Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 130’mîn, di roja xwe ya 663’an de didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 130’mîn, di roja xwe ya 636’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 129’mîn Murat Encu axivî.

‘Gelê Kurd ji şehadetan hêz digre’

Murat Encu di destpêka axaftina xwe de şehîdên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bi bîranî û ev tişt got: “Herdu hevalan ji bo gelê Kurd û rêxistinê kedek gelek mezin dan. Şehadeta herdu hevalan ji bo gelê Kurd gelek mezin bû, lê herkes dizane ku gelê Kurd ji şehadetên wisa hêz digre û berxwedana xwe mezintir dike. Kongreya PKK’ê hat lidarxistin û encam hat ragihandin, em wek xelkê Mexmûrê kongreyê silav dikin.”

‘Em ê heta dawiyê li pey xeta Rêbertî bin’

Murat Encu bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û wiha got: “Wek xelkê Mexmûrê emê heta dawiyê li pey xeta Rêbertî bin. Hemu çalakiyên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye. Ji bo wê çi ji destê me tê emê bikin û têkoşînê mezintir bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 130’mîn bi dawî bû.