5 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 6 meh cezayê girtîgehê da Sepîdeh Qoliyan
Li gorî raporên hatine weşandin, ev ceza ji ber dosya û xebatê wê yên protestoyî yên berê hatiye dayîn û hate diyarkirin ku zextên li ser malbata wê jî zêde bûne.
Navenda Nûçeyan – Aktivîsta Sivîl û girtiya berê ya siyasî Sepîdeh Qoliyan, di dema li girtîgeha Vakîlbad a li Meşhedî dihat ragirtin de, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 6 meh cezayê girtîgehê û 5 sal cezayê taloqkirî yên girtîgehê lê hate birîn.
Aktivîsta Sivîl û girtiya berê ya siyasî Sepîdeh Qoliyan,di sala 2022’an de di nava ‘100 jinên bi bandor û îlham didin’ de hate hilbijartin. Di 11’ê Kanûna a 2025’an di dema beşdarî bîranîa roja 7’an parêzer Xosrew ElîKurdî bûyî de, li gel hejmarek aktivîstên siyasî û sivîl li Meşhedê hatibû binçavkirin. Derbarê vê bûyerê de ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve mehkûmî 6 meh cezayê girtîgehê û 5 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî hate kirin.
Di heman demê de di raporê de hate diyarkirin ku zexta ewlehiyê li ser malbata wê zêde bûye.
Berê gelek caran hate binçavkirin
Sepîdeh Qoliyan kesayetiyek navdar a tevgera karkeran û aktivîsta mafên mirovan e. Berê gelek caran ji ber xwepêşandanên karkeran, beşdarbûna di xwepêşandanên sivîl û rexnekirina polîtîkayên hikûmetê hatibû binçavkirin û darizandin.
Di sala 2019’an de di dema xwepêşandanên karkerên qamîşê yên Haft Tappeh de hatibû girtin û piştî zêdeyî 4 salan di girtîgehê ma di sala 2023’an de hatibû berdan. Lê piştî hate berdan, dîsa hate binçavkirin û mehkûmî 2 salên din ê girtîgehê hatibû kirin.
Gefên hiqûqî û qedexe
Raporên dawî nîşan didin ku dosyaya nû û hikûmên dawî yên hatî dayîn, di dema li girtîgehê de hatiye dayîn, ji bo Sepîdeh Qoliyan û malbata wê gefên nû yên hiqûqî û qedexe digre nava xwe.