Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja xwe ya 930’emîn de didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 930’emîn û bi dewirgirtina koma 182’emîn de didome
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 930’emîn û bi dewirgirtina koma 182’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 181’emîn Axîn Gokalp daxûyaniyek xwend.
‘Rêber Apo bi banga aştî û civaka demokratîk pêvajoyek nû da destpêkirin’
Axîn Gokalp di destpêka daxûyaniyê de bi nêzbûna salvegera komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Di şexsê şehîdên hun nikarin roja me tarî bikin de tevahî şehîdên azadiyê ku li derdora Rêber Apo bûn xelekek ji agir bi rêzdarî bibîr tînin. Bi banga aştî û civaka demokratîk Rêber Apo pêvajoyek nû da destpê kirin û carekî din berpirsyariya dîrokî girt ser milên xwe. Dema kû Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kirî diyar bû kû têkoşînek bi rêzê na meşîne. Di roja îro de her çiqasî hevdîtin berdewam bikin jî na yê wê watê ku tecrîd û pergala îşkenceya Îmraliyê bidawîbûye.”
‘Êrîşên li ser gelê Kurd tên meşandin ji komploya navnetewî ne qute’
Axîn Gokalp di berdewamiya daxûyaniyê de balkişand li ser êrîşên gelê Kurd û wiha axivî: “Êrîşên kû îro li ser gelê Kurd tên meşandin ji komploya navnetewî ne qute. Bi salaye gelê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de ne. Em jî wek ciwanên Mexmûrê û şagirtên Rêber Apo heta kû Rêber Apo azad nebe emê hertim din ava têkoşîn û berxwedanê de bin. Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk serbikeve emê xwe rêxistin bikin û gelên kû azadî û wekhêviyê dixwazin re pêşengtî bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 182’emîn û dirûşmeyan dawî bû.