Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê 568 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 112’emîn 568 rojan li pey xwe hişt.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-06-02-2025-mxm-nuce-calakiya-nobete-didome-1-jpg4c0412-image.jpg)
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 568’emîn de bi dewirgirtina koma 112’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 111’emîn Xurbet Îlhan daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek tê zanîn ev demek dirêje tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Em jî wek gelê wargehê ji bo rakirina vê tecrîdê û bi awayekî fîzîkî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin, ev nêzî 2 salin di çalakiya nobetê de ne. Dewleta Tirk dagirker bi êrişên xwe yên cur be cur dixwaze gelê Kurd tune bike, lê gelê Kurd tucaran li hemberê êrişên wan serî natewînin û li ber xwe didin. Em jî wek ciwanên Kurd û wargeha Mexmûrê bi çanda xwe, çalakî û meşên xwe têkoşînê bilindtir bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 112’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.