8’ê Adarê ne pîrozbahî îlankirina berxwedanê ye

Ji bo me Somaliyan 8’ê Adarê rojeke sembolîk nîn e; axaftina ku wê rojê ji bo jinan tê kirin û dûre tê jibîrkirin jî nîn e. Ev roj em li hemberî şer, têkçûnên siyasî, xizanî û şîdetê radiwestin û dibêjin; ‘em dilê têkoşîna edalet û aştiyê ne.’

LEYLA CAMÎ

Jinên li welatê min, bi dehan salan, di nava pevçûnên çekdarî, bêîstîqrariyê de jiyan û neçarî koçberiyê man. Barê debara malbatan girtin ser milên xwe. Di ewlehiyê de nebûn û ji xizmetên herî bingehîn bêpar bûn. Dema ku dîroka Somaliyê hat nivîsandin zêdetir bi şeran hat bibîranîn.

Li kampên penaberan, li gundên dûr, li taxên gel ên Mogadişuyê jin di refên herî li pêş de ne; li avê digerin, birînan derman dikin, zarokên xwe diparêzin û her roj bi jiyanê re bazarê dikin. Tevî vê têkoşînê şîdeta nava malbatê û civakî ya ku bi bêdengî tê pejirandin heye. Sinetkirina jinan û zewicandina di temenê biçûk de mînakên herî şênber in. Her wiha jin ji pêvajoyên biryarên siyasî tên vederkirin û bi zexta aborî re rûbirû dimînin. Keda wan nayê dîtin û bê nirx tê dîtin. Ev pirsgirêkên femînîstan nîn in, mijarên neteweyî yên ku hemû pêşeroja Somaliyê têkildar dikin in.

Bêyî jinan aştî ne pêkan e

Weke Tifaqa NADA’yê, em îsal dirûşma; “Li cihê jin hebin, edalet û aştî heye” diqîrin û bawer dikim ku ev îfadeyeke helbestî nîn e, rastiyeke polîtîk e. Li Somaliyê avakirina aştiya daîmî, bêyî tevlîbûna jinan a muzakereyên ji bo lihevkirinê, amadekirina destûra bingehîn û avakirina polîtîkayên aborî, ne pêkan e. Li cihekî ku nîvê civakê hatibe vederketin, mirov nikare behsa pêşketinê bike.

Jinên Somaliyî îsbat kirin ku ew avakarên aştiyê yên xwezayî ne lewre yên ku malbatên şer kirine li hev tînin, destek didin hewldanên lihevkirinê û projeyên biçûk ji bo civakên ku ji hev ketine dixin meriyetê jin in. Tevî vê yekê jî hê ji ser maseyên fermî yên ku biryarên jiyanî li ser wan tên girtin tên vederkirin.

8’ê Adarê roja gotina vê yekê ye: Em zagonên ku jinan ji her awayê şîdetê diparêzin dixwazin, nûnertiya siyasî, ne şeklî dixwazin. Ji bo zarokên keç em li gund û bajaran perwerdeya bi ewle û adil dixwazin û dibêjin ku rûmeta jinên Somaliyî mijara bazarê nîn e.

Em parçeyek ji têkoşîna herêmî ya berfireh in

Em perçeyek ji têkoşîna herêmî ya berfireh in. Ji Filistîn heta Sûdanê, ji Yemenê heta Kurdistanê, jin li dijî şer, dagirkerî, rejîmên paşverû û polîtîkayên ku xizanî û marjînalbûnê kûrtir dikin têdikoşin. Hevgirtina me ne luksek e, berpirsyariyeke polîtîk û exlaqî ye.

Weke aktivîsteke ji Somaliyê ez dibêjim ku ne asteke mexdûr, asta aktoriya aktîf. Em tenê alîkariyê nagirin, hejmarên di raporên rêxistinên navneteweyî de nîn in. Em ji bo pêşerojê xwedî vîzyonên cuda ne. Ji bo her kesê Somaliya ku maf û azadî dikevin bin temînatê, adil û demokratîk dixwazin.

Em di 8’ê Adara îsal de merhemetê naxwazin, girêdana xwe ya bi têkoşîna hevpar re îlan dikin û îsbat dikin ku dengê jinên Somaliyê, bilind, zelal e dê pergala cudakar û zextê aciz bike.

Lewre ji bo me 8’ê Adarê, tenê rojek ji meha Adarê nîn e; nîşan dide ku qada berxwedan, hêvî, nûbûn û edalet, li vê derê bi dengê jinek ku dibêje “bes e” dest pê dike.

*Nivîskar û aktivîsta femînîs