714 Iraqî ji kampa Hol ber bi Iraqê ve hatin şandin

714 şêniyên Iraqê ku ji 191 malbatan pêk tên ji kampa Hol hatin derxistin û ber bi Iraqê ve hatin şandin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya koordînaya navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyên ewlekarî û komîteya penaberiyê ya parlamentoya Iraqê de, beşeke din a iraqiyan ku ji 714 ferdên di nava 191 malbatan de pêk tên duh ji kampa Holê derketin û ber bi welatê wan ve hatin şandin.

Bi parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew malbat saet 14:00ˊan ber bi xaka Iraqê ve hatin şandin.

Rêveberiya Xweser welatiyên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin û vegerin welatê xwe, amade dike.

Kampa Holê kampa herî metirsîdar a cîhanê li rojhilatê bajarê Hesekê ye. Li gorî amarên herî dawîn a rêveberiya kampê 42 hezar û 781 kes li kampê hene. Ji wan 19 hezar û 530 Iraqî, 16 hezar û 779 Sûriyeyî, 6 hezar û 461 biyanî ne. Her wiha 11 kes nasnameya wan ne diyar e.