişmendiya baviksalar têkoşiyan û di bin dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku jinên li çar aliyên cîhanê kir yek, destkeftiyên girîng bi dest xistin.
Zehra El-Elî, yek ji jinên pêkhateya Ereb e, ji destpêka şoreşê ve ji bo fêrbûn û pêşxistina zimanê Kurdî xebitiye. Ew niha hem bi Kurdî hem jî bi zimanê xwe yê dayîkê Erebî diaxive. Her wiha du sal hevserokatiya meclîsa bajarê Hesekê kiriye. Wekî din jî karê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Hesekê kiriye.
Zehra El-Elî piştrast kir ku ji ber meraqa ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tevlî şoreşê bûye û got: “Rêber Ocalan, bi riya îdeolojiya xwe, bal kişand ser jinan û rola pêşengiyê da wan. Em jî weke jinên civaka Ereb, mil bi mil piştgirî didin xwişkên xwe yên Kurd. Ev êrîşên ku li ser herêmên me çêdibin berdewamkirina komploya 15’ê Sibatê ye û pêwist e em bi hevgirtina xwe bibin bersiv.”
‘Jin bi hevgirtinê deskeftiyên xwe ji tunekirinê diparêzin’
Zehra El-Elî diyar kir ku civakên herêmê xwedî dîrokeke kûr a hevgirtin û jiyana hevbeş in û got: “Bi saya fikir û felsefeya rêbertî, gel bi hev ve girêdayî ne û fêm kirine ku jiyana azad li ser hevgirtin û piştgiriya hevbeş ava dibe. Êrîş û nakokiyên ku hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê de derxin, armanc dikin ku civak û hevgirtina civakî têk bibin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me bi hevgirtina xwe destkeftiyên xwe parastin, bi zehmetiyan re em rûbirû man û me têkoşîneke mezin berdewam kir. Di vê qonaxa krîtîk de divê em destkeftiyên xwe ji tunekirinê biparêzin, nemaze ji ber ku ev destkeftî bi hewldan û pêşengiya jinan hatine bidestxistin. Weke jineke Ereb îro, erka min ew e ku ez piştgiriya xwişkên xwe yên Kurd ji bo parastina destkeftiyên me ji qirkirinê bikim. Dema ku seferberiya giştî hat ragihandin em jî tevlî bûn.”
‘Em ê çand û dîroka xwe biparêzin’
Zehra El-Elî bal kişand ser hovîtiya çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û kiryarên li dijî jinan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dîmenên tirsnak ên qetilkirina jinan û avêtina cenazeyê şervana jin ji avahiya bilind û birîna keziya şervanek sûcên li dijî hemû mirovahiyê ne. Kezî sembola hevgirtin û jiyana hevbeş e di navbera jinan de. Bi wan polîtîkayên xwe armanc dikin ku vê têkiliyê qut bikin. Em li dijî van polîtîkayan in. Me keziyên xwe li seranserê cîhanê çêkir û peyam da ku dema mijar jinan eleqedar dike, ruhê jinan dibe yek. Çawa ku em di bin dirûşma Jin Jiyan Azadî de bûne yek ev yekîtî wê her dem berdewam bike.”
Zehra El-Elî bang li hemû jinan kir û ji wan xwest ji bo parastina dîrok û çanda xwe xwe têbikoşin hevgirtina xwe bidomînin û dîroka xwe qet jibîr nekin.