9’emîn salvegera Star FM hate pîrozkirin

Salvegera 9’emîn a weşanê ya radyoya Star FM hat pîrozkirin.

Qamişlo – 9’emîn salvegera radyoya jinan Star FM a di 15’ê Kanûna 2017’an de dest bi weşanê kir hat pîrozkirin. Pîrozbahî li navenda Radiyo Star FM ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Şahî, bi tevlîbûna saziyên ragihandinê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê Emel Mihemed, 9’emîn salvegera damezirandina radyoya Star FM zli Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê pîroz kir û got: “Bê guman em vê rojê li hemû jinên ciwan ên bi şev û roj li pey heqîqetê ne, hewildanê bibin dengê rastiyê ya heqîqeta jin, bûn dengê Jinên Rojava û Şoreşa Jinê û li hemû kedkarên Ragihandinê pîroz dikin. Radyoya me dema hate darizandin, gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Lê dema hêz û bawerî hebe, tu tişt nikare jinê asteng bike. Xebatkarên ragihandinê hertim dibêjin emê bibin dengê jinên têkoşer û berxwedêr.”

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê Dîlan Osman û Rêveberiya Radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn, bi boneya salvegera 9’emîn ya damezirandina Radyoya Star FM, xelat dan endamên Radyoyê.

Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm jî, derbarê 9’emîn salvegera damezirandina Radyoya Star FM de wiha got: “Xebatkarên ragihandinê, xebatkarên Radyoya Star FM, bi awayekî pir baş karên xwe pêkanîn û dengê jinan gihandin raya giştî, em ji bo keda wan spasiya wan dikin.”