Çîrokek ji serhildana Koyê: Divê ev dîrok neyê jibîrkirin

Peyman Ebubekir a qala serhildana Koye ya beriya 34 salan kir bal kişand li ser rola çalak a jinan di serhildanê de û got ku divê ev dîrok neyê jibîrkirin.

ŞIYA KOYE

Koye – 34 sal bi ser serhildana bajarê Koye ya Başurê Kurdistanê ku li dijî rejîma baas hatibû destpêkirin derbas bû. Peyman Ebubekir yek ji wan jinan e ku divê serhildanê de gelek qurbanî daye.

Peyman Ebubekir Omer di sala 1973’an li bajarê Koye ji dayîk bûye, jinek şoreşger a wê herêmê ye. Endamên malbata wê di pêvajoya beriya serhildanê de gelek caran ji aliyên rejîam Baas ve hatin girtin û ji malbata wê 12 kes di serhildanê de ji aliyê rejîma Baasê ve hatine qetilkirin.

Pêlên serhildanê: Jin pêşeng bûn

Peyman Ebûbekir Omer wiha behsa rola jinan di serhildanan sala 1991’an de kir û got: “Divê rojê de jin xwedî rolên gelek girîng bûn û bi awayek baş em beşdarî serhildanê bûn. Di destpêka serhildanê de, destpêkê Şêrwan Ebdullah ku bi ‘Şêre xepe’ dihat nasîn ew serokê şaneya serhildanê bû, hate gel bavê min û got “Raperîn destpê dike”, û bavê min got “belê dizanim”. Ji malbata me 12 kes di serhildanê de ji aliyê rejîma Baasê ve hatin qetilkirin. Ev yek hêrsa me zêdetir kir, em bi coş beşdarî serhildanê bibin.”

Peyman Ebubekir diyarkir ku jinan alîkariya pêşmergeyan kir û got: “Beriya serhildan destpê bike, ex di saet 5:00’ê sibehê de ji malê derketim û serhildan destpê kir û em çûn gel (Menzewme) ku cihê malbenda niha ye. Li wê derê gelek gule hatin avêtin û çend kes birîndar bûn û hatin kuştin. Me bîrîdaran bir mala Starî Mezemît ku rolek gelek wê ya mezin hebû. Seat dema bû şev 12 dest bi êrişê kirin. Malên Koye hemû dihatin gulebaran kirin û Koye hate rizgarkirin û ez 12’ê şev giham malê.”

‘Ji min re got ‘îro roja me ye’’

Peyman Ebubekir destnîşan kir ku di vê rojê de jinan rolên giring lîstin û wiha got: “Jinên li gel me navên wan Tuba, Şîlan Ewdelanî, Sit Suîl bû û beşek din li bingehên pêşmergeyan li taxa Bayzaxa beşdar bûn ku navê yek ji wan Kurdexan bû. Ez çûm gel hin jinan ku navê wan Şehal û Qelat Hesên Qelat bû. Du sê çek danibû ser milê xwe. Qelat ji min re tiştek got ku tu caran ji bîra min naçe. Ji min re got ‘kesekî me nema ku nehat qetilkirin, îro roja meye divê têbikoşîn.’ Bi vî awayî me xebat kir.”

12 kesên ji malbata wê hatine qetilkirin

Peyman Ebubekir destnîşan kir ku di rojekî de 12 kesên ji malbata wê bi guleyan hatine qetilkirin û wiha axivî: “Roja herî xweş jî roja ku xortên me hatin û bi serbilindî serhildan destpê kir.”

Têkildarî gavên beriya serhildanê Peyman Ebubekir wiha got: “Di serdema Baasê de em komelek karker bûn di karê mehfurên Koye de. Ez, Peyman Bekir û Şehên Hemeemîn, Derexşan Heynî û Şokariya Ezîzî bûn. Di sala 1981’an de me weke karê rêxistinê dikir û dayîka sêweyî dema dihat kargeha mehfur fêkî dianî û di nava fêkiyan de nameya rêxistinê vedişart. Wiha me xwe birêxistin dikir.”

Peyman Ebubekir anî ziman ku di sala 1983’an de ew weke jinên karker ên kargeha mehfûr beşdarî xwepêşandanan bûne û got: “Wê demê Şukriye hate kuştin, Ehmedê Mamê Ebalî jî hate kuştin, keçek din ya mala mam Seyfedîn hate kuştin. Piştre me dawî lê neanî komek hatin girtin, di navde bizîjk Gezing jî hatibû girtin heta parêzgar hat, ber sera hatibûn girtin û xelkê Koye hemû hatin ber sera wê demê em jî azad kirin. Lê belê li gel hemû wê xebatê heta niha kesê pirsa me nekiriye û tu qenalek serdana me nekiriye, kurên min ji êş û xeman gelek nexweşî û pirsgirêkên wan çêbûne.”

‘15 rojan girtî mam’

Peyman Ebubekir da zanîn ku wê demê 15 rojan hatibû girtin û wiha got: “Em komek jin bûn weke Derxweşan û Şehên û Sebah Seîd û Şukriye ji ber em gelek rêxistinkirî bûn. Em hatin girtin. Destpêkê ez hatim girtin û 15 rojan girtî mam û 6 satean ez hatim lêpirsîn kirin. Birayê min jî girtî bû.”

Peyman Ebubekir a ku dibêje divê ev dîrok û komkujiyên hatine jiyîn neyê jibîrkirin wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Salvegera serhildanê gelek lewaz tê bîranîn û di serhildanê de me gelek qurbanî dan. Kes nehat bêjin ji were çi pêwîste û heta niha jî pirsa me nekirine. Lê belê mixabin nikarim tiştekê bejim. Bi riya we daxwaza dikim, pirsa pirsgirêkên me bikin, niha gelek pirsgirêkên me hene, raste hikumî azad bûne, lê belê xem zêdetir bûye û tiştekê ji bo me nehatiye kirin.”