Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê li konê çalakiyê hat dewirgirtin

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di konê çalakiyê de bi koma 131’mîn didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin.

Çalakiya nobetê, di konê çalakiyê ya ku li dijî girtin û rêgirtina Iraqê hatibû destpêkirin de bi koma 131’mîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 130’emîn Polat Bozan axivî.

‘Em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin’

Polat Bozan bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û ev tişt got: “Ruxmê destpêkirina pêvajoyê jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo berdewame. Dewlet şert û merc ava nake ku pêvajo rêve biçe. Heta ku şert û merc neyên avakirin em jî dev ji çalakiyên xwe bernadin.”

Polat Bozan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li vir herdu çalakiyên xwe dikin yek. Heta ku em encam ji çalakiyên xwe negirin em dev jî têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 131’mîn bi dawî bû.