Li Koye ji bo Ebîr Sehlanî merasîma rêzdariyê hat lidarxistin

Li Koye ji bo endama parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Ebîr Sehlanî ku bi birandina keziya xwe û cil û bergên Kurdî piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê merasîma rêzdariyê hat lidarxistin.

ŞIYA KOYE

Koye – Li hola Dildar a pirtûkxaneya giştî ya Koye, ji bo rêzdariyê ji siyasetmedar Ebîr Sehlanî ku endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ye, bi birandina keziya xwe û bi pêşkêşkirina gotara xwe bi cil û bergên Kurdî li Parlementoya Ewropayê piştgirî dabû berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di merasîmê de Rêveberê Pirtûkxaneya giştî ya Koye Hewkar Rendîxanî bal kişand ser naveroka merasîmê û diyar kir ku hewldanên Ebîr Sehlanî ji bo mafên mirovan û dozên penaberan û piştgirîdayîna mafên Kurdan, bi taybetî di şoreşa Jîna Emînî û pêngava kezî ya li Rojava gelek girîng in. Piştre endamê komîteya amadekar a merasîmê Hacî Kawe gotarek bi zimanê Erebî pêşkêş kir. Piştre peyama spasiyê ya ku Ebîr Sehlanî şand hat pêşkêşkirin.

Ebîr Sehlanî  ku bi eslê xwe ji Iraqê ye û yek ji jinên diyar ên di qada siyasetê ya Ewropayê ye, di sala 1976’an de li bajarê Bexdayê ji dayîk bûye. Ji malbateke naskirî ya bajarê Nasirî ye. Bavê wê jî çalakvaneke siyasî ye, li Kurdistanê pêşmerge bû, ji aliyê rejîma baasê ve hatibû girtin û xwedî gelek şehîdan e. Ebîr di temenê 15 salî de gihîşt Siwêdê. Endama Partiya Navenda Swêdê ‘Centerpartiet’ û di gelek pileyên girîng de kar kiriye. Berê endama parlamentoya Siwêd ‘Riksdag’ bû. Niha endama Parlamentoya Ewropayê ye û nûnertiya Siwêdê dike. Girîngî dide pirsên mafên mirovan ên demokrasî, kar û barên penaberan û mafên jinan.

Ji bo birandina kezî helwest nîşan da

Ebîr Sehlanî di dema qetilkirina Jîna Emînî de jî helwestek tund raber kiribû. Her wiha ji bo   piştgirîdayîna jinên Rojavayê Kurdistan û Îranê keziya xwe birîbû di parlamentoya Ewropayê de bi cil û bergên Kurdî gotara xwe ya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

‘Divê hemû kes mafên Kurdan biparêzin’

Nîgar Mihemed ku beşdarî merasîmê bû wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye, parlamenterek Iraqî bi vî awayî piştgiriya Kurdan bike. Em gelek spasiya Ebîr Sehlanî dikin ku li parlamentoya Ewropayê piştgiriya Kurdên Rojava kir. Divê her kes piştgiriya Kurdan bike û parastina mafên Kurd bike li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr. Her wiha ez spasiya pirtûkxaneya giştî ya Koye dikim ku ev merasim ji bo Ebîr Sehlanî li dar xist.”

Peyman Abdulrizaq spasîya Ebîr Sehlanî kir û got: “Ez gelek spasiya Ebîrxan dikim weke li parlamentereke Yekîtiya Ewropayê behsa Kurdan dike, ev cihê kêfxweşiyê ye. Xwazî li hemû cihan wiha behsa Kurdan bihata kirin. Her çendî ew bi xwe li vê derê ne amade bû, bavê wê ji parêzgeha Ziqarê li şûna wî amade bû, xelata Ebîr Sehlanî girt.”