Çalakiyên xwendekaran li zanîngehên Îranê berdewam dikin
Bi destpêkirina heyama akademîk a nû re, xwendekarên zanîngehên Îranê meş û çalakiyên rûniştinê li dar dixin. Mudaxelyên li dijî xwepêşanderan û tedbîrên ewlehiyê yên tund, rageşiyên li kampusan zêde kir.
Navenda Nûçeyan – Li zanîngehên Îranê bi destpêkirina heyama nû ya akademîk re, rageşiyan ji nû ve zêde dibe. Ev yek di meşên nerazîbûnê yên xwendekaran de xwe dide xuyakirin û bandorên xwepêşandanên berê yên li bajarên cuda yên welat hêj didomîn.
Li gorî agahiyan, xwendekarên hinek zanîngehên Îranê îro danê siharê ve meş û rûniştinên hevdem li dar xistin. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih digrin, li kampusa Zanîngeha Fanakê bi gaza rondikrêj û spreya îsotê mudaxeleyê xwendekaran hat kirin. Mudaxeleya li dijî xwepêşandaran, bû sedema mezinbûna rageşiyan.
Xwendekarên Zanîngeha Elzehra jî di hundirê zanîngehê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li gorî çavkaniyan, derdora zanîngehê hate dorpêçkirin. Xwendekarên Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Tehranê jî îro çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwepêşanderan dirûşmeyên mîna "Na ji milk re, na ji lîdertiyê re, na ji rejîma paşverû re" û "Jin ji bo azadiyê dijîn" berz kirin. Her wiha xwendekarên Zanîngeha Beheştî û Zanîngeha Pars jî, meşên nerazîbûnê li dar xistin.