Çanda tecawizê: Kokên wê yên dîrokî û Teyîsînên Civakî -1

“Ji sedî 90’ê têkiliyên jin-mêr, wek tecawiz dinirxînim. Di bingeha vana de têkiliyên gelek qirêj hene. Ez ne li hember evîn û zewacê me. Tiştê ku ez dijberiya wî dikim, çanda tecawizê ye…”

ZÎLAN KOÇGIRÎ

Avabûna feraseta bavsalarî ya modernîteya kapîtalîst, civakê mîna axtapotê dorpêç kiriye. Di pratîkê de jî li hemû qadên jiyanê hebûna xwe bi tundî û desthilatiyê didomîne. Ev avabûn ji malê heta kuçeyê, ji kuçeyê heta malê di hemû qadan de xwe cemawerî dike. Ev avabûn ‘tê normalkirin’ û di medyayê de, li dibistanê, di siyasetê de, li kargehan, wek qonaxek ne xuya ya ku li ser navê jinan gotinê dibêje kar dike. Her nerazîbûnek ku ji bav re, hevjîn re an jî dewletê re tê ragihandin, bi cezakirinek tund biencam dibe. Ev tundî di nav hemû qadên jiyana me de xwe nîşan dide. Di nav vana de tundiya herî zêde sîstematîk jî, çanda tecawizê ye. Wek awayek tundiyê ya îro di gelek civakan de pir tê dîtin û li hember jinê bi awayek sîstematîk derdikeve pêşiya me ye ev çanda tecawizê. Ev çand, tenê ji sûcek ferdî pêk nayê; bi rastî mîna yek ji kevirên bingehîn ên mekanîzmaya duyemînkirin û kontrolkirina pergala bavsalar e jî.

Tecawiz çandek e gelo?

Çand û tecawiz, wek du peyvên ku nikarin bên ba hev tên dîtin. Ji ber ku çand, nirxên jiyana hevpar û daneheva bi civakbûna mirovan re bipêş ketine ye. Tecawiz jî, bi taybetiya xwe ya wêranker û kujer di nav nakokiyek de ye. Ji ber ku tecawiz, bi ferzkirina vîna yekalî ya li hember dijberê xwe, azadiyê ji holê radike, vînê tune dike û dide erêkirin. Yanê yek ji wan ava dike, digre nav xwe û bipêş dixe. Yê din jî yek alî ye, hikum dike û tune dihesibîne. Di ferhengê de ji bo çandê tê gotin ku “tevahiya amûrên ku hemû nirxên madî û manewî yên di pêvajoya dîrokî, civakî de hatine afirandin de ji bo gihandina nifşên din hatine bikaranîn û pîvana serdestiya mirov a li ser derdora xwe ya xwezayî û civakî nîşan didin.” Ancax em çandê wek tevahiya şêwaz û nirxên jiyanê an jî mîna vê pênaseyê binirxînin, em dikarin bibînin ku tecawiz jî hatiye rewşa çandek. Di civaka îroyîn de tecawiz di nav qalibek teng de hatiye asêkirin. Tenê wek êrîşek zayendî ku li hember jinek, zarokek û carna jî mêrek, ji aliyê mêrek an jî komek ve hatiye kirin, sînor kirine. Ev pênasekirina evqas teng, qada berfirehiya tecawizê ji ber çavan dûr dixe û normalîze dike, di jiyana rojane de jî vedişêre. Di pênasekirina tecawizê û cezayê ji bo wê de jî mêr bi awayên têkiliya li gor kirde tê nirxandin. Ew ne binpêkirina nirxên destnedayî yên takekesî ye, ew bêtir wekî binpêkirina milkê mêr û ji ber vê yekê ya mafên milkê mêr tê hesibandin. Her çiqas yasa vêya wiha nenirxîne jî, pêkanîna pratîk û avabûna feraseta heyî, li ser vê bingehê teşe girtiye. Nexwe dewlet, organîzasyonek ku di ser parastina mafên mêr-hêzdar re hatiye çêkirin e. Avabûnek wisa ye ku ji çanda destdirêjî-çanda tecawizê di nav hemû avabûnên civakî de hatiye bicîhkirin di asta yekem de berpirsyar e. Derketina şaristaniyê jî, encamek tecawizê ye û di nav hemû kodkirinên pergalê de ev taybetiya wê hatiye bicîhkirin. Nirxandina tecawizê ya bi vî awayê berfireh, nêzîkatiyek zêdetir dicîh de ye.

‘Tecawiz sûcek çavkaniya xwe ne ji şehwetê ji hêzê distîne ye’

Rojnamevana femînîst Susan Brownmiller, tundiya zayendî ya li hember jinê ji nû ve bi awayek dîrokî dinirxîne, tecawizê jî wek tundiyek civakî ya cidî ya li hember jinê pênase dike. Gotiye ku  “Tecawiz, rewşeke dîrokî ya ku di bin hemû aliyên têkiliyên mêr-jin de cîh digre ye. Sûcek ku çavkaniya xwe ne ji şehwetê, ji hêzê digre ye.” Di pirtûka xwe ya bi navê “Li hember vîna me: Mêr, Jin û Tecawiz” de gotiye ku îmaja ‘xerifî’ ya ji bo tecawizkar, şaş e. Gotiye ku di têkiliyên romantîk ên mêr-jin de tecawiza mêr bi awayek ku mirov şoq dike, zêde tê dîtin.

Çanda tecawizê, 50 sal berê di lîteratura femînîst û zanistên civakî de hat bikaranîn. Di sala 1974’an de li Emrîkayê jinên ku ji nav tevgera femînîst a pêla duyemîn hatin, tespîta “li hember zêdebûna bûyerên tecawizê dengê mexdûran nayê bihîstin, binyada civakî bûyerên ecawizê vedişêre û atmosfera bêcezatiyê ava dike” kirin. Van jinan destnîşan kirin ku tecawiz tenê sûcek ferdî nîne, berhemek avabûna civaka bavsalar e jî. Diyar kirine ku tecawiz ji pênasekirina “sûc û tundî” wêdetir, pirsgirêkek çandî ye û ancax bi veguherînek civakî dikare bê têkbirin. Bi vê ferasetê tecawiz, ne tenê wek meseleyek hiqûqî, wek meseleyek bîrdozî û polîtîk jî hatiye nirxandin. Bi vî awayî, çanda tecawizê êdî wek têkiliyek di navbera kiryarê ferdî û mexdûr de nîne. Êdî dest bi analîzkirina di çarçoveya têkiliyên zayendiya civakî û têgihên hegemonyayê de kirine.

‘Ji sedî 90’ê têkiliyên jin û mêr tecawiz e’

Lê ji ber ku di nav tevgerên femînîst de di aliyê nirxandina çanda tecawizê ya di nav pirsyarîkirina sîstemek berfirehtir de nêzikatiyên dudil çêbûne. Ev jî li ber nirxandina wek analîzkirina sîstemek berfireh, astengî çêkiriye. Awayên têkoşîna ku navenda wê ‘cezakirina’ mêrê li ser bingeha dewlet-yasa-maf e, ya di çarçoveya hiqûqê de, bûye sedem ku kokên dîrokî yên hezar saleyî yê çanda tecawizê neyê dîtin û analîzkirin. Yê ku bû sedem ev têgeh ji nû ve û berfirehtir bikeve rojeva tevgera azadiya jinê jî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji aliyê Ocalan ve, di çarçoveya prensîbên Îdeolojiya Rizgariya Jinê de pirsgirêka azadiya jinê bi analîzek berfireh a dîrokî, felsefî û zanistî hatiye nirxandin. Ocalan, di sala 2007’an de gotiye “Ji bo min azadiya jinek, ji azadiya welat hêjatir e” û diyar kiriye ku pirsgirêka jinê, encama çanda tecawizê ya 5 hezar saleyî ye. Ocalan di berdewama nirxandina xwe de jî wiha gotiye: “Ez ji sedî 90’ê têkiliyên jin-mêr, wek tecawiz dinirxînim. Di bingeha vana de têkiliyên pir nexweşik hene. Ez ne li dijî evîn û zewacê me. Dibe ku di evîn û zewacê de ajoyên xurt hebin, ev normal in; em nikarin vana înkar bikin. Tiştê ku ez li dijî wê me, ev çanda tecawizê ye. Jinên ciwan didin mêrê 60 salî, keçik li hember vê zordestiyê xwe dikuje. Zewacên bê dil tên kirin. Heta, carna pere didin û jinê distînin, yanê aşkera difroşin. Ev tevgerek pir bê ehlaq û qirêj e. Ji sedî 95’ê zewacên îro, tecawiz in. Jin her roj rastî tecawizê tên. Di nav çandeke tecawizê ya bi vî rengî de ne giyanê jinê saxlem dimîne, ne jî mêjiyê wê; ne feraseta xweşikbûnê ne jî hezkirin û evîna wê.”

Çandîkirina tecawizê wekî amûrek serdestiya baviksalar

Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike, pergala bavsalariyê ya ku tecawizê kiriye çand, xwedî rastiyek dirêj a dîrokî ye. Ji bo ku em kokên çanda tecawizê fêm bikin, pêwîst e ku em bibînin ku ev diyarde tenê bi avabûnên civakî yên îroyîn bi sînor nemaye, di kûrahiyek zêdetir de, di vegotinên dîrokî û mîtolojîk de jî dikare şopên xwe bide domandin. Ji ber ku binhişê kolektif ê mîtolojiyan û civakan û avabûnên wan ên bîrdozî nîşan didin, di aliyê fêmkirina kokên dîrokî yên çanda tecawizê de çavkaniyên girîng in.

Bi destpêkirina wendakirina çanda Dayîk-xwedawend re, em rastî dagirkirina bedena jinê ya di Gilgamêş de tên. Gilgamêşa ku têkildarî aşkerakirina desthilatiya ‘mêrê qurnaz’ a di ser nirxên ku jinê ava kirine de, yek ji çîrokên dîrokê yên herî kevn ên mîtolojîk e. Em dikarin vê vegotinê di heman demê de wek mînakek arketip ê destpêkirina rewakirina tundiya zayendî ya li hember jinan jî binirxînin. Di çîrokê de fîgura Ereşkîgal a xwedawenda binerdê ya mîtolojiya Mezopotamyaya Firatê, bi rastî di nav xwedayên li ser ruyê erdê de cîh digre. Lê dîsa jî rastî tecawizê tê, wê dişinin binê erdê. Ev fîgur awayên rewakirina zext û tundiya zayendî ya ku pergalek bavsalar li ser bedena jinê kiriye, sembolîze dike.

Kontrolkirina bedena jinê: Ereşkîgal, Defne...

Ereşkîgal, xwişka Înanna ye. Ereşkîgal, tenê êrîşên zayendî yên xweda yan jî nîv xwedayan a li ser fîgurên jinan e. Ne tenê wek sûcek ferdî an jî wek trajediyek, di heman demê de avabûna giştî ya civakê, nîşaneyek pratîkên daxwaza kontrolkirina zayendiya jinê ya ji aliyê desthilatiya mêr ve de ye jî.

Bi awayek din, di mîtolojiya Yewnan çîroka Apollon û Defne de astên bîrdozî û sembolîk ên   çanda tecawizê aşkera datîne holê. Apollon, wek fîgurek xwedayê mêr ê di perwerda çanda dayîk-jinê re derbas bûye û piştre zanîna wê diziye, bêhemdî Defne dişopîne û destdirêjî lê dike. Defne, ji bo ku xwe biparêze dibe dar; îro jî mîtolojiya dara defneyê ji vê çîrokê tê. Ev veguherîn, tê wateya ku jin ji bo ji êrîşa zayendî bireve, hebûna xwe diguherîne. Lê ji ber ku Apollon pîrozî daye vê darê, ev nezîkatiya milkkirina jinê ya bi destê mêr, nîşan dide. Bi vî awayî hewldana xweparastina jinê, di çarçoveya normên bavsalar ên ji aliyê sîstemê ve hatine empozekirin de tê sînorkirin.

Çîroka bi êbret a çanda tecawizê: Medusa

Mîtolojiya Yewnan wek sêyemîn versiyona mîtolojiyên Mezopotamyayê, di nav mîtolojiya Rojava de ya herî berfireh e. Mîtolojiya Yewnan, bi çîrokên tecawiza Zeus û xwedayên din a li xwedawendan hatine kirin dagirtîye. Ev înşaetek e; Ev pergala civakî ya ku bi xweda-xwedawendan hatiye sembolîzekirin, bi rastî têkildarî avabûnê bi xwe agahî dide me. Di nav van çîrokên mîtolojîk de mînaka herî balkêş, Medusa ye. Medusa, xwedawenda axê ye û bi sêhr û zanistiya tibê re mijûl dibe. Poseîdon ê ku zavayê Zeus e, rojek bi dizî dikeve perestgeha evîndara xwe Athena û li vir tecawizî Medusa dike. Tecawiz, êrîşa li hember çanda dayîk-jinê ye.  Athena, ji ber vê bêrêziyê di şûna Poseîdon de ceza dide Medusayê. Porên Medusa êdî dibe mar û li kê binhêre, wan dike kevir. Athena, ji ber ku ji aqilê mêr; ji ber ku ew bi xwe jî keça ku ji serê bavê xwe yê tecawizkar Zeus derketiye, di şûna sûcdar de mexdûr ceza kiriye. Mîna di malbatên ku keçên xwe yên rastî tecawizê hatine dikujin de dibe.

Fikra ‘jina ku rastî tecawizê hatiye sedîsed sûcek ku vêya heq dike kiriye’ îro jî di hişê mirovan de bicîh bûye. Athena alîkariya Perseus dike û ji bo ku xwe ji awirên Medusa biparêze jî mertalek dide wî. Perseus, Medusa dikuje. Mîna yasa û sîstemên dewletê yên ku qatilan diparêzin. Perseus, di şexsê Medusa de çanda dayîk-jinê di komkujiyê re derbas dike û di vegerê de fetîhan dike, jinan direvîne û tecawizî wan dike. Ev jî, qanîmetek ku jê re hatiye pêşkêşkirin e.

Di vir de serê Medusa ji bo veguhere kevir tê bikaranîn. Ev jî bi awayek ku jinên ji aliyê çanda tecawizê ve hatine qetilkirin ji bo êbretê bên nîşandan, tirsandin, şikandina xwe parastina civakan, tê nîşandan.

Reva Helen û ferqa di navbera Troya û Aka de

Demokrîtos, fîlozofê Yewnana Antîk e û wek ‘bavê’ zanistên pozîtîf tê nasîn. Demokrîtos, gotiye ku “Pêwîst e ku jinek, fikirandinê fêr nebe. Ji ber ku ev dikare bibe sedema encamên xirab.” Ev bi xwe jî, bi tena serê xwe pergala mêr û awayê hebûna ji wê çandê eşkere dike.

Ji bo ku em fam bikin ka tiştê Helen di Şerê Troya de jê reviyaye çi ye, divê mirov binhêre ku Akayên ji bo şer hatine peravên Troyayê hê di demeke ku şer didome de nikaribûn jinên ku Aşîl û Agamemnon di dema şer de wek xenîmet parve bikin. Lewre tiştê di vegotina fantastîk a Îlyada û Odysseus de veşarî ye, şerê ku di navbera Troyayiyên çanda jinê ya wekhevpaêz a çanda dayîk-xwedawend didome û Akayên ku bi tecawiza bavsalar û xenîmetê li ser piya mane de ye. Ev rewş herî baş di duelloya ku di destana Îlyada de di navbera Aşîl û Hektor de tê ziman e. Aşîl, bi gotinên wekî “Ezê dest û piyê Troyayiyan girêdim û wan bikim kole” gefandixwe. Hektor bersivek wiha dide wî: “Hûn Atînayî, koleyên di encama tecawizê de çêbûyî ne. Lewma jî hûn bi azadiyê nizanin. Em Troyayî, mirovên ku ji têkiliya dildar a jin û mêrên azad hatine dinyayê ne.  Lewma jî tu Troyayî li hember Atînayiyan serî natewîne.”

Dîroka şaristaniyê her wekî dîroka çanda tecawizê ye

Di mîtolojiya Nordik de êrîşên Lokî yên li hember jinan û di mîtolojiyên Afrîkayê de tevgerên hişk ên ku xwedayan li hember jinan kirine jî, rola bêkêr û mexdûr a ku pergala bavsalar ji bo jinê  diyar kiriye, zêdetir dike. Em dikarin van fîgurên mîtolojîk, wek sembolên ku dibêjin zayendiya jinê ji aliyê bîrdoziya serdest a mêr ve tê kontrolkirin û beden û nasnameya jinê wek milkê mêr tê dîtin, bixwînin. Gava ku em di hemû mîtên avabûnê, çîrok û destanên şaristaniyê de bi perspektîfa azadiya zayendiya civakî de lêkolîn bikin, emê bibînin ku hewl didin êrîşên li derveyî erêkirina jinê ya li hember beden û nasnameya wê pêk tên, bikin wek normên civakî û bi awayê xwezayî û neçarî tên nîşandan.

Ji çanda dayîk-jinê heta şer xenîmet û çanda tecawizê

Di Grekan de Zeus, di Sumeran de Enkî, di Babîlan de Marduk, di Misrê de Seth... Her çiqas hinek ji wan hemdem, hinek şopdar bin jî, tevan di destpêk û domandina heman kevneşopiyê de cîh girtine. Di navenda armancên wê de jî, bidestxistin û ji hev belavkirina bi darê zorê, tundiyê, tecawizê ya civakîbûna ku li derdora jinê pêk hatiye, pêşxistin û kûrkirina kedxwariya desthilatiya bavsalar heye. Ger ku çîrok bên vekolandin, dê bi hêsanî bê dîtin ku qodkirinên bingehîn ên şaristaniyê çawa hatine pergalkirin, di bîra civakî de çawa hatiye kolandin. Di vê hêlê de dîroka şaristaniyê ya bi destdirêjî û tecawizê bipêş ketiye, di heman demê de wendakirina jinê û dîroka wendakirinê ye.

Ji berî zayînê salên 4000'î ve di her asteke şaristaniya bavsalar a dewlethez de jin tê qetilkirin û çanda tecawizê teşe digre, di dîrokê de em di çîrokên rizgariya împaratoriyê de rastî wan tên. Ev serde mdi heman demê de gava ku dighê Beriya Zayînê salên 2000'î, li dijî jinê pêvajoya şikestina yekemîn a zayendî nîşan dike. Di dewletên bajêr ên Sumeran de ayîna dayîk xwedawendê di asteke diyar de ye. Lê piştî ku derbasî împaratoriyên navendî dibin, di destanên rizgariyê yên Akad, Asûr û Babîlan de, em dibînin ku çanda dayîk-jinê her ku diçe, vediguhere şer-xenîmet û çanda tecawizê. Asta xwe ya li derdora Jinê, çanda dayîk-xwedawendê teşe girtiye, her ku diçe wenda dike. Bi qesran re, di malên taybet û giştî de hatiye asêkirin û li vir ketiye asta koletiya di bin destê elîtên desthilatiyê yên çanda tecawizê de.

Roma şaristaniyek tecawizê ye

Çîroka avabûna Împaratoriya Romayê ku demeke dirêj di navenda şaristaniyê de cîh girtiye jî, çîroka sazîbûna çanda tecawizê ji me re vedibêje. Li gor mîta avabûna Romayê, Romulus ji aliyê gurek ve tê mijandin û piştî ku mezin dibe, ji bo desthilatiya xwe cêwiyê xwe dikuje. Romulus, li derdora xwe mêrên nêçîrvan, qaçax, sûcdar kom dike, bi wan re bajarê Romayê ava dike. Ji ber ku li bajêr jin tunene, Sabîneyên cîran ji bo mîhrîcanek vedixwîne, mêran jehrî dike û jinan jî direvîne û tecawizî wan dike. Zarokên ku ji vê tecawizê tên dinê jî, nifşên Romayê pêk tînin.

Mezinbûna olên Îbranî û duyemîn şikestina zayendî

Çanda tecawizê bi diyardeyek din jî zêde dibe. Ev diyarde di olan de tê dîtin. Di hemû olên Îbranî de car caran wek qaîde, car caran jî bi şîroveyan çanda tecawizê tê mezinkirin. Gava ku Îbrahîm dighê Misrê, hevjîna xwe Sara, ji Fîrewn re mîna xwişka xwe dide nasîn. Ev jî dikare wek yek ji astên herî girîng ên metabûyîna jinê bê nirxandin. Çanda qerwaşiyê her ku diçe sazûmanî dibe, di bin navê diyardeya ‘namûsê’ de jinên ku piraniya wan mexdûrên tecawizê ne tên recmkirin. Ev jî dişibe cezakirina Medusa ya ku piştî di perestgehê de rastî tecawizê tê, wê ceza dikin. Bi şikestina duyemîn a zayendî re, çanda tecawizê hatiye sazûmanîkirin û anîne asta norma parastina hebûna desthilatiyê.

Osmaniyan ji Balkanan 60 hezar jin revandin

Di hemû çaxan de hemû împaratoriyên hatine avakirin, bi kolekirina jinê, artêşa kole-qerwaş a ji jinên ku ji nav civakan hatine revandin pêk tê, xenîmetkirin û milkkirina jinê, her wekî xwe di ser çanda tecawizê re mezin kiriye. Civak çiqas ji pergala dewleta navendî dûr ketine ewqas nefes girtine, çiqas nêzî navenda dewletê bûne, an jî rastî dagirkirin û talanê hatine, bi dagirkirina bedenê ya ku zilma herî giran e re rûbirû mane. Çavkaniyên dîrokî dibêjin ku di navbera salên 1400-1700’î de ji Balkanan tê payîn nêzî 60 hezarî jin, ji aliyê leşkerên Împaratoriya Osmaniyan ve wek xenîmet hatine revandin.

Çanda tecawizê ya ku dewletan xwe li serê ava kirine

Heta ku statuya bi sîstema hiyerarşik destpê kiriye û jinê girtiye nav xwe neyê analîzkirin, ne dikare dewlet ne jî avabûnên civakên bi çîn ên xwe dispêre, bên pênasekirin. Ji ber vê sedemê nikarin xwe ji xapandinên herî bingehîn jî rizgar bikin. Dema ku em li koka têgihên li herêma me, yên rêveberî, statu û sazîbûna xwe îfade dikin ên wek Şêxtî, Emîrî, Siltanî, desthilatî û dewlet binhêrin, em dikarin vêya bibînin. Mînak peyva “dewlet” a ku koka wê Erebî ye, ji wateya “şeva ku bi jineke hatiye bidestxistin re bê jiyîn” pêk tê. Dewlet wek peyvek jî bi tecawiz û kolekirinê re di nav têkiliyek balkêş de ye. Hemû têgih û saziyên ku di Erebî de desthilatiyê tînin bîra mirov, tazîbûn û domandina bi kêfkirinê tîne bîra mirov. Jin, ne wek zayendek lê wek mirovek ji civaka xwezayî tê veqetandin û dibe dîla koletiya herî berfireh. Hemû koletiyên din, bi koletiya jinê ve girêdayî bipêş dikevin. Di pergala modernîteya kapîtalîst a ku hebûna xwe di bin navê ‘Nêçira Pîresêhrê’ de li ser komkujiyên jinan ava kiriye de rewşa jinê, hemû dîroka şaristaniyê di pêvajoya bi koletiya herî bi tebeqe re rûbirû hiştiye.

Lewma jî, heta ku koletiya jinê neyê tunekirin, koletiyên din nekarî bên tunekirin. Heta ku koletiya jinê neyê derbaskirin, koletiyên din nekarî bên derbaskirin. Jina zana ya civaka xwezayî bi hezaran salan çanda dayîk-xwedawend jiyaye. Nirxa ku her tim hatiye pîrozkirin, dayîk-xwedawend e. Wê demê, çanda civakê ya herî demdirêj û berfireh çawa hat çewsandin û veguherandin bilbilê qefesê yê bi xeml û rewş? Dibe ku mêr ji vê bilbilê re bihelin, lê ew dîlek e. Heta ku ev dîliya herî demdirêj û kûr neyê tekbirin, ti pergalek civakî nikare behsa wekhevî û azadiyê bike.

Çanda tecawizê, hatiye romantîzekirin, ji nav zewacê hatiye destpêkirin û di tevahiya civakê de hatiye asta ku mêrbûnê pîroz dike. Bi qasî ku emê fam bikin ka ev çand bi halên xwe yên herî zirav çawa tê meşandin, emê rizgariya xwe ya ji vê bêçandiyê jî, di beşa duyemîn de binirxînin.

 

*Abdullah Ocalan ji notên hevdîtina sala 2007’an

Çavkanî

Susan Brownmiller (1975). Li Hember Daxwaza Me: Mêr, Jin û Tecawiz. Stenbol: Weşanên Ayrıntı.

Zeynep Esengül (2019) Kovara Modernîteya Demokratîk
Halil İnalcık, (1994). Împaratoriya Osmaniyan: Sedema Klasîk (1300–1600). Stenbol: Weşanên Eren.
Abdullah Ocalan (2013). Sosyolojiya Azadiyê. Köln: Weşanên Însiyatîfa Navnetewî.
Tora. (n.d.). Tewrat, Tekvîn 12:10–20. Stenbol: Weşanên Pirtûka Pîroz