‘Çi dibe bila bibe em ê li pey şaredariyên xwe bin’
Jinên Mêrdînê diyarkirin ku e wê li dijî qeyûma hatiye tayînkirin parastina îradeya xwe bikin û bi gotina “Divê ev zilm bi dawî bibe. Çi dibe bila bibe em ê li pey şaredarî û îradeya xwe bin” anîn ziman ku ew qeyûman naxwazin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdîn – Bertekên li dijî qeyûma ku di serê sibeha 4’ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk li ser şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de hatin tayînkirin, berdewam dike. Li dijî qeyûman çalakiyên gel jî mezin dibe. Gelê Mêrdînê ku qeyûmê ku li şaredariya wan hatî tayînkirin naxwazin, nobeta xwe ya li ber şaredariyê didomînin.
Gelê Mêrdînê bi dirûşmeya ‘dest nede îradeya me’ û ‘wê qeyûm biçe, gel were’ çalakiyên xwe didomînin, di her firsendê de tînin ziman ku ew qeyûm naxwazin. Jinên Mêrdînê derbarê tayînkirina qeyûm de ji ajansa mere axivîn, diyarkirin ku divê li dijî vê pêkanîna bê hiqûqiyê kes bêdeng nebin.
‘Ev bajar, ev şaredarî ya me ye’
Emîne Aydogan diyarkir ku ji bo îradeya xwe serê sibehê tên şaredariyê û kêliyekê ji wê derê naçin û got: “Em di saetên serê sibehê de li vê derê ne. Em vê qeyûma ku îradeya me tune dihesibîne nexwazin. Me van şaredariyan bi gelê xwe û xwîna xwe bi dest xistiye. Bila hemû dayîk rabin ser lingan û li ber şaredariyê rûnin. Ev bajar yê me ye, ev şaredarî ya me ye. Em bi keda xwe hatin vê derê. Bi diziyê şaredariyên me digrin, dema ku em bertek nîşanî vê didin me darb dikin. Êrişî van mirovan dikin. Çi tundî hebe pêktinin. Lê em qebû nakin û em li vir in. Heta dawiya xwîna me, em li gel gelê xwe ne. Çi dibe bila bibe emê li pey şaredarî û îradeya xwe bin. Me hemûyan jî bikujin em vê xesbê qebûl nakin.”
‘Em heqê xwe ji kesê re nahêlin’
Zubeyde Gul ku li ber şaredariyê nobetê digre banga xwedî derketina îradeyê li gelê Kurd kir û da zanîn ku divê bêhiqûqiya ku tê jiyîn bi dawî bide û wiha got: “Em ji bo parastina îradeya xwe hatine vê derê. Em heqê xwe dixwazin. Em heqê xwe nadin kesê. Ev ked, îrade ya me ye, em vê nadin kesê. Dema her birçî dibin berê xwe didin gelê Kurd. Xwîna vî gelî mijandin, êdî bes e! Çi dibe yan êrişî Rojava yan jî êrişî vir dikin. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Em Kurd in û em heqê xwe nadin kesê. Em xwîna xwe didin, lê em vê îradeyê nadin. Çi dibe bila bibe em li vê derê ne. Di her şertî de diziye dikin. Ji bo berdewamkirina wê hatine vê derê. Ez vê qeyûmê tu caran qebul nakim. Hemû kesê ku dibêje şerf û namus bila îro xwedî li îradeya xwe derkevin. Em li vê derê ne û em ya heqê xwe dixwazin. Heta em wê negrin em naçin.”
‘Divê gel ji bo şaredariyên hatine xesbkirin têkoşîn bikin’
Mujde Aykal destnîşan kir ku weke demên berê, vê demê jî wê bi heman têkoşîn û xebatê şaredariyên xwe ji qeyûman re nehêlin û ev tişt got: “Ev sê care qeyûm diavêjin vê derê. Herdû demên din me li berxwe da, em ê cardin li berxwe bidin. Cardin heta şaredarî bibe ya me em ê bixebitin. Ew çi dikin bila bikin, em na tirsin û çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta em şaredariyên xwe negrin em ji vir naçin. Ew hewl didin me tune bikin, lê em hene û em ê hebin. Tu caran wê gav bi me şûnde nedin avêtin. Em dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe. Ji derveyî wê tu daxwazek me nîne. Divê hemû gel ji bo van şaredariyên ku hatine xesb kirin têkoşînê bikin. Divê em bersiva pêwîst bidin zîhnyeta ku weke dizan di saetên siharê de tê qeyûm diavêje ser şaredariyan.”