Çalakvanên mafên jinan ên Iraqê: Tundiya li ser jinan zêde dibe
Çalakvanên Iraqî balkişandin ser girîngiya peydakirina cihên bi ewle ji bo parastina jinan, destnîşan kirin ku bi taybetî perwerdekirina wan a di aliyê parastina xwe de û peydakirina piştgiriya psîkolojîk û tenduristiyê, girîng e.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Kuştina dawî ya çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim a li bajarê Kutê, bû sedema nerazîbûnek berfireh. Ev ne cara yekem bû ku çalakvanên jin li Iraqê rastî êrîşê hatin. Vê êrîşê careke din rastiya tundûtûjiya li dijî jinan a di nebûna qanûnên astengker de ronî kir.
Çalakvan û parêzvanên mafên jinan destnîşan kirin ku ev encama berhevkirî ya salên paşguhkirina qanûnî, paşguhkirina binpêkirinan û nebûna mekanîzmayên parastin û hesabdayînê ye. Çalakvanan dan zanîn ku ev yek, jinên li Iraqê bi taybetî ji tundûtûjî û kuştinan re xeternak dihêle, bi taybetî ji malbat an jî derdorên wan ên civakî.
Nebûna Qanûnê dibe sedema zêdebûnan
Çalakvan Nîdal Toma zêdebûna giştî ya kuştin û tundûtûjiya li Iraqê bi pirsgirêkên aborî, civakî û ewlehiyê yên ku bandorê li civakê dikin ve girêda. Nîdal diyar kir ku diyardeya kuştina jinan, ji ber nepejirandina qanûnek li dijî şîdeta navmalî ya ji aliyê parlementoya Iraqê ve, xeternak û bileztir dike. Nîdal Toma wiha got: “Ev qanûn xizmetê ji bo rojevên siyasî yên ku ji hêla partiyên siyasî ve têne ferzkirin dike. Jin qurbanên sereke yên vê paşguhkirinê ne. Ev diyarde ger qanûnek bihata derxistin dikaribû bihata astengkirin. Qanûnek ku armanca wê pêşîgirtina li bêcezatiyê ye. Ev qanûn ji hêla rêxistinên civaka sivîl û çalakvanan ve hem li hundir û hem jî li derveyî Iraqê tê pêşniyarkirin. Mînak, kuştina Dr. Ban Tariq e. Ev doz, bi lez û bez bi awayekî nediyar hat girtin.”
‘Komeleya Jinên Iraqê kampanyayan dimeşîne’
Nîdal her wiha behsa kuştina çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim kir. Nîdal bi bîr xist ku rayedarên ewlehiyê yên li Wasitê ji bo wê daxuyaniyek fermî nedane, heta ku Wezîrê Karên Hundir çend roj şûnda daxuyaniyek daye û avakirina komîteyek lêpirsînê ragihandiye. Nîdal wiha got: “Em li benda rapora komîteyê ne, lê îhtîmal e ku ew ê dernekeve holê û ger derkeve holê, îhtîmal e ku ew ê li gorî daxwazên wan were teşekirin. Ez bawer im ku civak di piştgirîkirina pirsgirêkên jinan de, nemaze bi hewildanên rêxistinên jinan, têk neçûye. Lê belê, ev rêxistin ji ber zext û kampanyayên li dijî wan hatine destpêkirin, nekarîne bibin biryarderên bi bandor. Tevî vê yekê, ev rêxistin, bi pêşengiya Komeleya Jinên Iraqê, bêkar nemane, kampanyayên hişyarkirin û perwerdehiyê li ser mafên jinan dimeşînin û daxwaza guhertinên qanûnên ku tundûtûjiya li dijî jinan rewa dikin, dimeşîne.
Wan diyar kir ku pirsgirêkên herî girîng ên ku rêxistinên mafên mirovan pê re rû bi rû dimînin, dilsoziya hikûmetê ya bi qanûnên kevnar, wekî Qanûna Cezayê ya Iraqê û Qanûna Xizmeta Sivîl re û marjînalîzekirina rola dadweriyê ye. Nemaze piştî pejirandina guhertinên Qanûna Rewşa Kesane, ku wekî "Qanûna Rewşa Kesane ya Caferî" tê zanîn. Van guhertinan rola dadwer û dadgehan ji holê rakirine, rê dane ku zihniyetên eşîrî jinan ji mafên wan bêpar bikin, wan marjînalîze bikin, û heta wan ji mafê jiyanê jî bêpar bikin.”
‘Mêr û feraseta eşîrî’
Çalakvana medyayê Refah Elî diyar kir ku avahiya civakî ya serdest bandora herî mezin li ser zêdebûna kuştin û êrîşên li ser jinan dike, hem bi eşkere têne ragihandin û hem jî bi bêdengî tên veşartin. Refah Elî anî ziman ku civaka Iraqê bi xwezayî civakek eşîrî û mêr-serdest e, ku dibe sedema çandina çandek tundûtûjiyê ya li dijî jinan. Refah Elî da zanîn ku pêşxistina modelên parastinê bi bilindkirina hişmendiya qanûnî û bicîhanîna prosedurên qanûnî yên di derbarê dozên ku jin tê de qurbanî ne, çi dixebitin an jî mafê xwe yê azadiya ramanê bikar tînin, dest pê dike. Refah Elî dozên wekî kuştina parêzer Hamsa Casim li Kutê û jinên din ên ku di warên cûrbecûr de dixebitin û heta yên ku di nakokiyên malbatî de ne, destnîşan kir.
‘Bila hin rêxistinên pispor berpirsyariyên berfirehtir werbigirin’
Refah Elî, balkişand ser rola rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan a di girîngiya perwerdekirin û bilindkirina hişmendiyê ya li ser xetereyên ku jin pê re rû bi rû dimînin. Refah Elî, bi taybetî balê kişand ser bandora neyînî ya ku veşartina dozên tundûtûjiyê li ser tevahiya civakê dike û wiha got: “Jin beşek ji jiyanê ya neçar û yekpare ne û divê werin parastin. Di derbarê dijwarîyên ku ev rêxistin pê re rû bi rû dimînin de dikarim bêjim ku ev dijwarî, ji desthilata sînorkirî ya ku di çarçoveya qanûnî de ji wan re hatiye dayîn, derdikevin. Em dixwazin ku hin rêxistinên pispor berpirsyariyên berfirehtir werbigirin, da ku ew bikaribin rasterast bi dezgehên hikûmet û ewlehiyê û heta şêxên eşîran re têkilî deynin da ku çavdêrî bikin û pêşî li dubarebûna dozên wiha bigirin.”
‘Gotara civakî ya baviksalar otorîteyek civakî ya cudakar dide mêran’
Çalakvan Suheyla Abdul Huseyîn jî behsa sedemên bingehîn ên zêdebûna dawî ya hejmara jinên ku li Iraqê hatine kuştin kir. Suheyla, vê diyardeyê bi gelek faktoran ve girêda û wiha got: “Ya herî berbiçav, berdewamiya kevneşopî û adetên eşîrî yên ku tundûtûjiya li dijî jinan bi gotinên wekî ‘paqijkirina şermê’ an ‘parastina rûmetê’ rewa dikin, bicîhanîna nebaş a qanûnên ku tundûtûjiya navmalî asteng dikin û nebûna qanûnên taybetî yên ku jinan ji tundûtûjiya li ser bingeha zayendî diparêzin e. Gotara civakî ya baviksalar otorîteyek civakî ya cudakar dide mêran, statuya jinan kêm dike û şiyana wan a bidestxistina mafên xwe lawaz dike. Wekî din, nebûna hişmendiya raya giştî ya mafên jinan, nebûna perwerdehiyê li ser nirxên wekhevî û rêzgirtinê di nav malbat û civakê de û nebûna berpirsiyariya sûcdar pir caran giran e, ku dubarebûna sûcan teşwîq dike.”
Mekanîzmayên ragihandina bi bandor, stargeh û berpirsiyariya dadwerî
Suheyla tekez kir ku pêwîstiya lezgîn a rayedaran heye ku ji bo pêşîgirtina li van sûcan û parastina jinan tedbîran bigirin. Suheyla, banga bicîhanîna bilez a qanûnek li dijî tundûtûjiya navmalî kir û ev tişt anîn ziman: “Di nav de mekanîzmayên ragihandina bi bandor, stargeh û berpirsiyariya dadwerî jî divê hebin. Her wiha banga min, bila rola saziyên ewlehî û dadwerî di mîsogerkirina berpirsyariya sûcdaran û pêşîgirtina li wargehên eşîrî yên ku mafên qanûnî betal dikin de, bê aktîfkirin. Pêwîst e stargehên bi ewle ji bo jinên ku bi tundûtûjî an kuştinê re rû bi rû ne bên avakirin. Divê perwerdehiya giştî û medyayî li ser wekhevî û mafên jinan û têkoşîna li dijî gotinên înflamatuar ên li dijî jinan bên zêdekirin.”
Rolên herî girîng ên van rêxistinan
Suheyla balkişand ser girîngiya perwerdekirina polîs û dadweran a ji bo çareserkirina dozên tundûtûjiya navmalî û li ser bingeha zayendî bi awayekî mirovî û baştirkirina rewşa aborî û civakî ya jinan a bi rêya bernameyên hêzdarkirinê, perwerdehiyê û derfetên kar. Suheyla her wiha rola rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan a di piştgiriya qurbaniyên tundûtûjiyê û malbatên wan de ya bi rêya peydakirina piştgiriya psîkolojîk û qanûnî, belgekirina sûc û binpêkirinan û anîna wan a ber bi raya giştî ya herêmî û navneteweyî û organîzekirina kampanyayên hişyariyê yên bi armanca têkoşîna li ser bingeha zayendî û guhertina stereotîpên neyînî yên li dijî jinan, destnîşan kir. Suheyla got ku “Parêzvanî û bandorkirina li ser siyaseta giştî, di nav rolên herî girîng ên van rêxistinan de ne. Ev rêxistinên ku parlamento û hikûmetê teşwîq dikin ku qanûnên ku jinan diparêzin derxin.”
‘Kevneşopiyên berbelav gihîştina qurbaniyên li gundewaran dijwar dikin’
Suheyla di vê çarçoveyê de hejmarek ji pirsgirêkên ku rêxistinên mafên mirovan pê re rû bi rû dimînin destnîşan kir û wiha got: “Di nav vana de zextên civakî û eşîrî hene ku rê li ber hevkariyê digirin qurbaniyan an malbatên wan, piştgiriya qels a hikûmetê û fînansmana nebaş ji bo bernameyên parastin û hişyariyê hene. Ji bilî sînorkirinên ewlehiyê û gefên ku rêxistin û çalakvanên mafên jinan pê re rû bi rû dimînin, adet û kevneşopiyên berbelav gihîştina qurbaniyên li deverên gundewarî an dûr dijwar dikin. Wekî din, nebûna databeseke fermî û zelal a li ser kuştina jinan astengî li ber belgekirin û şopandinê çêdike. Cûdakarî di nav hin saziyên fermî de hevrêziya bibandor di navbera sazî û dezgehên giştî de asteng dike.”