Çalakiya Mexmûrê di roja 4’an de didome

Çalakiya şêniyên Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê, li ber benda kontrolê ya hêzên Iraqê di roja çaran de bi biryardariyeke xurt didome.

Mexmûr – Şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re qediya, dema ku vedigeriyan Wargehê hatin dîlgirtin.

Di 15’ê Gulanê de şêniyên Mexmûrê li dijî girtina şandeya meclisê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî şêniyên Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Girseya gel ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê veda. Çalakî di roja xwe ya 4’an de bi biryardarî didome.

Her wiha çalakvanên Mexmûrê diyar dikin ku heta endamên şandeyê neyên berdan û riyên çûnhatinê neyên vekirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û karker biçin li Bexdayê kar bikin. Her wiha Iraq nasnameyên şêniyên wargehê nû nake û rê nade kesên nexweş biçin nexweşxaneyan.