Li Tunisê Tevgera welatiyên “Nafas” banga xwepêşandaneke neteweyî kir

Di salên dawî de li Tunisê kêmbûnek girîng di azadiya derbirînê de çêbûye. Lewra Tevgera “Nafas” ji bo protestokirina fermana hejmara 54 û paşketina azadiya ramanê di 5’ê Hezîranê de banga xwepêşandanekê kir.

Navenda Nûçeyan —Zêdebûna sînordarkirinên qanûnî û lêpirsînên ku rojnamevan, çalakvan û blognivîsan hedef digirin, di nav rêxistinên civaka sivîl de li ser pêşeroja azadiyên bingehîn ên li welatê Tunisê bûye sedema fikarên berfireh. Tevgerê tekez kir ku pêdivî bi parastina medyayeke giştî ya serbixwe û parastina mafê axivtina azad a Tûnisiyan heye.

Tevgera welatiyên “Nafas”, di daxuyaniyekê de ku di 17’ê Gulanê de weşand, bal kîşand ser kêmbûna cidî ya azadiyên giştî û takekesî li Tunisê di salên dawî de. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Li Tunisê kêmbûna azadiya giştî û tekakesî

“Tûnis bi salan e kêmbûnek cidî di azadiyên giştî û takekesî de dijî. Ev yek bi awayekî zelal di karanîna qanûnên tepeserkirinê wekî amûrên çavtirsandin û bêdengkirinê de tê dîtin. Bi taybetî, fermana hejmar 54 ji bo rojnamevan, blognivîs, çalakvan û her dengekî rexnegir an serbixwe bûye gef."

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dezgehên medyaya giştî bi berdewamî ji bo kontrolkirinê têne hedefgirtin û ev sazî, ku divê xizmeta gel bikin, vediguherin amûrên propagandaya alîgirê hikûmetê. Ev meyl, wekî ku hate gotin, dengên azad ji holê radike û ramanên dijber tepeser dike, bi vî rengî mafê Tunisiyan ji bo medyayek serbixwe û hevseng tehdît dike.

Tevgerê ragihand ku, li ser bingeha daxwaznameyek welatiyan ku ji hêla bi sedan welatiyan ve hatî piştgirî kirin, “Nafas” çalakiyên xwe wekî çarçoveyek sivîl a aştiyane û vekirî ji bo parastina azadiya derbirînê û piştgirîkirina rojnamegeriya serbixwe dest pê kiriye. Armanca vê çarçovê parastina azadiya derbirînê û serxwebûna medyayê ye û li dijî hewldanên zext û polîtîkayên bêdengkirinê raweste.

Xurtkirina serxwebûna medyayê

Daxuyaniyê destnîşan kir ku armancên sereke yên tevgerê parastina hemû şêweyên azadiya derbirînê, xurtkirina serxwebûna medyayê û pirrengiyê, pêşvebirina gihîştina agahdariyê û misogerkirina gihîştina agahdariyê ji bo hemû Tunisiyan e. Her wiha girîngiya piştgiriya azadiyên hunerî, rewşenbîrî û akademîk, û her wiha çareserkirina pirsgirêkên aborî, civakî, çandî û jîngehê di çarçoveya azadiya derbirînê de tekez kir.

Ji bo parastina azadiya derbirînê û redkirina binpêkirin û pêkanînên li dijî wê, “Nafas” bang li hemû welatiyan, hêzên demokratîk, sivîl, siyasî, sendîkayan û mafên mirovan kir ku di 5’ê Hezîranê de beşdarî xwepêşandanekê ku di bin dirûşmeyên "Medyaya giştî ya azad, ne berdevkê hikûmetê ye" û "Na ji fermana hejmara 54 re, na ji sûcdarkirina azadiya derbirînê re" bibin.

Ji bo parastina hemû mafên Tunisiyan

Daxuyaniyê tekez kir ku ev xwepêşandan ne tenê ji bo parastina rojnamevan û xebatkarên medyayê ye, lê di heman demê de ji bo parastina mafê hemû Tunisiyan e ku bigihîjin agahdariyê û xwe bi azadî bê tirs, çavdêrî û zext îfade bikin. Her wiha diyar kir ku ev gav peyamek zelal e ku bikaranîna çavkaniyên giştî ji bo propagandaya her partiyek siyasî red dike.

Daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Medyaya giştî ya welatiyan e; serxwebûna wê ne xêr e, lê mafek e ku bi têkoşîna sivîl a aştiyane were bidestxistin.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku: “Nafas” daxwazên ku nayên nîqaşkirin, betalkirina fermana hejmara 54 û hemû qanûnên zordar ên ku azadiya îfadeyê sûcdar dikin, misogerkirina serxwebûna medyaya giştî ji hemû şêweyên manîpulekirina siyasî û zexta hikûmetê, rawestandina dozên li dijî rojnamevan, blogger û çalakvanan û garantîkirina gihîştina welatiyan bi medyayek piralî û profesyonel ku xizmeta berjewendiya giştî dike, vedihewîne. Parastina azadiya îfadeyê tê wateya parastina hemû azadiyan û Tûnisî mafê wan heye ku bê tirs biaxivin.”