Çalakvanên Mexmûrê: Em ê wek jin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 205’an, di roja 1065’an de didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiya nobetê ya ku li dijî tecrîdê veguheriye qadekî berxwedanê, ber bi temamkirina sala xwe ya 3’emîn ve dimeşe. Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 205’an, di roja 1065’an de bi biryardarî didome.

Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin, ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 204’an Bêrîvan Îşlek axaftinek kir.

‘Wê jin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’

Bêrîvan Îşlek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kesayeta wî de li ser tevayî jinên azad tê meşandin û got: “Wek gelê Kurd û dostên Kurdan bi salane em dinava çalakiyan de ne. Rêber Apo ji bo gerdûnek azad ji jin û civakê re bide avakirin, têkoşîn dide meşandin. Ji bo wê yekê ye dijmin bi her awayî êrişî Rêber Apo dike. Li ser bingehê paradîgma ‘Jin Jiyan Azadî’ a Rêber Apo ku li Cîhanê îsbat bûye, wê jin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Herwiha Rêber Apo pêvajoyek ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpê kirin. Bê guman wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta azadî, aştî û demokrasiyê çêbibe.”

Bêrîvan Îşlek di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wek jinên Kurd û xelkê Mexmûrê ew ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava têkoşîn û çalakiyan de bin.

Merasîm bi dewirgirtina koma 205’an dawî bû.