Çeteyên HTŞ’ê êrîşî gorên pakrewanan kirin

Çeteyên HTŞ’ê piştî ku ketin bajarê Şedadê, bêrêzî li dijî gorên pakrewanên YPJ, YPG û QSD’ê kirin û gor xirab kirin.

Navenda Nûçeyan- Çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî Şamê êrîşî pakrewangeha bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê kir. Komên çeteyan di êrîşê de bi sedan gorên şervanên QSD, YPJ, YPG û sivîlan ku li vir in, xirab kirin.
Di dîmenê ku hatiye parvekirin de, çeteyek kêlên goran yek bi yek dirûxîne. Beriya niha jî çeteyan êrîşî pakrewangeha gundê Nebo yê herêma Şiqêf a bakurê rojavayê bajarê Helebê kiribûn û heman hovîtiyê li ser wan goran jî meşandibûn.