Êdî dem hatiye – GOTAR

“Şoreşa Jin Jiyan Azadî” sar nebû, her dem li gor pêvajoyên ku tê re derbas dibû û di bingehên cûr bi cûr de, her carekê xwe bi formulên cuda nîşan da û hat pijandin. Dem hatiye ku gelên Îranê berhemên xwe ji şoreşê bigrin û jiyanek ku mafê wan e bijîn.

TEWAR KIRMAŞAN

Agirê “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” piştî 3 salan careke din di 28’ê Kanûna 2025’an de geş bû û çirûskên xwe li seranserî Îranê belav kir. Di sala 2022’yan de bi qetilkirina jina kurd Jîna Amînî re ev agir geş bû, ji dayîk bû û ev 3 sal in di bingeh û derfetên cûda de li azadiya xwe geriya. Lê vê carê lêgerînek mezin bû û bi têgihîştinek kûrtir serê xwe rakir. Bi pêşengtiya jin û ciwanan ve banga ‘bimre koletî, bijî azadî’ li hember zilm û dagirkeriya dewleta Îranê bilind bû. Hemû gelên Îranê bi îdîaya bidestxistina azadî û mafên xwe, daketin qadên têkoşînê. Her çiqas zext li ser gel zêde bin jî, bê tirs û bi yek dengî li hemberî dijminê xwînxwar bi idîayek mezin helwestek xurt nîşan dan.

Li Seqizê destpê kir, li Sine û Tehranê jî bersiva xwe girt

Bêgûman “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” tu car sar nebû, berovajiya wê rehên xwe bi saxlemî li kokê civakê pêça. Em dikarin bêjin gel bi têkoşîn û biryardariyek xurttir li meydanên tekoşînê li berxwe didin. “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” bi pêşengiya jinan li bajarê Seqizê destpê kir, li Sine û Tehranê jî bersiva xwe girt. Ji ber ku derd û êşên jinan yek bûn. Ji bo wan cudahiya ol, netew, ziman û çandî tunebû. Jin bêyî ku sînoran nas bikin, bi giyana Jin-Xwedavend Înanna xwedî li hebûn, ked û nasnameya xwe derketin. Jinan bi yek deng û dil piştevaniya hev kirin. Di esasê xwe de yekparebûna ruhî ya jinan “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” gerdûnî kir.

Gelê Îranê jî rejîma heyî pir baş tehlîl kiriye

Dirûşmeya “Şoreşa Jin Jiyan Azadî”, ji Tebrîz û Belûcistanê heya Kurdistan ê em bi hev re ne, piştevaniya hev kirin û derfet nedan ku hişmendiya perçeker a netew-dewlet ya Îranê gelên Îranî ji hev qut bike. Gelê Îranê jî rejîma heyî pir baş tehlîl kiriye û dizane wê rejîma Îranê bi çi şêwazê berê êrîşên xwe bide wan, ji bo wê jî her dem gel bi serhildanan planên rejîma Îranê yên weke gel li dijî hev bidin şerkirin, tovê kîn û dijminahiyê di navbera gelan de biçînin, têk birin.

Rihê bi hev re jiyînê

“Jin Jiyan Azadî” ne tenê dirûşmeyek bû, rihê bi hev re jiyînê bû, rihê serhildan, daxwaza azadî, şerê jinan li hemberî hişmendiya mêrsalar û zayendparêz, şerê li hember pergalek bû ku wateya jiyana azad kuştibû û dixwest jiyan bê wate bike, bû. Lewma rejîma Îranê pergalên derve ku her tim dixwestin ji naverokê xwe derxînin, hişmendiya klasîk û paşverû ya mêrsalar xwestin ku bêjin ev şoreş sar bûye û hatiye astengkirin. “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” sar nebû, her dem li gor pêvajoyên ku tê re derbas dibû û di bingehên cûr bi cûr de, her carekê xwe bi formulên cuda nîşan da û hat pijandin. Îro êdî dem hatiye ku gelên Îranê û bi taybetî hemû jin berhemên xwe ji şoreşê bigrin û jiyanek ku mafê wan e bijîn. Gelên Îranî ji Fars, Kurd, Belûc, Azerî, Ereb, Gîlek, Mazenî û hwd. Hemû bi yek daxwaziyek di meydana têkoşînê de ne, ew jî jiyanek azad û demokratîk e.

Îro dîsa dixwazin dijminatiyê bikin nav gelên Îranê

Gelek aliyên Saltenetteleb dixwazin “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” ji beralî bikin, ji wateya wê derxin û mohra Saltenetteleb jî lê bixin. Wisa nîşan didin ku tenê bi guhertina pergala melle ya Îranê û hatina Şahê Pehlevî, êdî hemû pirsgirêkên civakê çareser dibe. Ev di rewşeke wisa de ye ku pirsgirêk di şêwaza rêveberiya navendî de heye. Dema ku Riza Şah jî li ser desthilatê bû, dîsa rewş mîna îro bû, dîsa gelê Belûc ji her derfetê jiyanê bê par bûn, gelê Ereb bi heman şêweyê di kêlekê de bûn û jixwe gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de kengî mafê xwe xwestiye, ji aliyê desthilata navendî ve mohra tecziyteleb (fesad) lê hatiye xistin. Sedema serjêkirin û komkujiyê, bi navê parastina yekperçebûna Îranê ji xwe re rewa dîtine. Îro jî heman propaganda li ser medya tên kirin û dixwazin careke din tovê kîn û dijminahiyê di nav gelên Îranê de bidin çandin. Di “            Şoreşa Jin Jiyan Azadî” ya sala 2022’yan de gel û bi taybetî jinan ev feraset ji kokê red kirin û serkeftina xwe di yekgirtin û yek dengî de dîtin.

Dema civak birçî bimîne…

Rabûna gelên Îranê li ser esasê buhabûn, bêguman lêgerîna jiyana azad dide diyarkirin. Dema civak birçî bimîne, serlêdana her cûre kiryarên dûrî mirovbûnê û derveyî pîvanê civakê dikin, êdî ne jin, ne ciwan û ne zarok nikarin li ser hebûna azadî bifikirin. Hemû xirabiyên ku di civakê de bipêş dikevin, çavkaniya xwe ji biçîbûnê digrin. Lewma dewlet-netew û bi taybetî jî Îran bi siyaseta “birçî bihêle û birêve bibe” hebûna xwe mîna sîha mirinê li ser civakê dane sepandin û jiyanê ji gelan re bê wate û pûç kirine.

“Şoreşa Jin Jiyan Azadî” ji bo derbaskirina van pirsgirêkên heyî destpê kir

Bêguman dema dirûşma “Jin  Jiyan Azadî” tê avêtin, hemû pirsgirîkên heyî di xwe de dihewîne. Jixwe ger birçîbûn nebe, jiyan xirab nabe; jinê mecbûrî kiryarên ne pêwîst nake, ciwan ji ber qeyrana derûnî û menewî xwe nakujin an jî serî li tiryakê nadin. ”Şoreşa Jin Jiyan Azadî” ji bo derbaskirina van pirsgirêkên heyî destpê kir. Digel ku dewlet û hin aliyên qaşo îslamî ne jî hewl dan ku tenê bi mijara kefî, cil û bergê jinan re sinordar bihêlin, têkoşîna civakê û jinan jî nîşan da ku kefî tenê beşek ji pirsgirêkên jinan e, di kêleka viya de hişmendiya desthilatdariyê ku ev alozî di civakê de afrandine û li ser aloziyên heyî, mîna penceşêrê xwe didin jiyandin. Ev dide diyarkirin ku ne pergala melle û teokratîk a Îranê û ne jî ya Şahê Pehlevî, nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv.

Pergala herî guncav ji gelên Îranê re netewa demokratîk e

Pêwîstiya gel bi nûnertiyek rast heye. Kesayet an jî komên ku bikarin nûnertiya hemû beşên civakê bikin û gel di viya de xwe bibîne, ji bo avakirina civakek demokratîk şerteke jê veneger e. Gel şehîd nadin û xwînê narijînin ku carek din vegerin rewşa xwe ya berê. Bêguman pergala herî guncav ji gelên Îranê re netewa demokratîk e ku dikare ji dewlemendiya civakê re bibe bersiv, bêyî ku di nava gel de çînayetî (tabaqe) ava bike. Êdî serdema dîktatoriyetê nemaye, demokrasî jî tenê bi gotin û li ser rûpelê çênabe, gel tenê bi xwe dikare demokrasiya rastîn pêk bîne û xwe bi rê ve bibe. Çavê gelên Îranê jî li derve nîne. Ji dirûşmeyên ku tên berzkirin jî, diyar e ku ew jî dixwazin ji bo avakirina civaka azad û demokratîk bi xwe biryar bidin. Çawa biryar dan û daketin meydana tekoşîn û berxwedanê, digel hovîtiya dewleta Îranê jî gel yek gavek paş de navêjin û bedêlên giranbuha didin, bi heman ruhî jî dikarin biryara xwe ya xwerêvebirinê jî bidin û bendewarî ji tu hêzêk derveyî nekin.

 Pêşeroja “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” wek tîrêjên rojê diçirise

Vê carê êdî mîna tu demeke din nabe, pergala netew-dewlet henaseya xwe ya dawî dide. Her çiqas Îran xwe li ser kursiya desthilatê bicîh kiribe jî, gel wê bi vîna xwe wî ji kursiyê desthilatê bîne xarê û li hember dîrokê hesab bidin. Pêşeroja “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” wek deryaya ku li ber tîrêjên rojê diçirise zelal e û tu hêzek nikare li hember îradeya azad a gelên Îranê û bi taybetî vîn û îradeya jinan bisekine.