Çîrokek ji nav hezaran çîrokan... Gundê Til Marûf

Di Sibata 2014’an de gelek bajarok û gundên li rojhilatê Herêma Cizîrê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin. Yek ji wan gunda jî gundê Til Marûf e. Fensa Hesen a ku li gundê Til Marûf bû şahîdê komkujiyan behsa hovîtiya DAIŞ'ê kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Di Sibata 2014’an de gelek bajarok û gundên li rojhilatê Herêma Cizîrê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin. Di destpêka Cotmeha 2014’an de, DAIŞ’ê êrîşek mezin pêk anî û bêtirî 200 gund li herêma Cizîrê ya rojhilat dagir kirin. Gundên ku hatibûn dagirkirin bi operasyonên taybet ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê hat rizgarkirin. Yek ji wan gundên ku rastî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê hat gundê Til Marûf bû. Gundê Til Marûf, bi qasî 28 km. dikeve başûr rojhilatê bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yek ji mezintirîn bajarokên wê ne. Di 27’ê Adara 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê di navbera demjimêr yek û siyê şefeqê ango di dema berbangê de ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn.

Çima Til Marûf?

Tê zanîn ku ev gund xwedî statuyeke taybet û olî ye, ji ber ku cihê malbata El-Xiznewî- şêxên neqşebendî ye. Ruxmî vê yekê jî çeteyan mizgeft, goristan û lûsgehên wê bi bombeyan hilweşandin, li aliyekî din jî malên niştecihên wê şewitandin. Her wiha gelek kesên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn revandin. Hinek ji wan salek di destên çeteyan de dîl man. Li hêleke din girîngiyeke wê ya erdîngarî jî hebû ji bo DAIŞ’ê, ji ber nêzîkbûna wê bi riya navneteweyî M4 a ku digihîje sînorê bajarokê Til Koçer bi Iraqê re. Ji lewma xwestin destpêkê li ser wan gundan dagirkeriya xwe çêbikin.

Di gund de bermahî û govana hovîtiya DAIŞ’ê

Berî ku DAIŞ êrîşek li ser wê bike, gundê Til Marûf ji 750 malan pêk dihat lê niha tenê nêzî 180 malbat mane. Bi destpêka derbasbûna gund re yekser çavên mirov li kewalên mizgeftên wêrankirî dikeve, wesayîdên şewitî yên ku ji bermahiyên şer mane, hê jî li cihê xwe ne. Xopên camiyan heta roja îro weke xwe ne, bûne bîrgeh û govana nejibîrkirî ya hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê.

Tevî ku DAIŞ tenê çend demjimêran di gund de maye jî wekî ku bi qasî deh salan mabe, wêranî û tirs ava kiriye. Zarok, jin, mêr, kal û pîr dema mirovek nenaskirî dibînin, bi nêrandineke ecêb dinêrin. Ev nêrîna wan di hişê mirov de pirseke wisa çêdike ku gelo ev ji bêbawerî û tirsê ava bûye yan na?

‘Gundê me wêran kirin’

Fensa Hesen a 55 salî ji gundê Til Marûf yek ji wan jinên ku mala wê jî rastî êrîşan hatiye, hevjînê wê ligel çeteyan 18 rojan girtî maye. Fensa tûrikê bîranîna wê roja reş vedike û wiha dest bi axaftina xwe dike: “Li derdora demjimêr 03:00’yê şefeqê, bi rihê xwe yê dirêj û cilên xwe yên reş girtin ser mala min. Bi ser dîwarên me ketin û bi hovîtî derbasî malê bûn, hem jinan, hem jî mêran girtin. Gelek talanî û wêranî bi ser mal û milkên me de anîn, diziya xaniyan kirin, wesayîdên gundiyan şewitandin û her tişta ku ket ber destên wan xirab kirin û rûxandin. Êrîşê bi saetan domiya û li dû xwe gelek wêranbûn çêkirin.”

‘Jin hatin riswakirin û paşê wan dîl girtin’

Fensa Hesen bal kişand ser kiryarên çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî li dijî jinan û çewisandina ku li ser wan pêk anîn û wiha pêde çû: “Kesên ku derketin pêşiya wan destpêkê rastî lêdanê hatin, paşê jî hatin revandin. Li kurê min ê biçûk jî xistin, bi çekên di destên xwe de me ditirsandin. Gelek keç û jinên ciwan û yên bi temenê xwe mezin ji aliyê çeteyan ve hatin riswakirin û paşê hatin dîlgirtin. Êdî ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. Digotin divê ku jin servekirî nemînin, bi darê zorê xwestin em desmal û kirasên dirêj li xwe bikin.”

‘Bi sedan malbat koçber bûn’

Fensa Hesen da zanîn ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gundê wan bi sedan malbat koçber bûne û got: “Berî ku DAIŞ êrîşî gundê me bike jiyana me aram bû. Ji ber hejmar û nifûsa zêde ya di gund de, şên û xweş bû gundê me lê mixabin piştî wê êrîşa dijwar, bi sedan malbat neçarî penaberiyê bûn. Gelek malbat hene ku ji wê rojê ve venegeriyane gund, ji ber ku malên wan hatin hilweşandin. Yên mayî jî heta salekê xwe li ser hev kom dikirin û malên xwe ji nû ve ava dikirin.”

‘Em dixwazin ji bo cezakirina DAIŞ’ê dadgeheke dadwer were avakirin’

Fensa Hesen daxwaz kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke fermî de û lê pêş çavên cîhanê bên cezakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her ku diçe rewş xerabtir dibe, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dixwazin careke din xwe vejînin û vegerin ser heyama xwe. Eger ev çete neyên cezakirin dê tiştên xirabtir werin serê me. Ev rêxistina terorîst gelek ferman û kiryarên hovane bi serê me de aniye, em ji bo cezakirina DAIŞ’ê dadgeheke dadperwer dixwazin da ku mafên kesên hatine qetilkirin misoger bibe.”