‘Çareseriya Sûriye û Rojhilata Navîn di netewa demokratîk de ye’
Endama Rêvberiya Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn Evîn Paşo ya ku têkildarî pergala netewa demokratîk û erka kadroyên wê axivî, got ku modela herî rast a ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriye û Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Pergala netewa demokratîk a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jiyanî bû, bi jiyana bi hev re ya pêkhateyan û komunalbûnê re dibe hêvî ji tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re.
Endama Rêvberiya Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn û di heman demê de kadroya netewa demokratîk Evîn Paşo li ser pergala netewa demokratîk û jiyanîbûna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.
Gavên ber bi netewbûna demokratîk ve
Evîn Şaşo da zanîn ku berpala neteweya demokratîk bi pêşengiya gelan hatiye meşandin û vê pêvajoyê wiha vegot: “Wekî tê zanîn li Rojavayê Kurdistanê gavên pêşengiyê yên ji bo wê hatin avêtin ne tenê girêdayî şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn. Tecrubeyek bi salan a bi pêşengiya dayîk û bavên me hatibû destpêkirin hebû. Di zor û zehmetiyê de, di hundirê sîstemeke ewqas desthilatdar ku wekî netew, ziman, hebûn û nasnameya te qebûl nake de, pêşengiyek bi vî şeklî hat meşandin. Di wê demê de gelek jin û mêr hatin hedefgirtin û gelek ji wan ketin zindanan rastî îşkenceyê hatin lê tevlî zor û zehmetiyan jî ew nebû sedemek ku gav paşve were avêtin. Berovajî wê gavên pêşketîtir dihatin avêtin. Beriya çend rojan konferansa kadroyên neteweya demokratîk hat lidarxistin. Lê ez dikarim binêjim beriya wê bi salan ev kar dihat meşandin ew jî karê pêşengiya gelan e.”
‘Pêdivî bi derbasbûna pêvajoyeke nû heye’
Evîn Paşo da zanîn ku pêwistiya pêvajoyê bi kadroyên ku ji pergala neteweya demokratîk bawer in û kûrbûnê heye û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di hundirê sîstema Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Kurdistanê de, piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku em dikarin bibêjin bi sedan navend, meclîs hatin çêkirin û sîstema hevserokatiyê hat birêvebirin. Artêşek hat birêxistinkirin, sîstemek siyasî û dîplomasî ji nû ve hat nirxandin. Pêdiviyek wê ya bi pêşengiyê heye ku wê pêvajoyê derbasî pêvajoyek nû bike û rol û misyonek mezintir û girantir ji hinek kesên ku bi pergala neteweya demokratîk bawer in ku bikaribin xwe tê de kûr bikin û bi derdora xwe bidin kûrkirin û famkirin. Ji bo wê jî gelek kesên ku di vê pergalê û fikrê Rêber Apo de xwe kûr kiribûn wekî danasîna neteweya demokratîk, bi taybetî ew kîna her dem desthilatdaran dixwestin di dilê neteweyek de li hemberî neteweya din bide çêkirin tune bikin.”
Rêgezên esasî yên di neteweya demokratîk de
Evîn Paşo di berdewama nirxandinên xwe de behsa rêgezên esasî yên vê pergalê de kir û ev agahî dan: “Rêgezên esasî û bingehîn ên di pergala neteweya demokratîk de azadiya jinan e ku xwe tê de îqna kiribin û di jiyana xwe de pêk anîbin. Çi di hundirê navend, komîn û malan de. Li gorî prensîbên neteweya demokratîk wê pêşengiyê bikin. Erka sereke ya dikeve ser milên kadroyan, pênasekirin û danasîna pergala neteweya demokratîk a li ser rêgeza azadiya jinan û hevjiyana azad e.”
‘Ger sîstema me ne parastî û rêxistinkirî be em ê rastî komkujiyan werin’
Evîn Paşo destnîşan kir ku di hundirê Sûriyeyê de tevî ewqas zor û zehmetiyan ger di qada rêxistinbûyînê de gel de ne di astek baş de be û qada parastinê ne li gorî rastiya gelê şoreşgerî be her tişt zortir dibe ger pêkanîna pîvanê azadiya jinan ne di asteke bilind de be û aboriya civakî tunebe, senaryoyên ku di Sûriyeyê de tên çêkirin li ber çav in û wiha got: “Eger fikrên me û hebûna me ne parastî bin û sîstemek me ya xurt tunebe, em ê rastî komkujiyan bên. Ji bo wê, parazvanên gelekî wê ew gel bi xwe be. Li ser vê bingehê xalên girîng di wê konferansê de hatin nîqaşkirin û tekezî li ser rola jinan hat kirin. Ji ber ku êrîşên li ser civakan tên meşandin di şexsê jinan de ye. Ji bo wê, rola kadroyên neteweya demokratîk ên jin gelek girîng e divê ku bikaribin di pîvanên azadiya jinan de xwe kûr bikin û ji bo bidestxistina mafên jinan di asteke bilind de têkoşînê bidin meşandin.”
‘Ger komîn xurt û rêxistinkirî be wê destên me yên diyalogê xurt bin’
Evîn Paşo bal kişand ser girîngiya xebatên komînan û got ku di konferansa kadroyên neteweya demokratîk de mijarên sereke ku hatine destnîşankirin, mijara komînan bûye. Evîn Paşo diyar kir ku her kes vê rastiyê dizane ku bingeha neteweya demokratîk komîn e û ev agahî dan: “Eger komîn bi rast û duristî neyên aktîfkirin wê kar û xebatên me di sazî, meclîs, deste, siyasî, leşkerî de ne wekî ku tê xwestin bin. Pêwist e komîn bi hêz bibin, ji ber ku jiyana komînal a em jê hatine dûrxistin yek ji rehên neteweya demokratîk e. Hevgirtin, birêxistinkirina hev, perwerdekirin û rêvebirin di komînan de tê kirin. Ji bo wê yek ji nîqaşên bingehîn ew bû ku em çawa bikaribin rêxistinbûyîna xwe ya komînê di asteke jorîn de ava bikin. Komîn wê hêzê di rêkûpêkirina Rêveberiya Xweser de çêbikin, bi taybetî di diyalogên ku bi Şamê re tên kirin de. Tiştê ku sîstema me û ya dewletê ji hev cuda dike, sîstema me komînalî ye ne ya takekesî ye. Ji bo wê çiqas bingeha me ya rêxistinkirî ya komînê xurt be, ewqas dê diyalog bi hêz be.”
‘Erk û rola kadroyên neteweya demokratîk perwerdekirina xwe û derdora xwe ye’
Evîn Paşo behsa erk û rola kadroyan a di nava civakê de kir û wiha got: “Yek ji erk û rola kadroyên neteweya demokratîk ew e xwe û dora xwe perwerde bikin, li ser vê bingehê di vê projeyê de xwe kûr bikin û bidin naskirin. Di vî alî de qada perwedeyê qadeke gelek girîng e. Dema em behsa qada perwerdeyê dikin ne tenê em behsa xwendinek dikin, em behsa guhertina hişmendiyê jî dikin. Belavkirina fikrên neteweya demokratîk di perwerdeyê de ne tenê bi riya adamiyan e. Hatina ba hev perwerdeyek e, nîqaşek bi kesayetek re perwerde ye, jiyana însan bi xwe di danûstandinê de perwerde ye. Li kêleka wê perwerdeyên akademiyan ên di hundirê taxan û bajaran de tên meşandin, ew jî roleke sereke ya kadroyên neteweya demokratîk in.”
‘Em ê ji guhertin û veguhertina pêvajoyê re amade bin û bibin bersiv’
Evîn paşo destnîşan kir ku pêkanîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xelasiya ji komkujiyan e û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pêvajo tu carî wekî xwe namîne, dema pêvajo were guhertin gere ji bo guhertin û veguhertinê amadehî hebe. Bangewaziya Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk hat kirin, lidarxistina konferansên kadroyên neteweya demokratîk bersivdayîna wê bangê ye. Rêber Apo bal kişand ser rêxistinbûyîna gelan a di hundirê pergala neteweya demokratîk de, xurtkirina bingeha civakî ya gelan a ji bo ku rastî komkujiyan neyên. Piştî wê di demek kurt me dît di hundirê Sûriyeyê de çi qewimî. Li dijî fitneya ku li Sûriyeyê tê derxistin di nava neteweyan de pêkanîna biryarên di konferansê de, bersivek e û gavek girîng e. Desgirtina gelan di Rojavayê Kurdistanê de heye û piştî bangewaziya Rêber Apo xurtir bû ku em bikaribin bi hev re hebûna xwe biparêzin .”
‘Bi têkoşînê modela me dê bibe modelek mînak’
Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina asta tekoşînê kir û wiha got: “Hişmendiya ku dewletê birêve dibe, hişmendiya şer e ne ya aştiyê ye, hişmendiya neqebûlkirinê ye ne ya rengîniyê ye, hişmendiya yek olê ye ne ya pir olî ye. Ji bo wê jî hişmendiyek hişk dema rastî hêzeke gelerî tê, ew hişkbûn dişkê. Di destpêka şoreşê de her dem banga me ew e ku modela herî rast a ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriye û Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e. Ji ber ku di hundirê vê projeyê de ferq û cudahî di navbera jin û mêr, ol û baweriyan û neteweyan de tune ye. Dema sîstemek hebe divê ez xwe tê de bibînim, xwedî hebûn û nasname bim. Çi ol, bawerî û neteweyek cuda be jixwe wê pirsgirêk dernekeve. Em têkoşîn didin ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye bibe modelek li tevahî Sûriyeyê. Ji ber ku Sûriye di dîrokê de xwedî cihekî kevnar e û rola xwe ya sereke di dîroka mirovahiyê de lîstiye. Ji bo wê bi vê projeyê wê careke din rola xwe ya esasî bilîze û li hemberî şer wê têgeha aştiyê pêk were.”