Çapemeniya cîhanê cih da peyama Abdullah Ocalan
Çapemeniya cîhanê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Civaka Demokratîk û Aştiyê” di manşetên xwe de weşandin, destnîşan kirin ku bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bal kişandin ser bêdengiya rayedarên Tirk.

Navenda Nûçeyan – Duh Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê li gel girtiyên din ên Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk‘ kir. Ev peyama dîrokî li gelek bajarên Kurdistan û derveyî welat, di ekranên mezin de bi awayekî zindî bi tililî û dirûşmeyan hate guhdarkirin û pêşwazîkirin. Her wiha ji aliyê gelek aliyên Kurdistanî û cîhanî ve bi awayekî erênî û wek firsendek dîrokî hate pêşwazîkirin û pênasekirin. Ji niha şûnde ya ku tê mereqkirin, gelo wê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan çawa nêzî vê bangê bibe ye.
Rojname û malperên herêmî û cîhanê bi eleqeyek mezin banga “Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya Abdullah Ocalan şopandin û di çapemeniya cîhanê de peyam cihek berfireh girt.
Gelek rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî jî di nav de, gelek saziyên weşanê yên herêmî û neteweyî banga dîrokî di manşetên xwe de parve kirin. Di nûçeyan de Banga Abdullah Ocalan a ji bo ‘PKK çek berde’ derket pêş û diyar kirin ku hîna Tirkiyeyê têkildarî vê yekê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Çend sernivîsên ku di çapemeniya herêmî û cîhanî de derketine ev in:
Le Monde: Zext dewam dike
Yek ji rojnameyên navdar a Fransayê Le Monde, banga dîrokî ragihand.
Rojnameyê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve dîl tê girtin û diyar kir ku wî berpirsyariya banga dîrokî jî girtiye ser xwe.
Di dewama nûçeyê de hat ragihandin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî vê yekê helwesteke zelal raber nekiriye. Le Monde bal kişand ser bêdengiya Erdogan û diyar kir ku zextên li ser gelê Kurd û nûnerên hilbijartî dewam dikin.
France 24: Ji bo herêmê wê bandoreke mezin biafirîne
France 24 banga dîrokî bi sernava “Lîderê Kurd Ocalan ji bo fesihkirina PKK’ê bangeke dîrokî kir” ragihand.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Serokkomar Erdogan û rayedarên payebilind hîna têkildarî banga Abdullah Ocalan ti daxuyanî nedane û destnîşan kir ku di serî de Kurd gelek kes piştgiriyeke mezin didin vê bangê.
Di nûçeyê de hate bilêvkirin ku Abdullah Ocalan 27 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û hate diyarkirin ku ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû herêmê xwedî bandoreke mezin e.
RFI: Ev tenê destpêkek e
Radio France Internationale jî diyar kir ku banga Abdullah Ocalan tenê destpêkek e.
RTS: Weke lîder tê dîtin
Televîzyona Dewletê ya Swîsre (RTS) jî di banga dîrokî de bal kişand ser hûrgûliyan û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di hucreya yekkesî de di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Hat diyarkirin ku tevî esareta 27 salan û şert û mercên tecrîda giran, Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve weke lîder tê dîtin û hat diyarkirin ku banga dîrokî li bajarên Kurdistanê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin.
Di nûçeyê de bal kişandin ser hewldanên ku berêAbdullah Ocalan ji bo çareseriyê kirine.
Monitor: Serokê Kurd Ocalan ji bo çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê, ji bo bidawîkirina şer bi Tirkiyeyê re banga dîrokî kir.
Bloomberg: Serokê Kurd ê girtî ji bo bidawîkirina şer bi Tirkiyeyê banga dîrokî kir
The National: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bang li koma Kurd kir ku çekê xwe deynin û xwe fesh bikin.
Sky New a Brîtanî: Serokê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deynin ku beşeke ji hewldanên aştiyê li Tirkiyeyê ye.
Jordan Times: Bi guherîneke mezin…Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku çekê deynin û xwe fesih bikin.
CNN Arabiye: Gaveke, dibe ku salên ji şerê bi Tirkiyeyê re bi dawî bike….Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku xwe fesih bikin û çekê deynin.”
El Eyn El Exbariye El Îmaratî: Bi banga aştiyê tarîtiya zîndanê û pevçûn şikand…Tiştê hûn li ser Ocalan nizanin”
Malpera Resîf 22: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bang li partiya xwe kir ku çekê deynin û xwe fesih bikin.”
Malpera Erebî 21: Peyama dîrokî…Ocalan ji girtîgehê banga fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê û çekdanînê kir.”
El Qudis El Erebî El Londonî: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Ocalan bang li partiyê xwe kir ku çekê deynin û xwe fesih bike.”
El Erebî El Cedîd El Londonî: Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deyne û xwe fesih bike: ez berpirsyariya di^roki^ ya ve^ bange^ hildigirim ser xwe.”
El Nehar El Lubnaniye: Ji Ocalan peyama dîrokî: Ez banga çekdanîn û fesihkirina Partiya Karkeran dikim.”
El Ereb El Londoniye: Ocalan ji bo bidawîkirina şerê bi Tirkiyeyê re banga aştiyê kir.”
El Xelîc El Îmaratî: Bi ragihandina dîrokî de..Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir xwe fesih bike.”
El Beyan El Îmaratî: Abdullah Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deyne û xwe fesih bike.”
El Riyad El Siûdiye: Ocalan banga fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê kir.”
Ukaz El Siûdiye: “Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê banga fesihkirina partiya xwe û çekdanînê kir.”