Çalakvanên Mexmûrê: Em îradeya xwe teslîm nakin

Çalakvanên konvedanê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî kiryarên hikumeta Iraqê û girtina şandeya meclisa gel axivîn û diyar kirin ku ew ê ji bo parastina mafên xwe heta dawiyê têbikoşin.

Mexmûr – Şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbû Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re, dema ku vedigeriyan wargehê hatin dîlgirtin. Her wiha ji 10’ê Nîsanê ve hikumeta Iraqê rê nade şêniyên wargehê derbasî bajarên Iraqê bibe, nahêle kel û pelên jiyanî derbas bibin û nexweş biçin nexweşxaneyan.
Şêniyên Mexmûrê roja 15’ê Gulanê li dijî girtina şandeya meclisê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî şêniyên Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedan.

Têkildarî girtina şandeyê û kiryarên Iraqê yên li hemberî şêniyên wargeha Mexmûrê jinên wargehê ji ajansa me re axivîn.

‘Kiryarên wan dijmirovî ne’

Besê Budak der barê ambargoya hikumeta PDK’ê û Iraqê ya li ser wargehê de ev tişt anî ziman: “Ne qanûn ne jî mirovahî bi wan re heye. Kiryarên wan dijmirovî ne. Karkerên me diçin kar digrin, rêveberên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê diçin hevdîtinê ku bi fermî çûne ev çend roj in hatine girtin. Ev çend sal in em li vir dijîn tu ziyana me negihîştiye PDK’ê jî dewleta Iraqê jî. Em wan şermezar dikin. Nahêlin nexweşên me jî biçin nexweşxaneyan, bahoz rabû, zarokên me birîndar bûn nexweşxaneyên dewletê wan qebûl nekirin. Mafê wan nîn e van kiryaran bikin.”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Besê Budak di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û got: “Em tu carî teslîmiyetê qebûl nakin. Me her cure êrîş dît, me tengasî dît, em birçî man û tiştek nema hat serê me lê me teslîmiyetê qebûl nekir. Ji ber ku em mafdar in. Hikumeta PDK’ê jî ya Iraqê jî zilmê li me dikin. Lê em serî natewînin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin.”

‘Li her derê êrîşên li ser gelê Kurd didomin’

Eyşê Kara jî destpêkê cangoriyên PKK’ê Elî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bî ranî û ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de em li bendê bûn ku xweşiyek bikeve cîhanê. Lê îro jî me dît êrîşên li ser gerîlayên azadiyê berdewam dikin. Li her derê êrîşên li ser gelê Kurd didomin. Hersê rêveberên me çûn ji bo pirsgirêkên wargehê çareser bikin lê hatin girtin. Ev li dijî qanûnên mirovî ne.”

‘Me zilma dewleta Tirk qebûl nekir em vê jî qebûl nakin’

Eyşê Kara wiha berdewam kir: “Em berê xwe didin ku derê dijmin heye. Li aliyekî DAIŞ, li aliyekî PDK û niha jî Iraq. Ji hemû aliyan ve êrîş li ser me hene. Em ji ber zilma dewleta Tirk hatin vir û me zilma wan qebûl nekir. Me çawa wê zilmê qebûl nekiribe, em niha jî qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin.”

‘Divê her kes xwedî li Mexmûrê derkeve’

Eyşê Kara di dawiyê de bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrîşên li ser wargehê û wiha got: “Neteweyên Yekbûyî tên Bexdayê û bi hikumeta herêmê re hevdîtinê dikin. Ew li dijî me gotinên ne rast ji wan re dibêjin û ew jî li hemberî êrîşan bêdeng dimînin. Ji sala 1993’yan ve heta niha em li ber xwe didin. Nasnameyek me ya siyasî heye. Me di riya penaberiya de her tişt dît. Em bang li dewletan dikin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û xwedî li şêniyên wargehê derkevin.”