Çîmen Refîk 33 salan bênavber di Yekîtiya Jinan de xebitî
Çîmen Refîk a ku 33 salan di Yekîtiya Jinan de xebitî di şert û mercên herî dijwar de piştgirî da jinên li herêma Koye, wiha got: "Heta ku hêza min hebe, ez ê xebata xwe bidomînim."
ŞILÊR KOYE
Koye – Çîmen Refîk Ebdulkerîm, di sala 1951’ê de li taxa Hevawanê ji dayik bû. Ji ber şert û mercên ku bavê wê pê re rûbirû ma, xwendina xwe li Koye, Besra û Kifriyê domand. Çîmen Refîk Ebdulkerîm heta pola 5’emîn a lîseyê çû lê neçar ma beriya temamkirina perwerdeya xwe, dev jê xwendinê berde. Çîmen Refîk Ebdulkerîm a di sala 1991’ê de dest bi xebatên rêxistinbûna jinan kir, heta Tebaxa 2026’an wekî berpirsa şaxa Koye ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê xebitî.
‘Ji ber ku bavê min çalakvanê siyasî bû em çend car hatin sirgûnkirin’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan hatiye û wiha pê de çû: “Ez di nava malbateke Kurd û welatparêz de mezin bûm. Jiyana min ji zarokatiyê ve bi zehmetiyan derbas bû, hema bibêje her sal min li cihekî cuda xwend. Ji ber ku bavê min hat sirgûnkirin, malbata me neçar ma bar bike û biçe bajarê Besra yê Iraqê. Wê demê ez di pola duyem a dibistana seretayî de bûm. Piştre em çûn Kifriyê û piştî çend salan em vegeriyan Koye, min xwendina xwe li wir domand. Bavê min ji ber ku çalakvanê siyasî bû, piştgirî dida şoreşê, carek din hat sirgûnkirin. Vê care em şandin bajarê Rumeyseyê yê li başûrê Iraqê. Piştî demekê, em careke din vegeriyan Koye.”
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, da zanîn ku neçar maye dev ji xwendina xwe berde û got: “Min heta pola 5’emîn a lîseyê xwend. Ji ber ku zewicîm, neçar mam dev ji xwendina xwe berdim. Wê demê destûr nedihat dayîn ku jinên zewicandî beşdarî dersên bi roj bibin, tenê destûr hebû ku êvarê bixwînin. Ev şert û merc ji bo min gelekî giran bûn û nikaribûm xwendina xwe bidomînim. Lê min pir dixwest xwendina xwe temam bikim. Ez niha dayîka şeş zarokan im û hemû zarokên min jî xwendina xwe qedandin.”
Di sala 1991’ê de dest bi têkoşînê kir
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, der barê xebatên xwe yên rêxistinî de jî wiha axivî: “Ne pêkan e ku mirov hemû karên hatine kirin, tenê di çend hevpeyvînan de vebêje. Ez dikarim li vir tenê behsa beşek ji jiyan û hewldanên xwe bikim. Di Gulana 1991’ê de, Sûvey Osman a yek ji jinên ewil ku di dema serhildanê de têkoşîna jinan ji çiyayan anî nava bajaran, bi min re têkilî danî. Pêşniyar kir ku ez bibim berpirsa şaxa Koye ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê min jî ev yek qebûl kir. Piştre bi pêkanîna projeyên cûrbecûr, berpirsiyariya wan a li Koye jî radestî min hat kirin. Min di 3’ê Kanûna Pêşîn a 1993’an de bi awayekî fermî di nava rêxistina jinan de dest bi kar kir. Heta Tebaxa 2026’an min erka xwe domand.”
‘Me di van şert û mercên dijwar de ji bo jinan gelek kursên cuda vekir’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm a di nava Yekîtiya Jinan de wekî “Çîmen Xanim” dihat naskirin, şert û mercên wê demê wiha vedibêje:
“Di van salan de bi taybetî ji bo kesên Enfalê û malbatên kesên ku hatibûn kuştin rewş gelekî xirab bû. Mal û jiyana wan wêran bûbû, heta xwarina zarokên wan jî tunebû. Me bi hevkariya rêxistinên cûrbecûr hewl da şert û mercên jiyana wan baştir bikin. Di vê çarçoveyê de, me ji bo jinan gelek kursên cuda vekirin û di nava wan de kursên dirûtinê, perwerdeya pîşeyî û projeyên xwedîkirina ajalan hebûn. Me ji bo 460 jinan projeyên xwedîkirina ajalan xist meriyete. Gelek ji wan jinan di nava xizaniyê de bûn, rastî Enfalê hatibûn û hevjînên wan hatibûn kuştin. Armanca me ew bû ku em derfetê bidin wan jinan ku bikaribin dahata xwe bikin. Di dawiya kursan de jî me makîneyên dirûtinê diyarî jinan kir.
Yek ji hewldanên me yên herî girîng vekirina kursên fêrbûna xwendin û nivîsandinê bû, ji ber ku mafê perwerdeyê ji gelek ji van jinan hatibû standin. Bi rastî şert û mercên wê demê gelekî giran bûn. Jinên wisa hebûn ku hevjînên wan hatibûn girtin û hemû zarokên wan hatibûn binçavkirin. Karesata Enfalê wêraniyek mezin çêkiribû, jinan di encamê de gelek êş kişandibûn. Di vê heyamê de me bi rêxistinên navnetewî re hevkarî kir û bi riya van kursan piştgiriyê da jinan. Armanca me ew bû ku em wan ber bi karên wisa ve bibin ku bikaribin bibin xwedî aboriya xwe.”
‘Gelek jin dihatin kuştin’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, bi bîr xist ku di vê heyamê de jî tundiya li dijî jinan gelek berbelav bûye û axaftina xwe wiha domand: “Di vê heyamê de tundiyeke zêde hebû. Jin dihatin kuştin an jî xwe dişewitandin. Gelek jin hatin kuştin. Jinek tenê ji ber ku dixwest bi kesê jê hez dikir re bizewice, dihat kuştin. Ger di dema operasyona Enfalê de hevjînê jineke ciwan şehîd bibûya yan jî winda bibûya, neçar dihat hiştin ku careke din bizewice. Ger jinê red bikira, malbatê zarokên wê jê digirt û digot ‘Here careke din bizewice.’”
‘Çîroka vê jinê min gelek êşand’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, diyar kir ku çîrokên rast ên jiyane, ji bîr nekiriye lê bûyereke taybet heye ku ji bo wê bûye sedema êşa herî kûr û heta îro ji bîr nekiriye, wiha domand: “Jineke ciwan hebû hevjînê wê di dema Enfalê de winda bûbû. Zarokekî wê hebû û malbata hevjînê wê dixwest careke din bizewice û daxwaz dikirin ku zarok radestî malbata bavê wî bikin. Jin dihat cem min û digot, ‘Ji bo xatirê Xwedê, zarokê min ji min nestînin.’ Zarok jî ji dayîka xwe re digot: ‘Dayê ji bo xatirê Xwedê, ji kerema xwe re min bi tenê nehêle.’ Wê demê hem dayîk hem jî min dest bi girînî kir. Rewşeke bi rastî gelek bi êş bû. Ji ber ku min nû dest bi xebatê kiribû, hêza min tunebû ez pêşî li tiştên wiha bigrim. Tiştên ku qewimîn bi rastî wêranker bûn. Di dawiyê de malbatê zarok ji dayîka wî standin û mixabin jin neçar ma careke din bizewice. Ji destê me tiştek nedihat.”
‘Ez gelek caran rastî gefan hatim’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, der barê zehmetî û cudahiyên di navbera xebata rêxistinî yên berê û yên îro de jî wiha got: “Cudahî gelek in. Di navbera xebata salên 1990’î û xebata di şert û mercên îro de ferqeke mezin heye. Di salên 1990’î de, ji ber dorpêçên aborî şert û mercên civakî yên dijwar, jin rastî tundiyeke pir zêdetir dihatin. Di wê demê de me hewl dida pirsgirêkan bi riyên aştiyane çareser bikin. Bi alîkariya Qumrî Hemed a di Beşa Karûbarên Civakî de dixebitî, me jinan anîn cem hev û hewl da pirsgirêkên wan çareser bikin. Jin her dem parêzvanên aştiyê bûn.
Ez di xebatên xwe de gelek caran rastî gefan hatim. Kesên çekdar dihatin navenda Yekîtiya Jinan, ber mala min an jî dema ku ez li ser kar bûm, derdiketin pêşiya min. Lê her carê min xwe ji wan diparast. Dema ku min cara ewil dest bi vî karî kir, tiştên min didîtin ji bo min gelek ecêb dihatin. Ji ber ku min di nava malbata xwe de tiştekî wiha qet nedîtibû, min fêm nedikir ka çawa mêrek dikare destê xwe li jinekê bilind bike. Min her dem pirs dikir, gelo çawa kesek dikare li jinek bide? Çawa diwêrin tiştekî wiha bikin?’ Jinan jî tenê digotin, ‘Ma em dikarin çi bikin?’”
‘Heta ku hêza min hebe ez ê xebatên xwe bidomînim’
Çîmen Refîk Ebdulkerîm, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinan kir ku ji bo jinan xizmetê bikin ji bo pêşveçûna jinan bixebitin û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ji bo gihîştina armancên me hê riyeke dirêj heye. Heta ku ji destên min were, ez ê xebatên xwe bidomînim. Her wiha dixwazim ji jinan re bibêjim ku bi hemû hêza xwe bixebitin, karên baş bikin û li hemberî kesên derdora xwe baş bin.”